Heger ziman weke pêkhateyeke civakî û navgîna lihevkirina hin civakan bê pênasekirin, ew yek ji wan hêmanên e ya ku neteweyekê dike “netewe”. Ziman û netew bi hev du re girêdayî ne. Ziman giyan e; netew laş e. Hêmaneke netewî ya sereke ziman e. Ji bo kesayetiya netewî bê avakirin hewcedarî bi zimên heye.
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun dibêje, “Ziman ruhê netewê ye.? Ziman xercê netewê ye, di navbera ferdên netewê de ruh û hişmendiya netewî vedihûne. Ziman amûreke ragihandinê ya neteweyî ye ku civakê dike netewe û ferdên di wê civakê de dike yek. Yekîtiya di navbera gel de bi hestên netewî vedihûne. Hestiyariyeke gelitî di nav netewê de ava dike.
Têkilî Ziman û Netewê Çi ye?
Taybetiyên netewê bi pêwendiyên ziman tên damezirandin. Têkiliyên civakê bi ziman tên avakirin û kesayetiya netewê bi vî awayî ava dibe.? Ziman û netew ji hev du venaqetin û ziman pergala hebûna netewê ye. Hest, raman, çand, dîrok û hestên netewî bi ziman re dimeşin. Jiyan û edetên civakê bi saya serê ziman xwe radigihine nifşên nû û xwe bi rêkûpêk dike. Di heman dêmê de neynika rastîn a avahî û rihê civakê ya netewî ye. Dibin şert û mercên dîrokî û cîvakî? xwe diguhure û yên di wê cîvakê de jî diguhere û pêş dikeve. Ji ber ku amûra civakê ya guherîn, veguhastin û pêşketinê ye.
Civakên Xwedî li Zimanê Xwe Dernakevin Çawa ne?
Çand û kesatiya cîvakê ya di nêz da girêdayî ziman e. Ramanên netewî? bi rêya ziman teşeyî digirin û cîvak li gorî van pêşkeftin û guhartinan kesatiyeke netewî di nav xwe de ava dike. Kesayetî û hişmendiya netewî û ziman? wekî roj û cihanê bi hev du re girêdayî ne.?Heke cîvakek xwedî li zimanê xwe dernekeve û xwe pêş nexe, ew civak nikare afirîner bifikire. Dê ji aliyê afirandin, huner û aqlî ve qels be. Civakeke ku zimanekî pêşketî, jêhatî û dewlemend nebe, di warê ramanê de nikare bibe afirîner. Guhertina civakekê, anîna jiyaneke nû bi wê re pir bi zimanê wê civakê ve girêdayî ye.
Divê Em Çi Bikin?
Cîvakên pêşketî xwedî hişmendiyek netewî ne û xwedî li zimanê xwe derdikevin. Çand û hunera xwe bi zimanê xwe pêş dixin. Qedr û qîmeta ziman dizanin. Dizanin netewek bêziman ker û kor e. Dê her dem lawaz be û winda bibe. Ji ber van sedeman divê netew, zimanê xwe bihêz û dewlemend bişuxulîne, bike amûra pêşxistina civakê. Ziman dikare ji bo hebûn û çanda neteweyekê wek navgîneke baş a vegotinê were bikaranîn; Ew bi şiyana pêkhateya civakî ve girêdayî ye ku li gorî şert û mercên geşepêdana hevpar bi pêş ve biçe û bi têra xwe bersivê bide hewcedariyên wê pêkhateya civakî.
Bandora Zimên li Pêşketinê Çi ye?
Di nav pêvajoya dîrokê de ziman zanîn û agahiyên netewî radigihine. Yekane mifteya hînkirin û fêrbûnê peydakirina veguheztin û berhevkirina zanînê ye. Di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke pir nêzîk heye. Heger zimanek ji têkeliya zimanên din pêk bê, ger ferhenga wî zimanî bi peyvên biyanî barkirî be, zimanek weha zelal nayê fikirîn. Pêşketina civakekê di warê ramanê de di serî de bi jêhatîbûn û dewlemendiya zimanê wê ve girêdayî ye.
Em ji bo pêvajoya netewebûna kurdbûnê astengeke din li pêşiya zarokên xwe ava dikin. Hişmendiya me ya ziman û gelbûnê şibî netewên cihanê nehatiye sazkirin. Em kurd ji vê hişmendiya mirovahîyê dûr mane. Kûrbûn û hûrbûna me li ser zimanên biyanî ne.?Zimanê kolan û ciwan û zarokên me bû ne tirkî an jî hêdî hêdî dibe tirkî. Heta ku kurd giringiya ziman û têkîliya ziman û netewebûnê nizanin, nikarin bibin netew.
Têkilî di Navbeyna Netewebûn û Geşedanê de Çi ye?
Netewebûn bi pêşketina ziman dest pê dike. Gava cihû dizivirin Îsrailê ewlî zimanê xwe di nav malên xwe de pêş dixin. Avakirina civak û netewa xwe bi zimanê îbranî dest pê dikin. Zimanê erebî, elmanî, ûrisî hwd nîşanî zarokên xwe nadin. Bingehê netewa xwe li ser zimanê xwe vedihonin. Lê em bi salan e ji zimanê xwe redivin. Me zimanê serwerên xwe kiriye bingehê hemû têkîliyên xwe. Kar, têkoşîn û xebatên me li ser zimanê biyaniye.
Zimanê Sazî û Komeleyên Kurdî Çi ye?
Gelek sazî û komelên kurdan bingehê kar û barên xwe li ser kurdî ava nekirine. Çûbin ku derê zimanê serwerên xwe jî bi xwe re birine û fêrî wan derdoran kirine. Gelê xwe heta ku fêrî kurdî bikin, fêrî zimanê serweran kirine. Xizmeta wan a siyasî, rêxistînî di bin bandora zimanê serweran da maye. Heta em dikarin bêjin ku van sazî û rêxistin, komala hişmendiya kurdan a siyasî bi zimanê serdestan saz kiriye. Ev yek ji jî bo pêvajoya netewebûnê xeter e.
Çareserî Çi ye?
Heta Kurdî nebe bingehê hemû pêwendiyên kurdan, kurd dê her dem gavekê ji bo netewebûnê paş ve bimînin. Ziman ruh û hişê netewê ye. Kurd niha bê ruh û kor li netewebûna xwe digerin û tê dikoşîn. Bi dest pelînkê li kurdbûna xwe digerin. Heta hînî zimanê xwe û têkîliyên xwe yên malbatî û civakî li ser kurdî ava nekin dê her dem derê wan ji bo bişkivandinê vekirî be. Lêbe lê gava giringiya ziman zanîn hinî ziman bûn û fêrî zarokên xwe kirin, wê demê dê bikarin deriyê xwe li bişkivandin û biyanebûnê bigirin. Bibin neteweke xurt.