Wateya Pengûnan Çi Ye?
Seremonîyên wan ên hevperînê nîşaneya evîneke mezin e. Ji ber vê yekê pengûen sembol û remza heskirin û dilsozî û pabendî û malbatîyê ye.
Pengûen Ji Çi Hes dikin?
Pengûen herî zêde masî û giyanewerên din ên avî dixwin. Ev jî exleb masîwurk, masîyên piçûk, morina, hemsî û serhêçk in. Her weha canberî (karîdes) û kêvjalan jî dixwin ku ev ajelên avî yên bi qalik in.
Pengûen Logoya Çi Ye?
Pengûen logo û remza Linux’ê ye. Ji alîyê Linus Torvalds ve nivîsbarîya (Sofware/yazılım) tovika Linux’ê hatîye amadekirin ku pengûen jî ji bo wê wekî logo hatîye danîn
Gelo Pengûen zikreş in?
Her çi qas di dinyayê de zikreştirîn û çavtengtirîn ajel bin jî çi caran tundîyê li ser hevjînên xwe nakin.
Gelo Çima Pengûen Nikarin Fir Bidin?
Pengûen ew taybetmendîyên xwe yên firdanê bi tene ji bo melevanîyê (sobakirinê) bi kar tînin. Jîngeha wan av e, derya ye. Ev jî dibe sedem ku fonksiyona xwe ya firdanê ji dest bidin. Ji ber şîyana wan a melevanîyê ji şîyana wan a firdanê zêdetir e nikarin hevsengîyekê di navbera wan de deynin. Ji ber vê yeke laşê xwe bi temamî ji bo melevanîyê dihêlin.
Gelo Çima Pengûen Nacemidin?
Niha em destekê xwe don/rûn bikin û yê dî don nekin, em ê ferqa di navbera wan de bibînin ji alîyê germahîyê ve. Di bin çerm û postê pengûenan de jî tebeqeyek heye ku ji don pêk tê û li ser postî jî mûyên stûr hene. Ji ber vê yeke zû biz û nacemidin.
Gelo Pengûen Li Hember Hevjînên Xwe Dilsoz in?
Piştî lêkolînan hate zanîn ku Pengûan gelek dilsoz û pabendê hevjînên xwe ne ku li herêma New Islanda Argentînayê xebatek kiribûn ji alîyê zanyaran ve. Li gor vê xebatê hate selimandin ku Pengûneka mêr a li New Islandê piştî ku bi hezaran kêlometreyan koç kiribe jî dev ji hevjîna xwe bernedaye û vegerîyaye bi hevjîna xwe re hevperîn kirîye.
Gelo Pengûen Têne Xwarinê?
Saxlemtirîn cihê van heywanan singê wan e. Ji ber ku masî û kalamaran dixwin tê hizirkirin ku tahma wan dişibe tehma masîyên aromakirî. Lê belê li gelek dewletan xwarin û firotina wan qedexe ye û ji derveyî qanûnan e.
Gelo Jîyana Pengûnan Bilez e an jî Hêdîkan e?
Di bin avê de çar qatan li ser bejahîyê (erd) bileztir dijîn. Di bin avê de azad û bihêz in lê li ser erdî gelek hêdîka dimeşin.
Gelo Pengûen di Çend Salîya Xwe de Dimirin?
Giranîya pengûenên mezin kêm zêde 5 kêlo û nîv in (12 Ib) û dirêjîya wan jî heta 70 santîman e. Yên mêr ji yên jin girstir û girantir in û nîkilê wan dirêjtir e. Pengûenên Makaronî koçer in, ji xeynî hinek rewşan ji bilî demsala hêlîn û zayînê li ser erde têne xuyanê. Emrê wan kêm zêde di navbera 8 salan heta 15 salan diguhere.
Gelo Berdewama Dûnduhê Pengûenan li Ber Tehlokeyê ye?
Bi tenê Pengûenên Împeretor ên ku li Antartîkayê dijîn li ber tehlokeya xilasbûnê ne ku bejna wan jî 1,2 metre ye û mezintirîn cureyê pengûenan e. Sedema vê yekê jî helîna qeşayên cemseran e.