Li Mêrdîne di pêşengtîya Mamoste Ûsivî de çend mamosteyên kurdî bi navê Kurdîxane Akademîyê zanîngeha zimanê kurdî vedikin. Çend mamosteyên kurdî li hember tehloke û bişaftina zimanê kurdî destgeheka perwerdeyê vedikin ku dê perwerdeya Ziman û Edebîyata Kurdî bidin xwendevanan. Ev der hem wekî pirtûkxane hem wekî cihê xebata dersan û hem jî wekî kafeyekê dê di xizmeta kurdî de be. Ev destgeha piralî dê îro see li heştan bi bernameyeka taybet were vekirin. Kurdîxane Akademî her kesê vexwîne vê bernameyê.
Çawa berî du sê salan dîse ji hêla çend mamosteyên kurdî ve bi navê Şaneşîn Performansê koma şanoyê ya kurdî li Mêrdînê hatibû avakirin û di encamê de çendîn lîstik û bi sedan bernameyên hunerî û edebîyat hatibû lidarxistin, îro jî ji alîyê vê carê hinek mamsoteyên kurdî yên dîtir ve bi wesfa zanîngehekê de Kurdîxane Akademî tê vekirin.
Li ser vê destgeha perwerdeyê me bi damezirîner û pêşengê vî karî Mamoste Ûsivî re hevpeyvînek kir ku Mamoste Ûsiv jî yek ji derçûyên lisansa beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ye û niha dîse li ser heman beşa navborî mastera xwe dike.
Sedema Avakirina Destegeheka bi vî Rengî Çi ye?
Mamoste Ûsiv û balê dikêşe ser xeterya li ser zimanê kurdî û dibêje, “Ji ber ku bişaftin û tehlokeya zimanê kurdî berbiçav e, wekî mamosteyên kurdî û malbata Kurdîxane Akademî em çend heval hatine ba hevûdu me xwest em bibin setek li hemberî vê bişaftin û tehlokeyê. Li gorî derfeta xwe me xwest em jî xebatekê bikin.”
“Ne ku hema em li malê rûniştin, em aciz bûn, me got em ê Kurdîxane Akademîyê vekin, …Kurdîxane akademî ev sê sal in hebû jixwe.”
Mamoste dide zanîn ku jixwe ev sê sal in ku dest bi kare xwe kirine û perwerdeya xwe jî didin lê îro dixwazin karê xwe mezintir û berfirehtir û pêşçavtir bikin ku weha radigehîne, “Em wekî koma mamosteyên kurdî ji 2021ê ve me li ser WhatsAppê dersên kurdî didan jixwe, bi navê Kurdîxaneyê. Anku ji alîyekê ve Kurdîxane akademî ev sê sal in hebû jixwe. Me bi dersên kurdî bi sedan xwendevan jî mezûn kirine. Ne ku hema em li malê rûniştin, em aciz bûn, me got em ê Kurdîxane Akademîyê vekin. Yanî ev sê sal in, ji 21ê Adara 2021an Kurdîxane Akademî hebû jixwe, komên me hene. piştî demekê me got bila ne em bigehin sed kesan bila em bigehin hezar kesan.”
Armanca Kurdîxane Akademîyê Çi ye?
Armanca Kurdîxane Akademîyê ew e ku zarokên axaftina kurdî nizanin wan hînî zimanê kurdî bikin, ciwanên xwendin û nivîsîna kurdî nizanin wan hînî xwendin û nivîsînê bikin. Her weha fêrkirina zimanê kurdî li gel zimanê bîyanî û fêrkirina zimanên bîyanî bi rêya zimanê kurdî. Her zêdetir jî dersên edebîyata kurdî dê bên dayîn û bernameyên taybet dê bên amadekirin hem onlayn hem jî li ser You Tubeê.
