Di vê nivîsa xwe de me han(hewil) da em lîsteya hindek cihên gerînê dîyar bikin li çend bajarên kurdan ên li Bakur. Li dû vê yekê li çend bajaran me cihên tarîxî, dînî, xwezayî û sosyal dîyar kirin. Helbet me jî dixwest em yek bi yek behsa van cihan bikin û wan bidin nasîn, lê belê mecala me bo vê yekê nîne. Ji ber ku bi sedan cih hene êm nikarin van yek bi yek bidin nasîn. Heger tiştek wesa bê kirin jî eve dê bibe pirtûkek mezin. Belkî me li ser çend cihên dîyar şiroveya xwe kiribe. Me nexwest em zêde agehîyên klîşe bidin, jixwe tiştên sereke dîyar in. Hema bêje li her bajarî ji bilî mekanên dîrokî aktîvîteyên sosyal yên wekî kafe, bar, cihên werzişê, seyrangeh û hwd hene. Bajarên jêrê havînan kel û germ in, gera zivistanan xweş e; bajarên jorê anku yên Serhedê jî zivistanan cemidî ne, zivistanan navendên hilisînê hene û gera havînan lê xweş e.
AMED
Amed li gel dîroka xwe ya sedsalane û mecalên xwe yên îro bajekê pêşkeftî ye. Di her qada jîyanê de mirov dikare lê bijî. Taybet ji bo cimaeta kurdî bûye parêzgehek. Ji bo gerînê gelek cihên dîrokî lê hene. Her weha aktîvîteyên cur bi cur dikare lê bêne kirin. Weke din cihên wekî cafe û baran jî peyda dibin. Di standartên cîhanê de ye. Helbet hemî cih me nenivîsîn bi tenê yên sereke ev in:
Pira Dehderî, Surên Amedê, Mizgefta Mezin a Amedê, Xana Hesen Paşa, Mînareya Çarling, Muzexaneya Arkeolojîyê, Dêra Dayika Meryemê, Dera Surp Giragos ya Ermenîyan, Mizgefta Behram Paşa, Baxçeyên Hewselê, Tirba Hz. Silêman, Mala Dengbêjan, Pira Malabadî (Farqîn), Mizgefta Silehedîn Eyûbî (Farqîn), Kelha Farqînê (Farqîn), Şkeftên Silêman (Çinar) Kelha Zerzewanê (Çinar) û hwd.
MÊRDÎN
Li ser dinyayê du bajarên bi tevahî tarîxî hene ku hêj jî insan tê de dijîn. Bê guman yek ji wan Mêrdîn e. Helbet qesta me bajarê kevn e; ne bajarê nû ye. Ya rastî hewce nedikir mirov navê van cihên dîrokî hemîyan binivîse ji ber ku bajêr komple kevnare ye. Hema geştîyar dikare bikeve nav bajêr û bê pirs û pirsîyar ji xwe re bigere. Tê de dêr, mizgeft, muzexane, hemam, qonax û gelek cihên dîtir hene. Her weha ev kevnarebûn ji xeynî navendê li navçeyan jî devam dike. Midyad xwe ji Mêrdînê nahêle. Li navçeyên wê jî gelek cihên xweş û dîrokî hene. Taybet ji bo seyrangehê Emrûd, Kurdis, Gundên Xursê, ‘Ewîna, Ava Spî û gelek cihên dîtir yên xweş hene. Her wekî dî cihên wekî cafe û baran jî peyda dibin. Taybet li Mêrdînê gelek cureyên eraqê hene ku li wê derê dest têne çêkirin.
Bajarê Kevnare Dara, Manastira Deyrul Zafaranê, Medreseya Qasimîyeyê, Medreseya Zincîrîyeyê, Kelha Mêrdînê, Mizgefta Mezin, Muzexaneya Sakip Sabanci, Muzexaneya Arkeolojî û Etnografyayê ya Mêrdînê, Mizgefta Letîfîyeyê, Dêra Protestanan, Gundê Kilitê (Stewr), Sûka Qeyserîyeyê, Hemama Emîr Sihhî ya Dîrokî, Qonaxa Şatanyê, Qonaxa Şaxqulî, Xanîyên Mêrdînê, Sûka Têlkarîyan, Navenda Danûstanê ya Mall a Mêrdîn (avm), Dêra Mor Behnamê, Manastira Mor Gabriel (Midyat), Mêhvanxaneya Dewletê ya Midyadê (Midyat), Ava Spî – Serê Avê (Nisêbîn), Dêra Mor Yaqûb (Nisêbîn), Gundê Xursê (Qoser), Seyrangeha gundê Ewînayê û hwd.
