NVIDIA’yê, Apple derbaz kir û bû buhatirîn şirketa duyem li seranserê cîhanê. Nirxê bazarê yê hilberînerê çîpê Nvidia’yê ku li California’yê ye, bi taybetî li gel popûlerbûna jîrahîya çêkirî, serkeftinek mezin pêk anî û bû duyemîn şirketa buha li seranserê cîhanê.
Di van salên dûmahîkê de, Apple û Microsoft gelek caran hevrikî dikirin ku bibin mezintirîn şirketên cîhanê. Di wê pêşbazîyê de, carinan Apple carinan Microsoft dikete pêş. Niha şirketeka sêyemîn heye ku beşdarî vê hevrikîyê dibe: li gel pêşkeftina jîrahîya çêkirî nirxê stokên wê firîyan.
Bi girtina bazarên borsê yên li DYEyê re, pişkên (hîsse) NVIDIA bi rêjeya ji sedî 5 zêde bû, roja xwe bi 1224 dolar û 40 sentan girt. Bi vî awayî nirxê kompanyayê di borsayê de ji 3 trîlyon dolaran derbaz bû û derket 3 trîlyon û 14 milyar dolaran û Apple ji cihê xwe kir ku di pileya duyem de bû. Bi zêdebûna pişkên wê re, nirxa bazarê ya Nvidia’yê ji bo cara yekem ji asta 3 trîlyon dolaran derbaz bû.
Çima Pişkên Ndivia’yê Zêde Bûn?
Bihayê pişkên hilberînerê çîpê ji serê salê ve 146 ji sedê zêde bûye. Zêdebûna daxwaziya çîpên jîrahîya çêkirî ya Nvidia’yê di zêdebûna pişkên şirketê de bandor bû.
Pişkên Microsoftê ku di serî de ye, bi 417,80 dolaran dest bi rojê kir û bi 422 dolar û 75 sentan roja xwe girt. Bi vî awayî nirxê şirketê li borsayê wek 3 trîlyon û 90 milyar dolar hat diyarkirin. Ger em li cudahî û bilindbûna vê dawî ya NVIDIA’yê binêrin, em dikarin bibînin ku cihê yekem dê di demek nêzîk de destan biguheze.
NVIDIA, ku deriyê wê ji hêla dêwên wekî Google, Microsoft, Amazon û Meta’yê ve tê lêdan, ku dixwazin amûrên jîrahîya çêkirî pêş bixin, niha serdestê bazarê ye û ev yek di nirxa şirketê de xuya dibe. Şirketa ku salekê berê 950 mîlyar dolar bû, di sala 2022an de, dema ku ChatGPT yekem car hate ragihandin, bi qasî 400 mîlyon dolaran bû. Zêdebûna pişkên NVIDIA’yê di sala borî de %156 bû.
Her Çend Apple Zêde Bûbe jî Ma li Pişt Nvidia’yê
Nvidia di girtina bazarê de gihîşt nirxê 3.011 trîlyon dolaran, Apple li dû xwe hişt û bû duyemîn şirketa herî bi nirx li cîhanê. Her çend îro pişkên Apple’ê ji sedê 1 zêde bûbin jî, nirxê şirketê li bazarê ma di 3,003 trîlyon dolaran de.
Nvidia di meha sibatê de di warê nirxê bazarê de bûbû 3yemîn şirketa herî mezin a cîhanê, pêşîkê Amazon û pişt re Alphabet derbaz kiribû. Microsoft hê jî buhatirîn şirket e li seranserê cîhanê ku bi 3,15 trîlyon dolaran, bi rêjeya ji sedî 1,9 zêdebûnê.
Şirketa Nvidia’yê Çi ye?
Nvidia pargîdanîyek teknolojîyê ya Amerîkî ye ku di sala 1993yê de li California hatîyê damezrandin. Di hilberîna yekîneyên pêvajoya grafîkê (GPU) û çîpan de pêşengê cîhanê ye. Nvidia GPU bi performansa bilind ji bo lîstok û sepanên grafikên profesyonel pêş dixe û di warê teknolojiya pêşkeftî de wekî jîrahîya çêkirî, wesayêtên xweser û navendên daneyan jî çareseriyên nûjen pêşkêş dike.
GeForce GPU, xeta hilberê ya herî naskirî ya şirketê, ji hêla gelek bikarhêneran ve di nav lîstikvan û pisporan de têne tercîhkirin. Nvidia bi nûbûnên teknolojîk û pêşengîya pîşesazîyê tê zanîn.