Tendirûstîya derûnî yekem gava tendirûstîya bedenê ye. Her bobelatek li pey xwe birînên derûnî dihêle. Mirov jî dema li rastî bobelatan tên yekemîn pêdivîya pêwîst piştevanîya derûnî ye. Wekî tê zanîn di sibata 2023an de li Bakur û Rojavayê welêt erdhejek çêbû û karesateke mezin qewimî, di bobelatê de nêzî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran birîndar û bi milyonan kes ji cihên xwe bûn, her çiqas birînên fîzîkî bi mudaxaleyên tibbî bên çareserkirin jî bandora tirs, stres û anksiyeteyê ya li ser derûnî dirêjtir dom dike. Di vê xalê de jî em girîngîya piştevanîya derûnî fam dikin ku ev kar bi tenê ne karê şêwirmendên derûnî, derûnnas û derûnbijîşkan in, kesên ku xwedî zanyarîyên alîkarîya pêşîn a derûnî ne jî dikarin alîkarîya xwe û kesên li jiyanê mane bikin.
Tendirûstîya Derûnî çi ye?
Tendirûstîya giyan(rûh) di nav xwe de başbûna hêstî, mental, û civakî dihewîne. Tendirûstîya derûnî di her serdema mirovan de girîng e. Bi hêza xweragirtinê(resilience) pêkan e. Bûyerên xwezayî ku wekî bobelat jî tê binavkirin perçeyek ji jiyana mirovan e. Û bi erdnîgarîya ku mirov lê dijî re têkîldar e. Di demên dawî de rewşên lezgîn yên wekî şewb û rewşên bobelatê(Afed) wekî erdhejê di rojeva me de ye. Ev bobelat û rewşên lezgîn bêgûman ji alîyê fîzîkî, aborî û civakî ve bandorên neyînî li ser jiyana me dike. Herwiha tê çavdêrîkirin ku mirovên rastî van bobelatan hatine di domandina jiyana xwe ya normal de zehmetî dikişînin. Piştevanîya derûnî, ji bo her kesên ku rastî bobelatên xwezayî wekî erdhej, lehî, şape û hwd. an jî bobelatên nexwezayî wekî şer û komkûjiyan bûne, alîkar e ku tendirûstîya xwe ya derûnî her wiha bi vê ve girêdayî tendirûstîya xwe ya laşî bi dest bixe.
Têgihên Bingehîn
Bobelat, bûyerên xwezayî an jî nexwezayî ku bi bandora xwe ji aliyê fîzîkî, aborî û civakî xisar dide civakan tê pênasekirin. di bingeha wan bûyeran de xweza, teknolojî û mirov hene û civak jî bi çavkanîyên xwe nikarin serî pê re derkevin. Trawma, berteka hêstî ya li hemberî bûyerên xirab wekî qeza, bobelatên xwezayî û hwd e. Di vê pêvajoyê de rewşa baş ya mirovan û tendirûstiya derûnî ya mirovan xirab dibe. Nediyarî û tevlêhevî zêde ne. Bûyerên trawmatîk, bûyerên ku jiyana kesan û yê hezkirîyên wan dixe xetereyê û rewşên ku hevgirtina fîzîkî, hêstî û venasînî ya mirovan dixe bin xetereyê tê îfadekirin. Bi awayekî lezgîn derdikeve holê û bandorên xwe yê takekesî û civakî hene tê îfadekirin.
Bi gelemperî ji piştî trawmayan 3 bertekên mirovan hene: ev wekî fikr û dîmenên bêyî xwestina mirovan tên bîra mirovan. Bertekên revê, Bertekên hişyarker yên zêde dikarin bên hejmartin. Em van pirsgirêkan dikarin wekî bertekên fizyolojîk û hêstî bisenifînin. Bertekên fîzyolojîk yên mezinan Piştî trawmayan bi mezinan re bertekên wekî; westandin û bêhalî, êşên laşê( beyî ku nexweşîyeke tibbî hebe), hişyarîya zêde/ xweydan, zehmetiya bêhn standinê, hilavêtina dil ya zêde, bêpergaliya xewê, bêmadî(bê îştahî) an jî îştaha zêde di nav xwe de dihewîne. Bertekên hêstî yên mezinan li gel bertekên fizyolojîk, ku bêgûman ev li hev bandor dikin, kesên temen mezin bi bertekên hêstî yên wiha nîşan didin; Bêhisîya hêstî, nehatina famkirin zewknestandina ji aktîvîteyên rojane, tirs û endişe, hêrs, bêaramî û stres bêçaretî, bêhevîbûn poşmanî û sucdarî.
Em çawa dikarin alîkarîya xwe bikin?
