Tu kî yî? Tu qet li ser vê yekê fikirî yan jî difikirî? Gelo agahîyên li ser karta nasnameyê terî naskirina kesekî/ê dike? Heger tu ji malbateka kurd bûyayî lê li Emerîkayê hatibayî dinê, tu dê bibêjî ez emerîkî yan jî kurd im? Îro heger kesek ji me bipirse em kî ne, bersivên ku em dê bidin ji zayend, netew, ol, jîyana perwerdeyê wêdetir naçe, lê gelo ma tenê ev pênc bersiv in? Gelo girêdana me ya kûr bi nasnameya me re dikare bibe sedema mirinê yan jî kuştinê? Dema hûn xwe didin nasîn hûn giringîyê didin kîjan hêman/taybetmendîyên ku nasnameya we pêk tînin?
Bi sedsalan, têgîna nasnameyê ji hêla gelek kesan ve hatiye bikaranîn. Amîn Maalouf nivîskarek e ku hewl dide fêm bike bê çima îro gelek kes li ser navê nasnameyên xwe yên olî, etnîkî, neteweyî an yên din mirovan dikujin?
Amîn Maalouf di pirtûka xwe ya “Nasnameyên Kujer” de ku navê xwe yê orjînal ”Les Identités Meurtrières” e û bi fransî hatiye nivisin fikrên xwe yên li ser nakokîyên nasname û çand ji xwendevanan re radigihîne. Maalouf di sala 1946an de li Lubnanê ji dayik bûye û cikvaknasî xwendiye. Paşê jî demekê rojnamevanî kiriye. Di sala 1976an de welatê xwe terikandiye û li Fransayê bi cih bûye. Ji naverok û perspektîfa vegotinê ya pirtûka “Nasnameyên Kujer” tê fêmkirin ku Maalouf ji ber koçberiya xwe ya Fransayê û ji ber ku di malbata wî de gelek çandên cihê hebûne, di tevahîya jîyana xwe de her tim di lêgerîna nasnameyekê de bûye û her tim li wateya têgeha nasnameyê pirsiyar kiriye.
Pirtûka ”Nasnameyên Kujer” ji çar beşên sereke pek tê. Di beşa yekem a bi sernavê “Nasnameya min, aîdîyetên min” de li ser têkilîya van her du têgehan radiweste. Di beşa duyemîn a bi sernavê “Dema modernîte ji ”ya din” tê” de balê dikşîne ser cîhana rojava ya ku wekî “dergûşa şaristanîyê” tê binavkirin û cîhana ereb û misilman ku wekî ” ya din” tê dîtin. Di vê beşê de bi giştî têkilîya ol, civak, modernîte û nasnameyê tê nîqaşkirin.
Di beşa sêyem de nivîskar du têgehên pir balkêş destnîşan dike; mîrasa horîzontal û vertîkal. Mîrasa vertîkal, mîrateya ji bav û kalên me û civaka me ya çandî ji me re hiştiye; mîrata horîzontî wekî mîrateya ji serdema me ya nû hatî bidestxistin e,ya ku ji hemdemên me derbasî me bûye. Li gorî Maalouf di pêvajoya pêkhatina nasnameyê de faktora dîyarker divê berî her tiştî mîrasa me ya horizontî be.
Nivîskar di beşa dawîn de “Kedîkirina pilingê” de jî behsa çandên serdest û hevpar ên ku ji hêla globalbûnê ve hatine damezrandin dike. Her wiha bandorên neyînî yên globalbûnê li ser nasnameyan jî tê nîqaşkirin.
Nasname ne tenê netew, ol, nijad û zayend e. Kesayetîya van taybetmendîyan di mirov de bi gelemperî bi serpêhatîyên wî kesî pêk tê. Lê dema ku em mirovan dixin nav qalibên piçûk ên weke cihê jidayîkbûnê û olê, ev yek bi xistina ferdan di hin qaliban de dibe sedema pêkhatina ”yên din”. Wê demê yên ji heman civakê dibin “yên me” û piştgirîya wan tê kirin, ”yên din” li derve tên hiştin. Em tu carî hewl nadin ku xwe têxin cihê wan. Em li gilîyên wan, derdên wan nafikirin. Gava ku yên din hêmanên nasnameya xwe di xetereyê de dibînin, ew dikarin ji yên din re zalim, hovane û kujer bin. Di pirtûkê de hatiye destnîşankirin ku ev marjînalbûn zirarê dide mirovan. Her wiha bingeha komkujîyên, pevçûn û hilweşandinên li cîhanê jî li ser vê têgihiştina kevneperest, hişk a yek nasnameyê ava dibe. Ji ber vê yekê nivîskar nasnameyan wekî “mirin/kujer” bi nav dike. Bi gotina Maalouf, li cîhaneka bi domdarî mirovan neçar dike ku cihê xwe hilbijêrin nasname dibin “nasnameyên kujer”.
Wê demê em dê çawa ji vî alîyê kujer ya nasnameya xwe rizgar bibin? Ma em dê nasnameya/ên xwe red bikin û yên din qebûl bikin? Her ferd û civak xwedî gelek nasnameyan e û di vê xalê de, nivîskar pêşniyar dike ku bibin ”ferdên gerdûnî”. Wekî çareyek ji vê pergala wêranker re tenê nasnameya mirovî bêyî ferq û cudahîyê di navbera ol û nijad de qebûl bikin. Em dê li vê cîhanê bi qebûlkirina cudahîyên xwe fêrî hebûna xwe bibin û bi hev re bijîn.