Nava Kawa Nemir, di wergêrana ji îngîlîzî bo kurdîya kurmancî de bûye hêma. Mirov dema ku bibêje wergêrana îngîlîzî bo kurdî teqez Kawa Nemir di hişê mirovî de zindî dibe.
Gelek salan ez ji xebatên Kawa Nemir dûr bûm. Sedem çi bû?! Ferasetek û pêşdarazek çêbûye li ser zimanê Kawa Nemir ji alîyê civata me ya kurdî de; “Zimanê Kawa Nemir, gelek giran e, nayê fehmkirin, kurmancîya wî, ya çêkirî ye…” Bivênevê xwînerên nû yên kurdî angajmanê wan dîyardeyan dibin.
Di zivistana sala 2015an de Ehmed Huseynî hatibû Amedê. Li kitabfiroşgeha Aram, gotûbêjek ji bo wî hatibû lidarxistin di 01.02.2015an de. Cara yekem min wê rojê li ber derîyê Aramê Kawa Nemir dît, Şener Ozmen jî li gel wî bû.
Selamî Esen, helbesta Kawa Nemir, ya Rawestgeha Dîlên Şikestî xwendibû û li ser You Tube’yê belav kiribû. Di wê helbestê de van risteyan, dilê min gelek sivik û rehet kiribûn:
“min tu dişibandî qurnefîlekê ji qurnefîlan
ez mirovekî bê paseport im, zirav im, helbestkar im
kurê dayîkeke bindest im”
Hezkirina Min a ji Kawa Nemir, Kengî Dest pê Kir?
Di roja 15.12.2017an de, anku di zivistana wê salê de, li Enqereyê, li Destar Kafeyê li ser kitaba nû ya Kawa Nemir -Morana Gerdûnê Bayê Labûte- gotûbêjek hatibû lidarxistin. Ez ne xelet bim gotûbêja wî di seat 19.00an da dê dest pê bikira.
Di heman rojê de çalakîyek din jî li Enstituya Goethe ya Enqerayê hebû. Nayê bîra min mijara wê çalakîyê çi bû. Çalakîya Enstituya Goetheyê xelas dibû, piştî wê nîv seat dî wê gotûbêja Kawa Nemir dest pê bikira. Di navbera Enstituyê û Destarê de herî kêm deh deqîqe ye. Li Enqereyê bi tenê Enstituya Goethe ya Enqera û Navenda Çanda Fransîyan ya Enqeraeyê, piştî çalakîyên xwe kokteyl çêdikirin û belaş şerab didan. Ji ber ku ez mirovek demildest im. Min di xwast tam di wextî de ez xwe bigihenim gotûbêjê. Di nav bîst deqayan de min heşt qedex şerab vexwar!… Nayê bîra min, min çawa xwe gihand Destarê. Ez çawa hilkişiyam qata pencan… Naveroka gotûbêjê jî nayê bîra min lê tê bîra min, min pirsek ji Kawa Nemir pirsîbû.
Min daneyek Morana Gerdûnê wek xelat ji bo Syê da îmzakirinê… Lê firsend çênedibû ez wê xelata giranbuha bidim Syê… Jixwe tu carî jî ev firsend dê çênebe!… Weku Kawa Nemir di helbesetek xwe ya qerase de mizgînî dide dilên şikestî:
“Destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan”
Bi xwendina Morana Gerdûnê Bayê Labûte di hişê min de ferasata Kawa Nemir sed û hêştî derece hat guhertin. Bi wê berhemê hem min ji Kawa Nemir hez dikir hem jî min berhemên wî yên din meraq dikir.
Di sala 2019an de wergêrana Kawa Nemir -Piling a William Blake- di Mardin Sahaf de kirîbû. Yekem wergêrana Kawa Nemir e ku min xwendibû ev pirtuk bû. Wergêrana Kawa Nemir ew qas bilind bû, ruhkurd û bedenkurd bû ku jixwe qet behna tirkî ji helbestên Piling nedihat. Kurmancî gelek berfirehtir kiribû û weku ku Kawa bi kurmancî ji nû ve William Blake vejandî.
