Mirovan bi hezar salan meraq dikirin gelo di ezmanan de çi heye. Dixwestin bizanin tav, hîv, stêrk çawan e. Di demên berê de mirovan bi tenê bi çavê xwe ve lêkolînên xwe dikirin. Ji ber ku amûreke wisa tunebû pê li ezmanan binêrin. Lê di sala 1608an de berçavkfiroşê Holandî Hans Lippershey cara yekê teleskobek çekiriye. Bi vî karê xwe Hans Lippershey xizmeta Dewleta Holendayê kiriye. Navê Hans li cîhanê gelekî berbelav bû. Bi saya Hans xebatên li ser ezmanan hêsantir bûn. Ji wan kesên bi teleskoba Hans karê xwe dikirin yek jî Galileo Galilei bû. Galileo hin taybetmendîyên din jî li teleskoba Hans zêdekirin û pê li ezmanan nihêrî.
Her ku çû zanistvanan tişt li teleskoba Galileo zêde kirin. Piştî Galileo Johannes Kepler di salên 1630an de bi du heb lensên kop(convex) teleskoba wê serdemê baştirkir û pê xebatên xwe kirin. Lê belê teleskob hingê çiqasî bi pêş ketibin jî kêmasiya wan hebû, têrî nêrîn û lêkolînên stêrnasan nedikirin. Di derdora dîmenên teleskobên wê serdemê de xetên şêlî(nezelal) derdiketin. Ji ber ku tîrêjên reng cuda dihatin ser lensan bi alîyên cuda dihatin şikeştin. Heta sala 1668an ev pirsgirêk hebû lê Isaac Newton ji bo vê pirsgirêkê li dewsa lensan neynik bi kar anîn .Ji ber ku divê teleskob tîrêjan kom bike. Ji bo vê yekê jî Newton ne lens neynik bi kar anîne. Bi vê rêbaza Newtonî piranîya teleskoban niha bineynik in.
William Herschel di sala 1781an debi teleskoba xwe ya mezin Ûranûs kefş kir. Telesoba William Herschel heta niha teleskoba herî mezin bû. Di teleskoba William de ev fikir hebû: Tîreya teleskobê çiqasî mezin be yê evqasî zêde tîrejan kom bike. Bi vê fikrê piştî teleskoba William Herschel teleskobçêkerên cîhanê dest bi çêkirina teleskobên mezintir kirin. Ji wan yek jî Teleskoba Asoya Bûyerêye (EHT). Stêrnasan di sala 2019an de cara yekê bi vê teleskobê dîmenê Çehla Reş(Balck Hole) girtin.
Ji bo stêrnas bigihêjin pitir agahîyan di sala 1923an de Hermann Oberth got: ‘‘Heke teleskobek li fezayê bi cîh be, li wir bisekine, em ê bibin xwedî zêdetir agahiyan.’’ Bi vê fikrê jî Teleskoba Hubbleyê ya Fezayê derket. Teleskoba Hubble ya Fezayê projeya NASA û ESA (Ajansa Fezayê ya Ewropayê) bû û di 4ê Nîsana 1990an de şandin fezayê. Heta niha me bi saya Teleskoba Hubbleyê gelek agahiyên girîng bi dest xistine. Piştî Teleskoba Hubble NASAyê di 6ê Adara 2009an de teleskoba Kepler jî şand fezayê. Bêguman stêrnasîyê de sekinandin qet nebûye. Piştî van teleskobên girîng teleskobek heye ji hemîyan baştir e. Ew jî Teleskoba James Webb e. Ev teleskob ji aliyê NASAyê ve hatiye amadekirin û di sala 2021an de şandine fezayê. Ev teleskob, bi şiklê xwe ve jî ji hemîyan cudatir e.
Meraqa ji bo ezmanan her bi me re bû. Mirovan her dem dixwestin bizanin di vê ezmanê de çi heye. Bi vê meraqê em ji teleskoba Hans heta teleskoba James Webb hatin. Belkî di siberojê de ev teleskobên heyî jî têrî me nekin û teleskobên cudatir jî çêbin.