Gava bicihanîna daxwaz yan jî emrekê ji hêla civakîbûna mirovî û berdewamîya civakê ve hate şîrovekirin, pêkan e ku mirov vê yekê normal û heya radeyekê “pêwîst” bibîne. Civaka ji hêla mirovan ve li ser pêwendî, danûstandin û kirinên kollektîf hatî avakirin, ji bo berdewamîya xwe dîsa hewcehîya van rehekên avakar dibîne. Ango ji bo ku civak ava bimîne, divêtîya hebûna pêwendî, danûstandin û kirinên kollektîf ya endamên civakê heye.
Ev rehekên avakar ên civakê, ango pêwendî, danûstandin û kirinên kollektîf, ji koma herî biçûk a civakê (malbat) bigire, heya koma herî mezin ya modern (netewe) hema hema bi rengekî li dar in. Endamên malbatê di çarçoveya pêwendî û danûstandinan de ewil malbatê ava dikin û dû re kirinên wan yên hevpar, van pêwendî û danûstandinan xurt dikin û wê girêdana bi navê malbatê hatî avakirin, qewî dikin. Di pêvajoya vê avabûnê de qeyd, rol û nirx tên avakirin û malbat li ser van şêwe digire. Heman pêvajo di komên din de jî bi rengekî nêzî vê yekê teşeyî dide xwe. Ango komên din ên civakê jî di nav pêvajoyeke bi vî rengî re derbaz dibin û her komek, di encama pêwendî, danûstandin û kirinên hevpar de qeyd, rol û nirxên xwe ava dike û li ser wan teşeyî digire.
Piştî vê avabûnê, îcar hewcehî bi wê yekê heye ku ev “avahî” li ser pêyan bê girtin. Ya dike ku ev yek pêkan be jî qebûl û rêzgirtina van qeyd, rol û nirxên hatî destnîşankirin û bicihanîna daxwazan e, yên ji alîyê van ve tên kirin. Helbet avakirina kom an jî civakekê ya li ser van qeydan û liserpêmana van kom û civakan jî girêdayî hebûna desthilatekê (dadgeh, leşkerî, rêveberî, sazîyên bûrokratîk, serok û her tişteke xwedîyê hêza “dan kirin”ê) ye, ku endamên civakê tevgerên xwe li gorî wê dîyar dikin. Ji hêla berdewamîya civakê ve, bicihanîna daxwazên desthilatê erênî û çeker e, ku civakê li ser xwe digire. Li alîyeke din, gava bicihanîna daxwazên desthilatê rûxîner jî be, pêkan e ew daxwaz dîsa jî bên bicihanîn, yan jî di mirovan de şîyana bicihneanîna daxwazên rûxîner heye?
Di navbera salên 1933 – 1945an de li Elmanya û Ewropayê, li hemberî Cihûyan komkujî tê kirin û nêzî 6 milyon Cihû, bi şêweyên gelekî hovane tên qetilkirin. Ya di vê komkujîyê de diqewime û hemû kesê heyîrî dihêle, bi awayekî nedîtî şirîkatîya hemû endamên civaka Elmanan e. Ango ne bi tenê leşker, her weha endamên ji herî rêzê yên civaka Elmanan jî beşdarî vê komkujîyê dibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji bo fêmkirina vê yekê gelek lêkolîn tên kirin û Stanley Milgram jî di salên 1960î de, ji bo fêmkirina hêza desthilatê û îtaeta mirovan hin ezmûnan çêdike. Milgram meraqa wê yekê dike ka mirov çima, çawa û kengî bêtir îtaetê dikin, ango daxwaz/emran bi cih tînin.
Ezmûnên Milgram1
Wekî me li jorê jî behsa wê kirî, ji bo berdewamîya civakê, bicihanîna hin daxwaz û emran û rêzgirtina li hemberî rêgezên civakê bivênevê û avaker e. Lê li alîyê din, hin daxwaz û emrên wisa jî hene ku rûxîner in û bicihanîna wan dikare bibe sedema gelek nexweşî û xirabîyan. Milgram jî dixwaze vî alîyê rûxîner ê bicihanîna daxwaz/emran, ango îtaetê fêhm bike û bibîne ka mirov di kîjan rewşan de û heya çi radeyê dikarin îtaetê bidomînin. Milgram ji bo vê yekê ezmûnên xwe di heman çarçoveyê de lê di rewşên cuda cuda de dubare dike.
