Bi xweza, derawa, dijwarîya erdnîgarî û ezameta demsalên xwe, baş tê zanîn ku Colemêrg cihekî xweserî xwe ye. Bi cur bi curîya gîya û kulîlkên xwe jî her wiha navê xwe belav kirîye. Em berê xwe bidinê ka şînkatîya xwemalî û endemîk ya bi navê “Sîyabo”yê gelo çawa û kengî şîn dibe li Gevera Colemêrgê.
Piştî kanûna pêşin û paşîn, sibat û adara bibefir û dijwar, di meha nîsanê da gîya û kulîlkên destpêka biharê yên bi navê xelapîsk, çavşînk, davdavîk, dudavîk, sêdavîk, guldexwîn yên ku li herêma Behdînanê bi gelemperî jê ra dibêjinê şûnkevî, niharî, bi helîna befrê ra derdikevin. Her çend emrê wan mehek be jî bihar bi van kulîlkan dest pê dike û dixemile. Bêhtir kulîlkên van gîyayan, bi gîyayî bixwe ra dibişkive û digihêje.
Piştî van hûregîyayan, şînkatîyên esas yên ku jê ra binegîya tê gotin û emrê wan pênç şeş meh in, derdikevin, belav û zêde dibin û rengên cuda didin havîna siruşta Colemêrga asê û biheybet.
Sîyabo jî cûreyek ji van binegîyayan e. Di nav malbata rese(Helis), kerkol, çevir, kevik, dûrovî, bihîk, mendê, bisk, hingedanê da ye û ew jî wek van binegîyayan di meha gulanê da dibişkive û şîn dibe. Bêhtir li cihên bilind û navpan qol qol çêdibe. Di hinek qolan da deh, di hinekan da pêncî belkî di hinekan da sed an jî zêdetir qopikên Sîyaboyê çêdibin. Gava ji sê bihostan bilindtir dibe pîr dibe nayê xwarin, ji ber wê dema hêj bilindahîya wê bihostek wek sîxik û geva li ser nederketî tê topkirin ji bo xwarinê.
Piştî topkirina Sîyaboyê permûçk û tûvilê li ser tê rakirin û parî parî tê hûrkirin û di mencelan da, da ku rengê wê spî be û tama wê xweş be, bi ava lorên penîrî tê kelandin û zerkirin. Piştî vê kelandinê tê parzinîn û du sê rojan di nav ava sar da tê hêlan da ku ew tama tal û gîyayê şîn jê biçe û xweş bibe. Bi xwêkirin û van hemû qonaxan ra êdî Sîyabo amade ye bo nav penîr, jajî, sûravk û xwarinên zivistana dûr û dirêj. Her wiha ji bo sorkirinê, kifteyan û gelek cureyên din yên xwarinê jî tê emelkirin.
Bi dawîya meha gulanê re êdî Sîyabo ber bi pîrbûna ve diçe, bilind dibe, geva xwe belav dike û ji xwarinê dibe. Di hinek qolan da Sîyabo bi nêrika(navnêrî) xwe ra heta du metrayan bejnê dide û tovên xwe diweşîne. Bi pîrbûna Sîyaboyê, sewal jî ji gîyayê wê mifayê dibînin.
Çûna topkirina Sîyaboyê kelecanîyeka cuda belav dike di mehlê pancarvanîyê da. Ji ber ku herî zêde li Gelîyê Dirîyan û Gelîyê Doskîyan şîn dibe, bi hatina biharê ra li van mêrg û zozanên bilind û hênik, bi coşa mîhrîcanekê refên pancarvanan kêm nabin ji rêya Sîyaboyê.