Neurohormona oksîtosînê ji bo pêşvebirina girêdana civakî û afirandina hestên dilşad ên li dora tiştên wekî huner, werzîş an seksê, navdar e. Lêbelê, vê hormonê di heman demê de gelek fonksiyonên din jî heye, wek ji bo jinan mêjandina zarokî û girêbestên binzikî û ji bo meran jî rêkxistina jêavêtinê, veguheztina spermê û hilberîna testosteronê. Ev hormana evînîyê bandoreke xurt li ser tenduristîya dilê mirovan dike.
Lekolînvanên ji Zanîngeha Eyaletê ya Michiganê di çandên zebramasî û hucreyên mirovan de destnîşan dikin ku oksîtosîn xwedî fonksiyoneke dî ya neçaverê ye: Hucreyên masûlkeyê yên ku girêbestên dilî diafirînin, ew hucreyên stem ên ku ji tebeqeya derve ya dilî (epicardium) têne derxistin teşwîq dike ku koçî tebeqeya wê ya navîn (myocardium) bikin û li wê derê di nav kardiyomiyositan de cûda bibin. Ev vedîtin dikare rojekê were bikaranîn bo nûjenkirina dilê mirovî piştî kirîza dilî. Encam di Frontiers in Cell and Developmental Biology de têne weşandin.
Dr. Aitor Aguirre alîkarê profesor e di Beşa Endezyariya Biyolojîkî de li Zanîngeha Dewleta Michigan û nivîskarê payebilind ê lêkolînê dibêje; “Li vê derê em destnîşan dikin ku oksîtosîn, neuropeptîdek ku wekî hormona evînê jî tê zanîn, dikare mekanîzmayên tamîrkirina dilî di dilên birîndar de di çandên zebramasî û hucreyên mirovan de çalak bike, derî li dermankirinên nû yên potansiyel ji bo nûvekirina dilî li mirovan vedike.”
Hucreyên Wekî Stemê Sikarin Kardiyomiyositan Nûjen Bikin
Kardiyomiyosit gelek caran bi hejmareke mezin piştî krîza dilî dimirin. Ji ber ku ew hucreyên pir pispor in, nikarin xwe nû bikin. Lêbelê, lêkolînên berê destnîşan kirin ku binkeyeke hucreyên di epikardiyomê de dikare ji nû ve were bernamekirin da ku bibin şaneyên mîna stemê yên bi navên Epicardium-derived Progenitor Cells (EpiPCs) ku dikarin ne bi tenê kardiyomiyositan lê di heman demê de celebên din ên hucreyên dilî jî nûjen dikin.
Aguirre diyar kir, “EpiPCê wekî kevirkêşan bifikirin, ên ku di Serdema Navîn de li Ewropayê katedral tamîr dikirin.” Mixabin ji bo me, hilberîna EpiPC ji bo nûvekirina dilî di mirovan de di bin şert û mercên xwezayî de bêbandor e.
Zebra balığı bize kalpleri nasıl daha verimli bir şekilde yenileyeceğimizi öğretebilir
Zebramasî: navdar in bi kapasîteya xwe ya awarte ya nûjenkirina organan, mejî, retina, organên hundirîn, hestî û çermî û wekî dî. Kirîza dilî li dor wan çênabe, lê pirê ajelên dirinde dil jî di nav de dema tiştekê gez dikin keyfxweş dibin; Wehareng, lehza ji çaryeka dilê zebramasîyî wenda bibe dikare ji nû ve mezin bike. Ev hinekê ji hêla pirbûna kardiyomiyositan ve, di heman demê de ji hêla EpiPC ve jî tê kirin.
Gelo EpiPC’ên Zebramasî Çawa Dikarin Dilî Ev qas Bibandor Sax Bikin?
Ma em dikarin ji zebramasîyî “şivikek serbaz” peyda bikin ku dikare bi sûnî hilberîna EpiPCê ji bo mirovan zêde bike? Nivîskar dibêjin erê û bawer dikin ku ew “şivika serbaz” her wekî oksîtîsînê xuya dike.
Ji bo ku bigihîjin vê encamê, nivîskaran dîtin ku di zebramasîyî de, vegotina mêjî ya RNA-ya peyamber a ji bo oksîtocsînê di nav sê rojan de piştî cryoinjura (birîna ji ber cemidînê) ya dil 20 qat zêde bûye. Wan her weha destnîşan kirin ku ev oksîtosîn dûv re diçe epîkardiyuma zebramasîyê û bi reseptorê oksîtosînê ve gire dide, kaskek molekulî derdixe holê ku hucreyên herêmî teşwîq dike ku berfireh bibin û di EpiPCê de cuda bibin. Dûv re ev EpiPC-yên nû derbazî miyokardiyûma zebramasîyî dibin, li wir ew di nav kardiyomiyositan, damarên xwînê, û şaneyên din ên giring ên dil de vediguhêzin da ku li şûna yên winda bûyî bi cih dibin.
Bandoreke Bi Vî Rengî li Ser Çandên Tevna Mirovan
Ya herî giring, nivîskaran destnîşan kir ku oksîtocîn di vitroyê de bandoreke wekhev li ser tevna mirovan heye. Oksîtosîn – lê yek ji 14 neurohormonên din ên ku li vir hatine ceribandin tune – çandên Hucreyên Stem Pluripotent Enduced Mirovan (hIPSCs) teşwîq dike ku du caran ji rêjeya bingehîn di EpiPCê de cuda bibin: bandorek bihêztir e ji molekulên din ên ku berê hatine destnîşankirin ku hilberîna EpiPCê di mişkan de hişyar dikir.
Berevajî vê, têkçûna genetîkî ya receptorê oksîtosînê pêşî li çalakkirina nûjenkirî ya EpiPC-yên mirovî di çandê de girt. Nivîskaran her weha destnîşan kirin ku girêdana di navbera oksîtosîn û teşwîqkirina EpiPC de “rêya nîşana TGF-β” ya giring e ku tê zanîn ku mezinbûn, cudabûn û koçkirina hucreyan bi rêkûpêk dike.
Aguirre lê zêde kir: “Ev encam destnîşan dikin ku teşwîqkirina hilberîna EpiPC ji hêla oksîtocinê ve di nav mirovan de bi giringî bi pêşveçûnê tê parastin. Oksîtosîn ji ber sedemên din li klînîkê bi berfirehî tê bikaranîn, ji ber vê yekê ew ji bo veguheztina nexweşan piştî zirara dilî ne guncav e. Xeyala me demeke dirêj e. Vejandina dilî b itenê “Heke ew qismî be jî, feydeyên nexweşan dikarin pir mezin bin.”
Her weha Aguirre destnîşan ku; “Pişt re, pêdivî ye ku em li oksîtosîna mirovan binerin piştî zirara dil. Oksîtosîn bi xwe di gerîdeyê de demek kurt e, ji ber vê yekê dibe ku bandorên wê li ser mirovan were astengkirin. Dermanên ku bi taybetî hatine çêkirin ku nîv-jiyana dirêjtir an hêzek mezintir heye dikarin bibin, di vî warî de kêrhatî ye. Bi gelemperî ceribandinên klînîkî yên li ser heywanan dikarin werin bikaranîn.” Ji bo pêşveçûnê ceribandinên pêşîn û ceribandinên klînîkî yên li ser mirovan hewce ne.”