Di derûnnasîyê de tundî faktoreka xetere ya tendirûstîya derûnî ye her weha ev faktor ji alîyê fizîkî û civakî ve jî giring ji bo jîyanê. Em dikarin tundîyê pênase bikin wekî her cure reftarên zîyanî yên fîzîkî, derûnî, zayendî û hwd li hemberê mirov, ajal û xwezayê tên kirin.
Li gel ku gelek cureyên tundîyê hene armanca kesên ku tundîyê dikin tepisandin, tirsandin, zîyandayîn û ya giring jî bêparhiştin e. Lê belê mijar hinek jî bandora tundîyê ye. Tundî dibe ku bi takekesekê re sînordar bimîne an jî dibe ku komekê, gelekê an jî welatekê bide ber xwe. Ev tundîyên ku ne bi takekesan re sînordar e, gelek caran xwedî armancên sîyasî ne û ji bo tendirûstîya derûnî a wê civakê jî xetere ye. Dibe ku tundî rasterast bi destê wî hêza sîyasî newe kirin lê belê bi hin polîtîkayan bi awayekî xwezayî rê li ber wê tundîyê veke her wekî mudexelenekirina şewatên xwezayî yek ji vê mînakê ye. Ev cure tundî li ser derûnîya civakê jî xwedî bandoreke mezin e.
Sînorên Tundîyê Çi ne?
Ji bo em bikaribin sînorên tundîyê baş fam bikin, pêdivî heye ku em destnîşan bikin ka tundî çi ye. Cureyên tundîyê wekî, fîzîkî, derûnî, zayendî, çandî, hêstî, devkî û aborî dikarin bên rêzkirin. Tundîya fizîkî, her cure êrîşên bi armancên êşandinê wekî; kulm, avêtina pehînê an jî bi rêya bikaranîna amûrên wekî çek, kêr hwd e. Tundîya Derûnî, reftarên gefxwarinê yên ne fizîkî yên îhmalkirin, îstismarkirinên bi armanc in. Heqaretkirin, biçûkxistin, şermezarkirin tundîya derûnî ye.
Tundîya Zayendî her cure reftarên zayendî yên li hemberî mirovan e. Destdirêjî, rahêlan ku beyî destûra kesekê/î destdana beşên taybet yên laşê mirovî di nava xwe de dihewîne. Tundîya çandî, tundîyên ku ji rîtuelên çandî pêk tên, Tundîya hêstî, bikaranîn, biçûk xistin an jî êrîşkina pîrozên kesekî/an çêdibe. Her weha tundîya devkî wekî êrîşên devkî ên biçûkxistin, heqaretê di nav xwe de dihewîne, wekî dawî tundîya aborî ku kontrolkirina çavkanîyên aborîyê ya beyî daxwazîya kesekê an jî civakekê tê pênasekirin.
Mînaka Tundîyê: Şewat
Ev demeke dirêj e, rojeva havîna kurdan wekî şewata daristanan an jî darbirîn û hevkuştinên malbatî bi du serenavan derdikevin pêşîya me. Ev her du serenav bi parametreyên xwe çavkanîya wê dewlet e carinan bi topbaranê şewat derdixe an jî berê şewata derketî nagire heya zîyan bigihije gelî, bi politikayên xwe yên ewlehîyê daran dibire, an jî li gorî polîtîkayên xwe çavên xwe li hêzên ku nebirêxistinkirî digire, gihişbarîya çekan heta li gorî dîmenan çekên giran hêsan dike û çav lê digire.
Pênaseya tundîyê û tundîyên ku bi armancên sîyasî yên li ser civakan ên wekî her sal li ser daristanên Kurdistanê tên dîtin û şewata li daristanên Cûdîyê, şewatên Amed û Mêrdînê dike ku van rojan di rojevê de ye û her weha bi taybetî her sal di demsala havînê de li ser hevkuştinên ku li Kurdistanê zêde dibin bala me dide ser vê tundîya polîtîk û bandora wê ya derûnî a li ser civaka kurdî.
Dûrbûna ji Tundîyê
Tundî, dema bi takekesî be bi dûrbûna cihê tundîyê an jî bi alîkarîyê dikare bê çareserkirin lê belê tundî bi rêya polîtîkayan, civakekê bide ber xwe ev vê rewşê zehmettir dike û derûnîya wê civakê jî hineke din bi awayekî demdirêj ditengijîne. Li vir ya giring kesên xwedî hişmendî ji ber bêçaretîyê zêdetir êşê dikişînin. Her du tundî jî bi hev ve girêdayî ne ji ber ku tundîyên bi armancên sîyasî tên kirin dibe ku ji çend cureyên tundîyê di nav xwe de bihewîne.
Ev cure tundî ku wekî tundîyeke polîtk dikare bê pênasekirin, bi awayekî nerasterast a li hemberî civakê lê bi êrîşkirina nirxekî hevpar ên civakê dest pê dike. Ev bi rêya şewitandina daristanan an jî darbirînê dikare dest pê bike û ev jî li wê erdnigarîyê şert û mercên jîyanê him ji alîyê tendirûstîyê ve him jî ji alîyê aborîyê ve zehmettir bike û hewil dide ku dewlemendîyên ku li ser erdnigarîyekê ji holê rake.
Tundîya Derûnî
Derxistina şewatê an jî bi zanebûn mudexelenekirina şewatê jî tundîyeke derûnî ye, ji ber ku welatek bi xwezaya xwe welat e û bi vê mebest tengkirina sînorên jîyanê ya welat ango derxistina wî ya ji welatî ye. Ji ber vê yekê pîvana herî giring a tundîya derûnî, hesta bêçaretîyê ye. Ev cure tundî ku li ser cihê jîyana nebat, ajal û mirovan ji holê radike bi sedemên pirsgirêkên derûnî an jî armancên sîyasî û leşkerî jî derdikevin holê, ev cure tundî ji takekesan wêdetir li ser komek, civakek an jî welatek tên kirin ku ev jî bandorên xwe berfirehtir dike.
Ev rêzetûndîyên ku welatek armanc digire hîsên bêçaretîyê li welatîyan belav dike û îstîkrar û aramîya navçeyan têk dibe ku ev jî dihêle takekes li cihên ku lê dijîn xwe ne ewle hest bikin. Xweparastina ji bandorên derûnî yên tundîyê hevgirtin û piştevanîyên xwebexş e. Her weha li hemberî tundîyê çeka herî giran hayedarî û hayedarkirin e. Tundîya li hemberî wê bêdeng tê mayîn bandorên tundîyê him bilindtir dike him jî mayînde dike.
Çavkanî
https://www.ncab.org.au/bullying-advice/bullying-for-parents/types-of-bullying/
hhttps://violenceagainstchildren.un.org/content/forms-violence