Sámî, yek ji gelên xwecih ên cîhanê û niştecîyên bakurê Ewropayê ne. Taybetmendîya hevpar a gelên xwecihî ew e ku berîya welatê wan were kolonîzekirin di dîrokê de li heman cihî jîyane. Herwiha gelê Sámî bi salan e li bakurê Ewropayê dijîn û xwedî çand, ziman û kevneşopî yên taybet in ku ji civaka derdora wan cuda ne. Welatê sámîyan di navbera sînorê çar dewletan de ye. Ew li Nîvgirava Kola ya li Rûsyayê, li bakurê Fînlandîyayê, Norwêcê û Swêdê dijîn. Ji vê herêmê re Sápmi tê gotin. Sápmi ji alîyê Swêd, Norwêc, Danîmarka, Fînlandîya û Rûsyayê ve hatîye kolonîzekirin. Ji ber ku li welatên bakur serjimartinên etnîkî nayên kirin hejmara sámîyan jî tam nayê zanîn. Lê li gorî texmîneke hevpar li Sápmi nêzî 100 hezar sámî hene. Ev hejmarên teqrîbî li gorî welatan wiha ne: 20.000-40.000 Li Swêdê, 50.000-65.000 li Norwêcê, nêzîkî 8000 li Fînlandîyayê nêzîkî 2000 li Rûsyayê. Sámî kî ne û kî dikare ji xwe re bibêje sámî, ev pirseke li ser hatîye nîqaş kirin.
Li gorî Parlamentoya Swêdê, Sámî ku rêxistineke ji bo şopandina çanda Sámî ya li Swêdê wezîfedar e û qanûna parlamentoya Swêdê bo sámîyan, ji ber ku kesek xwe Sámî bihesibîne divê bikaribe zimanê Sámî deng bike. Di qanûnên berê de dewletê dîyar kiribû ku tenê yên ku şivira kedî xwedî dikin yan jî bi xwedîkirina şivira kedî re mijûl dibûn sámî bûn. Lê êdî ziman wekî nîşana nasnameya sámîyan tê pejirandin. Zimanê sámî ji malbata zimanên Fînno-Ugrîkî ye û li ser çar zimanên sereke dabeş dibe: zimanên sámîyên başûr, navend, rojava û rojhilat. Di nav zimanê sámîyan de gelek zaravayên cuda jî hene. Li Swêdê jî li gorî herêma Sámî ya bakur, lule, başûr, ume û pite tê axaftin.
Sámî berê anîmîst bûn û gelek dîyardeyên xwezayî wek roj, heyv, birûsk û ba xwedayî dihatin dîtin. Paşê, di sedsala 18an de sámî bi darê zorê dînê xwe diguherin û dibin xiristîyan. Disa ji cil û bergên sámî yên kevneşopî re kolt tê gotin. Kolt nîşanek etnîkî û pir kesane ye û li gorî herêmê û malbatê jî cûda ne. Her wiha dikare esl, zayend û rewşa zewacê jî nîşan bide.
Sámî alek jî heye û ji bo hemû sámîyên ku li çar welatên cihê dijîn hevpar e. Ew di sala 1986an de ji hêla Konfêransa 13em a Sámî ya Civata Sámî ve hatîye pejirandin. Çembera li ser alê hem sembola rojê û hem jî ya heyvê ye. Çembera rojê sor e û ya heyvê şîn e. Rengên alê ji cil û bergên sámî tên. Di heman konferansê de, strana Sámi soga lávlla (strana gelê sámî) ku ji hêla Isak Saba (1875-1921) ve hatîye nivîsandin jî wekî sirûda neteweyî ya fermî hatîye pejirandin.