Ezmûna Birêvebirina Stanley Milgram, ceribandineka psîkolojiya civakî ye ku ji hêla psîkolog Stanley Milgram ve li Zanîngeha Yale’yê di sala 1961 de hatîye çêkirin. Ev ceribandin ji bo pîvandina guhdana kesan ji kesayetiyên desthilatdar re hate çêkirin. Ji beşdaran, di rola mamostetîyê de, hat xwestin ku şoke bidine şagirtekê (ya rastî lîstikvanek) dema bersivên nerast bide. Her çend şok her ku diçû giran dibû jî, gelek beşdaran berdewam kirin ku rêwerzên rayedaran bişopînin. Ev ceribandin navdar e bi eşkerekirina asta pabendbûna mirovan ji desthilatdariyê re û çawa ev guhdan bandorê li darazên exlaqî yên takekesî dike.
Azmûnên Mîlgram Çawa ne?
Milgram di destpêkê de bi îlanên rojnameyî, ji ezmûnên xwe re li ezmûneran gerîya û çarçoveya ezmûnê wekî ezmûneke derûnnasîyê rave kir, ya ku li ser bandora cezayê ya li ser hînbûnê disekine. Ji bo vê yekê hin ezmûner dê bibûna xwendekar û hin jî bibûna mamoste. Di vê çarçoveyê de, di navbera ezmûneran de pişk tê avêtin û hin ji wan dibin mamoste û hin jî xwendekar. Karê mamosteyî ew bû ku, hin cotepeyvên divêya xwendekarî ji ber kiribûya bi awayekî bi deng bilêv bike û li bendê be ku xwendekar wan dubare bike. Her cara ku xwendekarî şaşîyek kiriba, divêya mamosteyî bi şoqa ceyranê ew ceza bikira.
Mamoste li ber makîneyeke mezin a şoqê rûdine û li ser makîneyê tûşên rêjeya şoqê li ser nivîsandî hene, ku di navbera 15 û 450ê de ne û li ser wan bi awayê nivîskî zêdebûna şîdeta şoqê jî hatîye nivîsandin. Li alîyê din xwendekar (di eslê xwe de lêkolîner bi xwe ne) li odeya alîyê din li ser kursîyekê tê rûniştandin û dest û pîyên wî tên girêdan û elektrotên ji makîneya şoqê jî bi destên wî ve tên girêdan. Berîya destpêkê xwendekar behsa pirsgirêka dilê xwe dike û dibêje ger ezmûn zerê bide min ez naxwazim tevlî ezmûnê bibim lê lêkolîner dibêje şoq ne bi talûke ne û şoqeke ceribandinê dide yê mamoste. Ev şoq di eslê xwe de têra xwe bi şîdet e lê ji mamosteyî re tê gotin ku ev şoqeke normal e.
Di Dema Azmûnan de…
Di pêvajoya ezmûnê de xwendekar, yan jî ezmûnerên sexte, car caran bersivên şaş didin û yên mamoste jî li gorî vê yekê şoqê didin xwendekaran. Her cara ku bersivên şaş tên dayîn, mamoste şoqa zêdetir dide û li alîyê din bi zêdebûna şoqê re, hawara xwendekarî jî her diçe zêdetir dibe, dîwaran dide ber pehînan û heya ji demekê paş êdî deng jî jê dernakeve û bi temamî bêdeng dibe. Di vê hînê re lêkolîner jî ji mamosteyî re hingî gavê gotinên wekî “divê tu berdewam bikî”, “divê ev ezmûn biçe serî” dike û wî piştrast dike ku berpirsîyarî ya lêkolînerî ye. Di vê pêvajoyê de tê dîtin ku %65ê ezmûneran heya 450ê diçin, ku şoqa kujer e. Lê helbet di rastîyê de tu şoq tunin û hawara xwendekaran jî xapînok e lê haya ezmûnerên rasteqîn (mamoste) ji vê yekê tune.