ŞIRNEX
Piştî Tûfana Hz. Nûhî cara êkem gundê Heştan hate avakirin li quntara Çiyayê Cûdî. Her weha Cizîr ava bû ku bajarekê kevnare ye di dîroka dinyayê de. Tê gotin ku di dîrokê de hejmara wê milyonek nifûsê. Bes piştî çendîn caran mayî di bin avê de û şewutandinê û tiştên dîtir ew mezinahîya wê nemaye. Li bajêr gelek cihên dîrokî hene. Dîroka van mekanan rastrast bi dîroka kurdan ve girêdayî ye. Anku kurdan dîrokek baş heye li Cizîrê. Her weha li Şirnexê Cihên seyrangehê jî zehf in: Zom û zozanên Bêşebabê, Feraşîn, Kelehya, Qesirgê, Qera ‘Elo Dîno, Finikê û gelek cihên dîtir mînak in.
Medreseya Sor, Tirba Melayê Cizîrî, Tirba Memozînê, Birca Belek, Sûrên Cizîrê, Qesra Mihemed Axa, Mizgefta Mezin, Pira Yafesê, Mizgefta Hz. Nûh û Tirba wî, Medreseya Mîr Evdalîyê, Leşkergeha Hemîdîyeyê, Tirba Smaîl Ebûlîzê Cizîrî, Goristana Cizîrê ya Sedsalane, Muzexaneya Smaîl Ebûliz Cizîrî, Gelîyê Qesirgê, Parka Birca Belek, Sûka Tarî, (ev hemî li Cizîrê ne). Gundê Hesana (Silopya), Kelha Finikê (Basan), Medreseya Feqîyê Teyran (Basan), Germava Belqisê (Basan), Germava Zumrîtê (Bêşebab-Elkê), Gora Melayê Bateyî (Bêşebab-Elkê), Dêra Mor Dodo (Hezex), Sefînê (Çiyayê Cûdî) Dêra Dayika Meryemê (Hezex), Dêra Mor Yaqûb (Hezax) Qesra Elo Dîno (Hezex), Zozanê Feraşînê (Bêşebab-Elkê), Çiyayên Cûdî û Gabarê, Muzexaneya Etnografyayê ya Seyda Goyan (Qileban), Kelehya (Silopya), Tesîsên Baroyê, gundên Hebler û Şaxê, Cîzre Park Avm û hwd.
WAN
Yek ji bajarên xweş ên kurdan bê guman Wan e. Mezintirîn behra kurdan li vî bajarî ye. Gelek cihên dîrokî hene li Wanê. Taybet kesên ji bajarên jêrê havînan dikarin biçin Wanê ji bo bêhvedanê. Hem dikarin li cihên dîrokî bigerin hem jî dikarin bikevin avê û betlaneyê bikin. Her weha heçê ji gera xwezayê dar û daristanan, çil û çiyayan jî hes bikin dikarin biçin alîyê Miks û Elbakê an navçeyên Bidlîsê Hîzanê, Tetwanê an jî mêrg û çiyayên Colemêrgê. Her weha cihên wekî cafe û baran jî peyda dibin.
Behra Wanê, Girava Extamarê û Dêra Extamarê, Manastira Varagavank ya Ermenîyan, Pisîkên Wanê, Kelha Wanê, Taştêya Wanê, Îskeleya Wanê, Çiyayê Reş, Gola Arçakê, Navenda Danûstandinê ya Wanê (Van Avm), Sûlava Mûradîyeyê (Mûradîye), Girê Seyrê (Artamêt), Kelha Xoşabê (Payîzava), Gola Çalyanê (Payîzava), Vanadokya (Elbak), Kanîspî (Şax), Gora Feqîyê Teyran (Miks), Navenda Hilisînê ya Wanê û hwd.
BATMAN
Batman di eslê xwe de ne bajarek dîrokî ye ku berê 30-40 salan gundek bû bi dîtina neftê (petrol) îro ev qas mezin bûye. Batman dikeve herêma Xerzanê û navenda vê herêmê Heskîf e ku meseleya heskîfê jî dîyar e jixwe. Di navenda Batmanê de cihên dîrokî nînin bes li gund û navçeyan mizgeft û dêr û xanên kevn peyda dibin. Bes li gel geşedana bajêr li Batmanê gelek mecal û derfet û aktîvîte derketine meydanê ji pêşketinê. Heger rojekê rêka we bi Batmanê keft hûn dikarin biçin sînemayê, lîstikên zarokan, lîstikên şanoyê ku şano gelek pêş ketîye li Batmanê van salên dûmahîkê. Her weha cihên wekî cafe û baran jî peyda dibin.