Dîroka sámîyan ji bo gelên bindest û devletên dagirker tijî bûyer û mînakên nasin. Swêdîyan hewl dane wan asîmîle bikin û ji bo ku gelê sámî ziman û çanda xwe ji bîr bike, dibistanên şevînî vekirine. Dînê wan guherandine û şamanên wan tehdîdkirine da ku dev ji ola xwe berdin û gelê xwe ji bo vê razi bikin. Şivirên kedî ku ji bo sámîyan xwedî dikirin dikûştin û gelê xwe li herêmên ku sámî lê dijîn bi cih dikirin. Hewl didan zirarê bidin xwezaya wan herêman da ku sámî ji wir derkevin. Ew biçûkdîtine û navê Lapon ku ji peyva ”Lapp” tê û tê wateya parçe lê kirine.
Di sala 1977an de Swêd gelê sámî wekî xwecîh yên Swêdê qebûl dike û di sala 2000an de jî qanûnek bo zimanê kêmaran hate derxistin ku zimanê sámî jî yek ji wan in. Ji sala 1993an vir ve jî Roja Gelê Sámî an Roja Neteweyî ya Sámî di 6ê Sibatê de li seranserê Sápmîyê tê pîroz kirin. Her çiqas ji bo qebûlkirina hebûna gelê Sámî ji alîyê Swêdê ve hin gavên erênî hatin avêtin jî hîn jî lêkolîn nîşan didin ku ciwanên Sámî ji ber nasnameya xwe rastî nefret, heqaret û gefan tên.
Heta niha min ji we re behsa rewşa sámîyan yên li Swêdê kir. Ji ber ku mijar kûr e, nivîsa min a vê carê hinekî dirêj bû. Lê berî ku ez nivîsa xwe bi dawî bikim, ez dixwazim bala we bikişînim ser du mijarên cûda: gelê Sámî û gelên Semîtîk.
Ji sedsala 17an vir ve eslê Sámîyan bala gelek lêkolîneran kişandîye. Li ser eslê Sámîyan gelek teorîyên cuda hatine nivisîn û nîqas kirin. Hem lekolînên etîmolojîk hem jî yên arkeolojîk û antropolojîk hatine kirin. Johannes Schefferus îdia dike ku Sámî bi eslê xwe bavûkalên Fînîyan in. Ji ber ku li gor Schefferus hem ji alîyê zimên ve û hem jî bîyolojîk ew wek hev in. Li gor lêkolînên genetîkî jî bi eslê xwe ewrûpî ne. Koma lêkolînê ya ku van encaman di sala 2004an de weşandine, bawer dikin ku kalikên Sámîyan komek piçûk û sînorkirî ya ewrûpî bûn. Dîsa li gor lêkolînek ji sala 2007an de ew demeke kurt piştî dawîya serdema qeşayê û yan ji parzemîna Ewropayê yan ji Çîyayên Ural ên Rûsyayê yan jî ji herdu alîyan hatine herêma îro. Mijara me ya din gelên Semîtîk ku pir caran bi gelê Sámî re têne tevlihev kirin, tê bawer kirin ku gelên Semîtîk ew yên ji dûndana kurê Nûh, Sem/Sam/Shem in. Ev jî ereb, cihû û asûrî ne ku tu eleqeya wan bi gelê sámî re nîn e. Ew di warê ziman, ol û çandê de jî ji hev cuda ne.
Çavkanî
Lundmark, Lennart. 2008. Stulet land: Svensk makt på samisk mark. Stockholm: Ordfront.
Johansson, Peter. 2008. Samerna: Ett ursprungsfolk eller en minoritet?: En studie av svensk
samepolitik 1986-2005. Göteborg: Institutionen för globala studier, Göteborgs universitet.
Macioma Hay. Haplogroups HV0 and V (mtDNA)
Malmström, Helena; et al. (4 June 2020). "The Neolithic Pitted Ware culture foragers were culturally but not genetically influenced by the Battle Axe culture herders". American Journal of Physical Anthropology. American Association of Physical Anthropologists. doi:10.1002/ajpa.24079.
https://www.eupedia.com/europe/Haplogroup_V_mtDNA.shtml#Saami