Gelek caran rexne li Kurmancîya Serhedê tên kirin. Helbet tiştên rexneyan heq dikin jî hene lê gelek caran rexneyên bê bingeh û elehesab tên kirin. Hetta hîn kes van rexneyan derdixin asta heqaretan û jehra xwe ro dikin. Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim bi çend mînakan veşarteyên di devoka Serhedê de raxim ber çavan. Divê ewil vê bêjim; zimanek çiqas dûrî zimanê din be ewqas resenîya xwe diparêze. Kîjan ziman, fermî, serdest û zimanê bazarê be teqez bandorê li ser zimanên din dike. Ji bo zimanê Kurdî ev rewş dijwartir e.
Wekî tê zanîn, her çendî cudahiya navbera devokan de hebe bingeha ziman yek e. Carna li gorî rewşê an gorî erdnîgariya hîn peyv tên bikaranîn an jî na. Mînak; peyva “ewle”. Ev peyv li gelek deverên Serhedê tê gotin. Yanî bi tiştekî ewlebûn û jêbawerkirin. Rojekê me li ser kar gote alîkarê xwe te çima amûr û alavên kar hazir nekiriye? Got ez bi hewayê ewle nebûm. Ewr dagirtî bûn. Meriv rasterast bêje vî camerî Kurdiya “güvenmek, güvenlik” filan çi ye, bawer bikin nizane lê wexta bikaranînê de bi awayekî xwezayî bikartîne. Dîsa di kilameke Şakiro de dibêje “egîdên mala bavê min fenanî sê gurên xwezayî ne” . Rewşa peyva “xweza” jî dişibe peyva “ewle” Dibe Şakiro bi xwe jî tam miqabilê vê peyvê nizanibe lê di cih bikar aniye û estetîkek daye ruhê hevokê. Bi vê hevokê egîtên mala bavê dişibîne gurên hêz û haşmeta xwe ji xwezayê girtîne.
Ez bawer im we jî gelek caran bihîstiye. Nemaze wexta li gundan behsa şer û dewekï an niheqiyekî were kirin, peyva “pace” pir tê bıkar anîn. Wekî “Xwedê qebûl neke, derî ü pace li me anîn xwarê” “ez ê derî ü paceyên wan hemûyan bişkênim” Li Serhedê peyva “pencere” zêdetir tê bikaranîn lê di mecazê de gelek caran bê hemdê xwe peyva “pace” tê gotin.
Em dikarin heman tiştî ji bo peyva “zindî” jî bêjin. Tu li ser mantiqa Kurdiya standart rasterast wateya peyva “zindî” bipirsî, dibe piraniya Serhediyan vê nizanibe lê wexta tu çêra ” ez ê gora mirî û zindiyê wî nim” an jî gotina “wî emirkurtî tu mirî û zindî bi me ve nehîşt, da xeberan” bêjî her kes dizane tu qala çi dikî.
Kurdên Serhedê yên zêde bı jiyana bazarî re têkildar nebûbim ( çimkî zimanê bazarê zimanê serdest e û amûra bişaftinê ye) hêj xwediyê Kurmanciyeke resen û zelal in. Gundiyekî me hebû, qet zêde ji gund derneketibû. Wexta Kurmancî diaxivî meriv hez dikir tim guhdar bikira. Hemû peyvên wî bi devoka Serhedê û Kurmanciyeke zelal bû.
Em bi mînakeke din nivîsa xwe biqedînin. Wexta em zarok bûn, çi wext me apê min aciz bikira, hêrs dibû, digot “min di pirtûka we niyo”. Me wî çaxî li gund wateya pirtûkê nizanibû. Xwedê dizane dibe apê min wateya wê nedizanî lê ew peyv di çêran de pir bıkar dianî. Niha jî tu bejî Kurdiya “kitap”ê çi ye, dibe niha jî nizanibe lê di bikaranînê de zêde zêde hebû. Yanî çi bi zanetî çi bê zanetî, cihên Kurdî bi zimanên din re têkildar nebûbe resenî û standartiya ziman her zindî ye.
Em dikarin mînakan zêdetir bikin lê ez bawer im ev hersê mînakan rastiyê radixin ber çavan. Meriv dibîne ka di kana Kurmanciya Serhedê de çiqas xaspeyvên Kurdî hene…