Muzexaneya Batmanê, Lûnaparka Batmanê, Navenda Danûstandinê ya Worldmar (Worldmar Avm), Kevnebajarê Heskîfê (Heskîf), Manastira Mor Aho (Qûbîn), Manastira Mor Kiryakos (Qûbîn), Mizgefta Xizir Beg (Hezo), Pida Memikan (Hezo) û hwd.
BIDLÎS
Bidlîs bajarekê pir kevn e di tarîxa kurdan de. Di nav gelîyan de hatîye avakirin ku zivistanên wê dijwar in. Medrese, mizgeft, û gorên dîrokî lê hene. Ji xeynî mekanên xwe yên dîrokî cihekê gelek xwezayî ye. Behra Wanê heta Tetwanê tê ku taştêya li Tetwanê li ber behrê teqez divê di lîsteya geştîyaran de hebe. Heger zivistanê rêka we ket Bidlîsê hûn dikarin germavên wê jî biceribînin. Her weha cihên wê yên hilîsînê jî hene.
Muzexaneya Etnografyayê ya Bidlîsê, Medreseya lslahîyeyê, Bajarê Xirabe, Germavên Bidlîsê, Navenda Hilisînê (Kayak Merkezî), Behra Wanê (Tetwan), Çiyayê Newrûdê û Gola Nemrûdê (Tetwan), Navenda Danûstandinê ya Tetwanê (Tatvan Avm), Goristana Selçûkîyan (Xelat), Xana El Eman, Gumbeta Hoste Şagird (Xelat), Medrese û Şêxên Norşînê (Norşîn), Tirbeya Qelender Baba (Norşîn), Berava Elcewazê (Elcewaz), Gola Aygirê (Elcewaz), Gola Arînê (Elcewaz), Çîyayê Sîpanê (Elcewaz), Xwezaya Hîzanê (Hîzan) û hwd.
CULEMÊRG
Her çend em Culemêrgê bidin nasîn jî ji bo geşt û gerê em vê yekê bêyî dilê xwe dikin. Çi ku me nevêt insan vê xwezaya delal xirab bikin. Culemêrg biheşta li ser dinyayê ye. Xwezayeka bêhempa heye. Ji bo çiyageran çil û çiyayên berz lê hene, befr û kevîyên sedsalane, golên befrê, zom û zozanên nuwaze… Ji bo van cihan rê jî hatine çêkirin, “erê rêyên wê nexweşin, pê teketora werin, pê dewara werin.” Ahahaha.
Medreseya Meydanê, Nihala Cinnet û Cehnimê, Çiyayên Cîloyê, Medreseya Zeynel Beg, Çiyayê Simbêl, Muzexaneya Merşan, Zozanên Berçelan, Zozanên Golanê, Cihê Hilisînê yê Mêrga Bütan, Girê Reşko, Qesra Kayme (Şemzînan), Şkeftê Dirheyê, Çiya û golê befrê yên Satê (Gever) û hwd.
AGIRÎ
Yek ji bajarên kurdan yên xwedî dîrok Agirî ye. Li vê derê cihên dîrokî hene ku yek ji wan jî Tirba Ehmedê Xanî ye ku bo kurdan qedir û qîmetek mezin heye. turîzma zivistanê û cihê hilisînê, gumbed, medrese û mizgeftên hêjayî gerînê hene.
Çiyayê Araratê, Navenda Hilisînê ya Zêdkan, Çala Meteoran, Girê Anzawûrê, Gumbeda Brahîm Paşa, Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanî (Bazîd), Kelha Ûrartûyan (Bazîd), komên çîyagerîyê, Çiyayê Tendûrekê (Bazîd), Kelha Bazîdê (Bazîd), Germavên Gîyadînê (Gîyadîn), Kanyona Gîyadînê (Gîyadîn), Migefta Kevn a Bazîdê (Bazîd) û hwd.
MÛŞ
Mûş jî yek ji bajarên Bakur e. Li vê derê jî cihên tarîxî û seyrangehên xweş hene. Havînan mirov dikare daxilî lîsteya xwe ya gerê bike. Ji bo vexwarina çayekê mirov dikare biçe kelha Mûşê. Bila hûn nexapin li wê derê keleh tune bes kafeyek heye û bajêr hemî lê tê xuyanê. Çaya li ber wê dîmenê dê xweş e. Her weha ji bo seyranê Mercimekkale cihekê xweş e. Erê erê li wê derê keleh tune. Nizanim Mûşîyan çima her derê gotine keleh bêyî ku keleh hebe ahahah.
