Li Qerqelîya Wanê tîrêjên cemsera bakur hatine dîtin. Di encama firtone û bohaza sorîn de li hindek deverên cîhanê tîrêjên cemsera bakur xuya bûn. Di encama vê yekê di destpêkê de tirs û xofek kete dilê niştecihên Qerqelîyê, lê belê di demekê kin de agehdarîya wan ji vê yekê çêbû û li temaşeya wê keyf û zewqa wê derxistin.
Gelo Tîrêjên Cemseran Bi Tenê Li Wanê Hatine Dîtin?
Ev tîrêj ji xeynî cemser û cihên nêzîkî cemseran zû bi zû nayên dîtin. Lê belê di encama bahoza sorîn de ev yek ji xeynî Wanê li hindek hêlên Ewrûpayê wekî başurê Îngilistanê û Ordu û Tekirdaxa bakurê Tiryeyê jî hate dîtin.
Tîrêjên Cemsera Bakur Çi Ye, Çawa Çêdibe?
Tîrêjên Cemseran an jî Berbenga (aurora) Cemseran li asîmanên Cemsera Bakur û li Cemsera Başur tene dîtin. Di encama hevbandorîya qada manyetik a erdê û parçeyên tijî yên ji rojê tên tîrêj derdikevin meydanê. Li paralelên bakur ev bandor bi navê Aurora Borealis an jî bi navê Tîrêjên Bakur tene nasîn. Li paralelên başur ev yek bi navê Aurora Australis yanî Tîrêjên Cemsera Başur têne binavkirin ku hema beje her du cure jî wekî hev in. Ev yek li Antartîkayê, Emerîkaya Başur û paralelên mezin ê Avustralyayê têne dîtin.
Ev tîrêj exleb şevan tene dîtin ku piranî li îyonosferê diqewimin. Ev jî bi gelemperî li di navbera paralelên 60-70 ên li bakur û başur pêk tên ku dikeve nav bazineyên cemseran ên arktîk û antartîk.
Îhtîmala dîtina Aurora Borealîsê çi qas nêzîkî cemsera bakur bibe ew qas zêde dibe. Ew aurorayên ku nêzîkî cemsera manyetîk diqewimin 90 pile; lê bele ji dûr ve cemsera bakur bi ronahîyekê bakesk dike, carinan jî wek ku ji alîyê xelet ve roj bihilê bi soratîyeka şêlî tîrêj xuya dikin. Aurora Borealis exleb di rojvegeran de diqewimin.
Aurora dikarin li her derê dinyayê û li gerstêrkên dî jî bêne xuyakirin. Ji ku zêdetir tarî ne û qada manyetîkê zêde ye ber bi cemseran ve bêhtir tê dîtin.