Ez bi Pilingê fêr bûm ku Kawa Nemir çi qas wergêraneke gewre û resen e. Min zêdetir berê xwe dida wergêrên wî.
Di pirtukfiroşê Ensarê, Xana Hesen Paşeyê, di nav rafa herî erzan de ez rastî wergera wî ya Ji Çîn û Maçînê ya Ezra Pound hatîbûm û bi 2 lîre û nîvan min kirîbû. Di nav vê kitabê de helbestek heye. Bûye wek mottoya jîyana min…
Piştî Ezra Pound, min berê xwe da wergêrên wî yên Pêşengno! Lo Pêşengno! Ya Walt Whitman û Welatê Bejî û Deh Koroyên ‘The Rock’ê ya T.S. Eliot. Li Enqere, ez mêvanê dostê hêja û qedirbilind Nesim Guren bûm, di nav kitabên Nesîm de ez rastî ev her du wergêrên bêhempa hatibûm, Nesîm ev her du berhemên giranbuha dîyarî min kirin…
Ji meha Sibata 2023an ve hata îro jî, nêzika deh mehan e, ez bi wergêra Kawa Nemir, Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî ya W. B. Yeats radibim û rûdinim.
Kawa Nemir, metnên ku di ciwanîya xwe de wergêrandine, di wan metnan de îspat dike çi qas wergêrekê mezin e.
Piranî xwendinên min wergerên bi tirkî ne, ji xêynî çend navan xwendina edebîyata tirkî temaşekirina sînemaya tirkî ji min ra wek beradayîbûna wext tê. Dema ku ez wergêranên Kawa Nemir û baştirîn wergêrek tirk didin ber hev: Ê wan wekî girekê li çolistanê Asyayê Navînê bin; ên Kawa Nemir wekî Çîyayê Araratê ne.
Di rojên min ên li Stenbolê de Salname ya Kawa Nemir, her di bin destên min de bû. Min çend çar hewil bidaya li ser Salnameya bi navê “Vejendina Hêrs û Tolê” nivîsekê binivisim jî ev xebat her wek qalib ma!..
Di helbestvanîya Kawa Nemirî de risteyên gelek serobinker hene. Wek mînak “Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?”
Wergêrana Kawa Nemir, Ulysses ya James Joyce ji hezaran alîyan ve wek şoreşekê ye. Wergêra Ulysses hem ji bo zimanê me hem jî edebîyata me, ji bo hunerê ji bo rewşenbîrîya me şoreşek e. Wergêra Ulysses mijara hezaran nivîs, tezên mesterê û doxtora û xebatên taybetî ne.
Şoreş ne wergêrana Ulysses, şoreşê wergêra Kawa Nemir e… Kesek din Ulysess werbigêrîne ez wek şoreş nabînim la ez wergêra Kawa Nemir wek şoreşek pênase dikim. Kesek din nikare wek Kawa Nemir Ulyssesê werbigêrîne… Bi wergêrana Ulyssesê oqyanûsekê ji me ra çêbike.
Hevalekê carekê gotibû “kesekê tirkî nizanibe nikare Azadîya Welat fehm bike” Aqilek me ye çawa çêbû gidîyo… Kawa Nemir hem bi wergêran û hem jî bi şîîrên xwe hewil dide ku wî aqilî bişkêne. Ji ber ku Kawa Nemir metnên xwe bi wî aqilî nafirîne ji ber wê zimanê Kawa Nemir nayê fehmkirinê…
Wergerandina Ulyssesê şkandina aqilê tirkî ye, ji nû ve serdestkirina aqilê kurdî ye. Tişten ku di sistematizekirina zimanê xwe de li derve hiştine, xwedî derketina wan tiştan. Ulysses, cîhaneka berfirehtir a kurdî û aqilê kurdî pêşkeşî me dike.
Kawa Nemir, bi her xebata xwe hewil daye ku “qumaşê” me bike, giranbuhatirîn qumaşê cîhanê.