JI DIL Û CAN SPAS DIKIM… :)))
Di vê nivîsê de em ê berê xwe girîngîya spasîyê li ser feydeyên ferdî û civakî. Spasî ji derbirîna dilovanîyê wêdetir, têkilîyên mirovan xurt dike, hawîrdorek erênî diafirîne û kalîteya jîyana kesan xweştir dike.
Feydeyên psîkolojîk ên Spasîyê
Spasî, bandorên erênî li ser tenduristîya psîkolojîk a kesan dike. Lêkolîn nîşan didin ku spasî stresê kêm dike, bextewarîyê zêde dike û bi tevahî hesteka erênîtir peyda dike. Kesên ku spasîya xwe dîyar dikin meyldarê nerînek erênîtir in li jîyanê, rê dide wan ku di jîyana xwe ya rojane de bextewartir û têrtir bibin.
Bihêzkirina Têkilîyên Civakî
Di xurtkirina têkilîyên civakî de spasî roleka giring dilîze. Gava ku hûn spasîya yekê dikin, ew kes xwe biqedr û hêja hîs dike. Ev jî pêwendîya di navbera we de xurt dike û pêbawerîya hev û du zêde dike. Spasî li cîhê kar, di têkilîyên bi hevalan re û di têkilîyên di nav malbatê de bandoreka erênî çêdike. Gava ku mirov hest bi qedirgirtinê dike, bêtir xwedî motîvasyon û hêz dibe.
Beşdarîya Alîkarîyên Civakî
Çanda minetdarî û spasîyê jî di berjewendîya civakî de dibe alîkar. Spasî normên civakî xurt dike û alîkarîya belavkirina çanda dilovanî û rêzgirtinê dike di civakê de. Ev xweşîya giştî ya civakê baştir dike û jîngeheka civakî ya lihevhatî ava dike. Wekî din, spasî hevsengîya di navbera mirovan de zêde dike û dibe alîkar ku têkilîyên civakî xurt bibin.
Rêbazên Kirina Spasê
Gotina spas dikare bi awayên hêsan û bandorker werin kirin. Li vê derê çend nimûne hene:
Spasîya Devkî: Rêbaza herî hêsan û bandorker e ku di jîyana me ya rojane de gelek caran tê bikaranîn. Spas, çi bi rûbirû an jî bi têlefonê, dilpakî û teqdîra demildest nîşan dide.
Spasîya Nivîskî: Hûn dikarin spasîya xwe bi karteka spasîyê, e-name an jî bi nivîsê dîyar bikin. Ev nîşaneka mayînde dihêle û têkilîyeka kesane peyda dike.
Dîyarîyên Biçûk: Ji bo ku pîrozakirina xwe nişan bidin, hûn dikarin bi dîyarîyeka piçûk spasîya xwe watedartir bikin.
Daxwaza Alîkarîyê: Ji bo spasîyê, alîkarî an jî piştgirîkirina wî mirovî rêyekA xweş e ku hûn spasdarîya xwe nîşan bidin.
Qedir û Giringîya Spasîyê
Têkilîyan xurt dike: Spasî, di navbera mirovan de bawerî û dilsozîyê ava dike. Ev yek, di têkilîyên şexsî û pîşeyî de giring e.
Atmosfereka rrênî çêdike: Bi spasîyê enerjîyeka erênî di hawîrdorê de çêdibe û mirov zêdetir motîve dibin.
Rêz û nirxdayînê nîşan dide: Spasî, nîşan dide ku em rêzê li ber kesê li miqabilî xwe digirin û em wî qîmetdar dibînin.
Empatîyê zêde dike: Qedirgirtina hewildan û alîkarîya kesên din şîyana me ya empatîyê çêtir dike.
Bextewarîya kesane zêde dike: Kesên spasîyê dikin bi giştî xwe bextewartir û memnûntir hîs dikin, ji ber ku parvekirina hestên pozîtîf jî bi erênî bandorê li derûnîya mirovî dike.
Cureyê Spasîyê
Spasîya devkî, ne bi tenê bi gotina “spas dikim”ê ye; di heman demê de di kurdî de gelek şêwazên spasîya devkî hene. Bo nimûne: Tu sax bî, Xwedê ji te razî be, Xwedê te bihêle, her hebî, her bijî, rehmet li dêûbabên te, Xwedê xêra te binivîse, Xwedê xêra te mezin bike, Xwedê miradên te bike, çavên te maç dikim û gelekên dîtir…
Di encamê de, her çend spasî karekê hêsan xuya bike jî bandorên kûr û erênî li ser kes û civakê diafirîne. Li ber berçavgirtina feydeyên wê yên psîkolojîk, civakî û komelayetî, şikirkirin ji bo jîyana me ya rojane gaveka giring e ji bo afirandina civakeka bextewartir û lihevhatî. Lewma divê em spasî û belavkirina vê tevgerê nekin. Ji bo xwendina vê nivîsê em spasîya we dikin…