Ji bo xwe dem veqetînin! Em wekî kesên temen mezin piştî trawmayan ji bo stresa xwe kêm bikin dikarin hin gavan biavêjin. Di destpêkê de divê em qebûl bikin ku ev jî perçeyek ji jiyana me ye. Divê em hêstên xwe netepisînin û hewl bidin ku hêstên xwe pênase bikin. Divê em hay ji tendirûstîya xwe ya fîzîkî hebin ji bîr nekin ku tendirûstîya fîzîkî û derûnî temamkerên hev in. Carinan şoka ku em derbas dikin nahêle ku em bûyera qewimiye îdrak bikin ji bo wê dem bidin xwe ku hûn bûyerê fam bikin. Demên giran ên stresê bi gelemperî mirov xwe bêçare his dikin di van deman de alîyên xwe yên bihêz bînin bîra xwe. Hewl bidin ku hûn hêstên xwe fam bikin û rewşa krîzê ji derûdorên xwe dûr bikin ji bo vê jî rojê nîv saet be jî karên xwe yên berî bobelatê berdewam bikin. Çawa ku di bûyera erdheja sibatê de jî me dît, bi gelemperî çavkanîyên rewşên krîzê zanyariyên şaş ên li ser medya û medyaya civakî bûn ji ber wê divê di bikaranîna medyayê de baldar bin! Divê em bi berdewamî nûçeyên bobelatê neşopînin ji nûçeyên dezenformatîv bawer nekin û rûpelên fermî û pêbawer bişopînin. Ji bîr nekin ku di demên zehmet de derbas bibin jî hêza we ya serî lê derketin û dîtina rêyên çareseriyê bi we re heye! Bertekên zarokan ya di salên 0-5/ 6-11 an de bêguman di pêvajoya stresê ya piştî trawmayê de yên herî bêparastin zarok in. Û pêdivîya wan bi alîkarîya me heye. Zarok di van rewşan de bertekên wekî; Nexwestina dûrbûnê ya ji dê û bav, Berdewamî girîn/ bêaramî, Hêrsbûn, Zikêşî an jî wekî din gazinên fizîkî, Di axaftinê de kişandina zehmetiyê, Tirs/ ji tarî, tenê mayîn hwd., Mêtina tiliyê/ bin xwe şilkirin. Nîşan didin. Bertekên zarokan ya di salên 12-18an de zarokên di serdema balixbûyînê de bertekên cudatir nîşan didin ku kontrol û çareserkirina pirsgirêkên wan zehmettir dike. Em wekî bertek, Pirsgirêkên xewê, xewnên xirab û hwd., reva ji kes û cîhên ku bobelat tê hişê wan, reva ji axaftina di derbarê bobelatê de, meyla ber bi bengitîyan ve/ cixare, alkol an jî madeyên hişbir û hwd., dûrketina ji malbat û hevalan, Hêrs an jî xeyîdokî dibînin. Em dikarin çawa alîkarîya zarokan bikin? Ji zarokan peywendîyê nebirin! Di alîkarîya zarokan de gava yekem xwehiskirina ewleh a zarokan e. Ji bo vê jî bibin alîkar ku zarok vegerin halê xwe yê normal. Hin derfetên kontrol û vebijartinê bidin zarokan ku kontrola jiyana xwe di deste xwe de his bikin. Ji bo liv û tevgerên ne di cîh de sînorên teqez deyînin lê ji cezadayînê wêdetir, sedemên mantiqî destnîşan bikin. Di derbarê tiştên derûdorê ku bibe sedema reaksîyona zarokên trawmatîk hêstiyar bin. Hay ji liv û tevgerên zarokên din û zanyariyên ku bi hev re parve dikin hebin. Ji bîr nekin ku zarok bi rêya lîstik û sêwirandinê bi trawmayên xwe re serî derdikevin muxadaxaleya lîstikên bi vê awayeyê nekin. Bi zarokan re bûyerê biaxivin û bihêlin ku ew xwe îfade bike. Pirsên di derbarê bûyera trawmatîk yên zarokan bi awayekî rastekîn û bi mînakên hêsan rave bikin. Nehêlin ku we sabote bikin û bikişînin bûyerên neyînî yên bûyera trawmatîk. Her zarok ne xwedî baweriyeke olî bin jî hêstên wan ên hêrs, şerm, ceza û hwd. ya li hember hêza mezin( Xwedê hwd.) nekevin nîkaşên teolojîk. Di warê serî derketina vê pirsgirêkê de cesaret bidin wan. Di piştevanîya derûnî de rola zimanê zikmakî Divê baş bê zanîn ku zimanê zimakî, zimanê herî ewleh ên mirovan e, di dema danûstandinê de piştevanîya derûnî bi zimanê zimakî bê dayîn kesên ku rastî karesatê hatine çi mezin be çi zarok be bi awayekî xwezayî gava yekem ya piştevanîyê ango avakirina atmosfereke ewleh tê avêtin.
Çavkanî
Child Trauma Toolkit for Educators | October 2008 The National Child Traumatic Stress Network www.NCTSN.org
https://www.cdc.gov/mentalhealth/learn/index.htm
https://www.apa.org/topics/resilience
https://uncw.edu/studentaffairs/committees/pdc/documents/the%20road%20to%20resilience.pdf