Kelha Milazgirê, Pira Mûradê, Çiyayên Kortikê, Seyrangeha Mercimekkaleyê, Navenda Danûstandinê ya Ceylanê (Ceylan Avm), Kelha Haspetê, Manastira Hawarîyên Pîroz, Parka Newala Laleyan, Laleyên Deşta Mûşê, Navenda Hilisînê ya Mûşê, Gola Xaçan (Kop), Gola Qazan (Milazgir) û hwd.
DÊRSIM
Yek Culemêrg yek jî Dêrsim; du biheştên kurdan li Bakur. Piştî ger û geşta xwezayê, gerîna cihên dîrokî dê gelek xweş be. Her weha bi aktîvîteya keştîyan di Çemê Mûnzûrê de gelek tê heskirin û çiyagerî.
Çemê Mûnzûrê yê Parka Millî, Kelha Pertekê, Dêra Ergenê, Medreseya Hemîdîyeyê, Mizgefta Kaleyê, Tirba Beyrambaba, Kelha Rabatê, Aktîvîteya Keştîyan
Her weha heman tişt kêm zêde ji bo van bajarên li jêrê dikare bê gotin:
SÊRT
Mizgefta Mezin, Şkeftên Botanê, Kanyona Botanê, Mêrşrês a Nûr, Sabûnfiroşî, Tirbeya Weysel Qeranî (Hawêl), Kevirê Kun (Kevirê Qul), Terasa Seyrê ya Tîloyê (Tîlo), Germava Bilorîsê (Dihê), Pira Çarpiranê (Baykan) û hwd.
ÎDIR
Xirbeya Qereqeleyê, Çiyayê Araratê, Gumbeda Yûsif Qulî, Şkefra Bebekê, Seyrangeha Bûlakbaşiê, Çemê Arasê, Gola Masîyan, Çiyayên Îremê, Girên heftreng, Girên Ûrartûyan, Şkeftên Xwê (Qulp), Şkefta Koroxlu (Qulp), Xirbeyên Axura (Başko), Çala Meteorê (Têşberûn) û hwd.
ÇEWLIG
Giravên Melevan, Navenda Hilisîna Çewligê, Şkefta Zaxê, Germava Kosê, Navenda Danûstandinê ya Kalîumê (Kalium Avm), Navenda Hilisînê ya Hesarekê, Şkefta Kalkanê, Sûlava Çirê, Kelha Dano-Hînî (Dara Hênî), Germava Horhorê (Gêxî) Bendava Kanîreşê (Kanîreş) û hwd.
SEMSÛR
Çiyayê Nemrûdê, Tirba Zeynel Abidîn, Kevnebajarê Pirinê, Qonaxa Keleş, Muzaxaneya Semsûrê, Goristana Heyderan, Dêra Mor Petrus û Mor Paulus (St. Paul), Pira Cendereyê (Kalik), Pira Şeytên (Kalik), Kelha Kalikê (Kalik), Kevnebajarê Arsemeia (Kalik), Pira Zêr (Serê Golan), Zozanên Kurdekê (Alduş), Pira Biznayê (Serê Golan – Tût)
MEREŞ – GURGUM
Mizgefta Evdilhemîd, Muzexaneya Arkeolojîyê ya Mereşê, Mizgefta Mezin, Navenda Danûstandinê ya Piazza (Piazza Avm), Pira Ceyhanê, Şkefta Dongelê, Navenda Hilisînê ya Mereşê, Zozanên Mereşê, Kulîyata Eshabi Kehf (Avşîn) û hwd.
XARPÊT
Kelha Xarpêtê, Mizgefta Mezin, Mizexaneya Erkeolojîyê û Etnografyayê ya Xarpêtê, Tirbeya Mensûr Baba, Gola Hazarê, Sûka Sergirtî, Navenda Jîngeh û Keyfakirina Danûstandinê ya Mislandê, Dêra Surp Lusavoriç (Palo), Kelha Palo (Palo) û hwd.
ERZIROM
Medreseya Cotminare, Medreseya Yaqûtîyeyê, Navenda Hilisînê ya Palandokenê, Mizgefta Mezin, Kerwansaraya Rustem Paşa, Perîbacayên Narmanê, Kelha Erziromê, Sûlava Tortûmê (Azord), Gola Tortûmê (Azord), Pira Çopandede (Avnik) û hwd.
Sed hîvî daxwazên me ji we hene heger hûn bigerin van deran qirêj nekin û xirab nekin. Em hêvî dikin hûn geşt û gerên xweş bikin.