Mamoste Ûsiv weha radigehîne, “Armanca Kurdîxane Akademîyê ew e ku zimanê kurdî bikeve rojevê. Zarokên axaftina kurdî nizanin wan hînî zimanê kurdî bikin, ciwanên xwendin û nivîsîna kurdî nizanin wan hînî xwendin û nivîsînê bikin.”
Lê zêde dike, “Armanca duduyan, bi rêya zimanê bîyanî yên wekî îngîlîzî, elmanî, frensî, spanyolî, erebî, farisî û hwd, zimanê kurdî fêrî kesên dildarên ji neteweyên dî bikin û em jî bibin pirek. Anku kurdî-îngîlîzî, kurdî-elmanî, kurdî-erebî… Ne bi qenala tirkî em ê îngîlîzî bidin an jî an jî ne bi qenala tirkî em ê elmanî bidin. Anku bi zimanê dayikê dayikê em ê zimanê bîyanî hînî kurdan bikin. Anku fêrkirina dualî.”
Stûdyo û Bernameyên Rengorengo
Mamoste ragehîne ku ev der dê bibe zanîngeheka kurdî û dibêje, “Ev der dibistaneka kurdî yan onlayn e, li vê derê stûdyoyeka me jî û poleka me jî heye. Li stûdyoyê em ê bernameyan çêbikin li ser wêje, ziman, dîrok, çand, huner… li ser vê yekê em ê rewşenbîr û zanayên kurd yên navdar û nenavdar vexwînin û bernameyan çêbikin. Mîna dersaneyek, zanîngehek, dibistaneka onlayn em ê bixebitin. Bo nimûne kesekê li bajarekê dûr ku nekare were beşa kurdî bixwîne, dê bi rêya me bo nimûne dersa wêjeya modern bixwîne. Her weha li ser You Tubeê jî bi rêya vîdeoyên me yên dersê dikarin jê sûd werbigirin.”
Avaker Çend Kes in û Fînansmana Kî ye?
Kurdîxane çawa ku di pêşengtîya Mamoste Ûsiv de hatîye avakirin, hevkarîya mamosteyên dîtir ji bîr nake û dibêje me bi hev re ava kirîye, em malbatek in ku dibêje Kurdîxane Akademî bi tev mamoste û hevkarên xwe ji bîst kesan zêdetir e.
Pirseka giring jî alîyê fînansmanê ye ku Mamoste dibêje, “Fînansman jî bi awayekê di nav xwe de anku di nav van kesên dildar de tê piştgirîkirin. Em hatine ba hevûdu me bi xwe alav standine û me hemû aborîya xwe ji kîsê xwe ava kirîye. Yanî ji ti derê wekî xeteka sor bi awayekê teqez me ji kom û komele û destgehekê, ji hundir an jî ji derve me fonek û piştgirîyeka aborî negirtîye. Ev giringtirîn xal e.”
Perwerde Biperetî ye an jî Herwe ye?
Mamoste Ûsiv vê yeke weha dibersivîne, “Em wekî malbata Kurdîxane Akademî armanca me ya sereke ne aborî û bazirganî ye. Armanca me ew e ku bi tene çerxa vê dere bizivire ku me got nêzîkî 20 hevkarên me li vê derê hene. Bila bi tenê çerxa me bizivire ku em bikarin xwe bigehînin bêhtir kesan. Dê du şaxên me hebin, şaxa yekem em dersên bêpere bidin, şaxa duyem jî ji bo zivirîna çerxa vê derê jî em ê pereyan bistînin. Anku ji hinek astan em ê pereyan bistînin lê ji hinek astan em pereyan nastînin.”
Kurdîxane Akademî, Şaneşîn Performans, Dengê Pirtûkan, Mak Pirtûk û gelek destgehên dîtir ên ku ji alîyên mamosteyên kurdî ve hatine avakirin, nîşaneyên bihêz û dildarîya mamosteyên kurdî ne ku her çend tayînên mamosteyên kurdî neyên kirin jî em bi rêyekê xwe digehînin miletê xwe û di xizmeta gelê xwe de ne.