Teleskopa Fezayê Hubble, çêbûna stêrkek mezin dît û dîmenên wê girtin. Girseya stêrka nû, nêzîkî 30 qatan ji ya Rojê mezintir e û hê jî mezin dibe.
Rêvebiriya Feza û Hewayî ya Neteweyî (NASA) û Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) wêneyekî nû belavkirin ku ji Teleskopa Fezayê ya Hubble hatiye girtin.
Di wêneyê de stêrka IRAS 16562-3959 nîşan dide ku di komstêra Scorpius de ye û 5900 salên roniyê dûrî Dinyayê ye.
Wêneyê ku ji hêla Hubble ve bi Kamera Qada Berfireh 3 ve hatî girtin, di encama karanîna çar awayên fîltrekirinên cihêreng de çêbûye.
Stêrk Çawa Çêdibe?
Toz û gaz di nav vê ewrê gazê de kom dibin û ev kom jî yên derdora xwe dikişîne xwe. Ev pêvajo heta qonaxa protostarê berdewam dike. Di vê qonaxê de, stêrk hîn negihîştine qonaxa ristebûna sereke. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku di warê stêrkbûnê de ev qonaxeke pêşîn e. Bê guman, divê em germahiya bingehîna tovikê jî ji bîr nekin ku hema hema digihîje 10 mîlyon pileyî.
30 Qatan ji Rojê Mezintir
Li gorî danasîna wêneyî ya NASA û ESA’yê, “Ev wêneya bêhempa ya Hubble, dê ji me re bibe alîkar ku em baştir fam bikin ka stêrên herî mezin û geş ên galaksiya me çawa çêdibin.”
Stêrnas bawer dikin ku stêrka IRAS 16562-3959 ku li pişt perdeya tozê veşartî ye, gihîştiye mezinahiyên girs û girseya wê nêzîkî 30 qatan mezintir e ji Sîstema Rojê û diyar dikin ku stêrk hêj jî mezin dibe.