Armanca û Sînor û Dînamîkên Azmûnan
Helbet ezmûn di eslê xwe de ne li ser hînbûnê lê li ser îtaetê ye. Milgram dixwaze bibîne ka dê ezmûner heta çi radeyê, çawa û kengî îtaetê bidomînin û ji bo vê yekê jî heman ezmûnê di çarçoveyên cuda cuda de pêk tîne. Di ezmûna ewil û helbet ya klasîk de, mamoste û xwendekar li du odeyên cuda ne û hev û du nabînin û bi tenê bi têlefonê danûstandinê dikin. Di vê rewşê de %65ê ezmûneran heta dawîyê diçin û şoqa 450v’ê didin xwendekarî.
Gava mamoste û xwendekar di heman odeyê de bin û mamoste êşkişandina xwendekarî rasterast dibîne, rêjeya îtaetê kêm dibe. Û ger mamoste ji bo şoqdanê mecbûr bimîne destê xwe bide xwendekarî, rêjeya îtaetê hêj kêmtir jî dibe. Di rewşeke din de ezmûner, bi çend ezmûnerên din re (lêkolîner bi xwe ne) di heman demê de ezmûnê pêk tînin û gava dibînin ku ezmûnerên din şoqê didin, ew bi xwe jî zêdetir şoqê didin, ango di vê rewşê de, gava dibînin hinekên din jî dikin, ew jî hêsantir heya dawîyê diçin û rêjeya ezmûnerên heya dawîyê diçin di vê rewşê de digihîje %93yê.
Berevajîyê vê, gava ezmûneran bidîta ku hin ezmûner (lêkolîner bixwe ne) dev ji ezmûnê berdidin û îtaet nakin, wan jî kêmtir îtaet dikir û heya %90ê ezmûneran dev ji ezmûnê berdidan. Li alîyeke din hebûna lêkolînerî jî bandoreke zêde li ser ezmûneran dike. Ango gava lêkolîner bi ezmûneran re di heman odeyê de bûya, îtaet jî zêdetir dibû. Lê gava lêkolîner ne li wê derê lê li cihekî din bûya û ne bi rasterast lê bi têlefonê yan jî bi awayekî din daxwaza berdewamîyê bikira îtaet jî kêmtir dibû.
Mirov ji encamên ezmûnên Milgram digihîje wê encamê ku, gava ezmûner bikaribin berpirsîyarîyê ji ser milê xwe bavêjin û li lêkolînerî (desthilat) bikin, bi awayekî hêsantir dikarin îtaetê bikin û daxwaz “kujer” jî bin, heya dawîyê wan bi cih bînin. Ango îtaeta dikin ger berpirsîyarîyê li wan neke, bi hêsantir îtaetê dikin. Yan jî ger berpirsîyarî bê belavkirin, ango kesên din ên heman tiştî dikin hebin jî îtaet zêde dibe, heya di ezmûnên Milgram de rêjeya îtaetê ya herî zêde di vê rewşê de tê dîtin (%93). Lê gava hinekên din îtaetê nekin, ango di wê rewşê de yên îtaetê nakin hebin, rêjeya îtaetê jî kêmtir dibe. Mirov dikare vê yekê bi du awayan şîrove bike; ya ewil berpirsîyarî rasterast dikeve ser milê takekesî û loma îtaet nake, ya duyem jî ji bêîtaetîya yên din hêzê digire û loma îtaetê nake. Lê pirs ev e, ev têra fêhmkirina sedemên komkujîyekê dike yan komkujîyek ji berpirsîyarî û îtaetê wêdetir e?
Çavkanî
1- Eliot S. Taylor, Peplau, L. A., Sears, D. O. (2015), Sosyal Psikoloji (çev. A. Dönmez), İmge Kitabevi, Ankara. (tê de).