Eminem, yek ji efsaneyên fîgurên cîhana hip-hopê ye û bi albûma xwe ya dawî “The Death of Slim Shady (Coup de Grâce)” ku di 12ê Tîrmehê de derxistibû, careka din li ser dikê ye. Ev album, ne bi tenê berhevokeka muzîkê ye, di heman demê de vegotinek e ku dawîya Slim Shady ye û vejîna Eminemî sembolîze dike. Her straneka albûmê bi bandor nakokîyên hundirîn, pêşkeftina hunerî û rêwîtîya kesane ya Eminemî pêşkêşî guhdaran dike. Niha em ê hewil bidin hinek stranên albûmê şirove bikin.
Evil
Evil, yekem strana balkêş a albüme ye, li ser Eminem e ku bi alîyê tarî yê hundirê xwe re rûbirû ye. Di vê stranê de em guh didin pêvajoya ku Slim Shady bi alîyên xwe yên xerab re dikeve nava hisaban. Di vê stranê de Eminem nakokîyên hundirîn û ramanên xwe yên tarî bi gotinên bi hêz tîne zimên. Awazên êrîşkar û gotinên tund ên stranê guhdaran ber bi rêwîtîyeka hestyarî ya kûr ve dibe. Mirov dema li vê stranê guhdarî dike, mirov hîs dike ku Eminem çawa hewil dide hevsengîyekê di navbera tarî û ronahîyê de çêbike.
Lucifer
Lucifer, perçeyeka hêzdar e ku di der heqê Eminemî de ku bi xeletî û gunehên xwe yên berê ve rûbirû tê. Stran bi dengekê kûr û giran şerê Eminem bi cinên xwe yên hundirîn re eşkere dike. Ev beş bi heybet hisaba hundirê hunermend û hewildana wî ya paqijkirina xwe ji gunehên wî vedibêje. Dema mirov guhdarî dike, mirov li ser xeletîyên berê yên Eminem û bandora wan li ser wî difikire. Ev stran guhdaran vedixwîne ku li cîhana hundirîn a hunermendî binêrin.
Breaking News
Breaking News, rêgezek dijwar e ku bi mijara serederîya bi medya û zexta gel re mijûl dibe. Di vê stranê de, Eminem behsa wê yekê dike ku ew çawa ji hêla medyayê ve şaş hatîye famkirin û dadbarkirin. Rîtma enerjîk û gotinên bihêz ên stranê guhdaran dikêşe nav kaosa cîhana medyayê. Gava mirov li vê beşê guhdarî dike mirov têkoşîna Emînemî ya bi çapemenîyê re û berxwedana wî ya di vê têkoşînê de hîs dike. Stran, helwesta hunermendî li hember medyayê û daxwaza wî ya vegotina çîroka xwe bi zelalî radixe ber çavan.
Bad One
Bad One, straneka dî ya balkêş a albûmê, behsa pêvajoya Eminemî dike ku ji xeletîyên xwe fêr bûye û bi rabirdûya xwe re aşitîyê dike. Ev stran perçeyeka ji dil e ku hunermend xeletîyên xwe qebûl dike û çawa ji wan fêr bûye. Gotinên dilpak û awaza hestyarî ya stranê guhdaran dike nav rêwîtîya hundirê Eminem. Di dema guhdarîkirinê de, mirov hewildana hunermendî hîs dike ku çawa bi xwe re aşitîyê çêdike û çawa hewil dide xwe ji barên rabirdûyê rizgar bike.
Di encamê de, The Death of Slim Shady (Coup de Grâce) dixuye ku wê di karîyera Eminemî de wekî yek ji giringtirîn albûmê bê bibîranîn. Ev albûm bi awayekî balkêş rêwîtîya hunermend û pîşeyî, nakokîyên navxweyî û vejîna hunermendî vedibêje. Mirov di her stranekê de hestên kûr û derûnî yên Eminemî hîs dike. Ev albûm ne bi tenê berhevokeka muzîkê ye, di heman demê de çîrokeka hunermendek e ku xwe ji nû ve kifş dike. Guhdarîkirina rêwîtîya Eminemî û dîtina vê guherînê bi wî re azmûneka bêhempa ye. Kerem bikin vê albûmê guhdarî bikin: http://eminem.com