Gelek caran di nav malbat, heval û nasan de hebûna kesekî ku bi derûnîyê re elaqedar, dibe sedema parvekirina pirsgirêkên derûnî ku ev bi gotina: ”Derûnîya min jî xera bûye, dikarî rast bikî?“ dest pê dike. Belê, dema rewşa aborî, sîyasî û çandî a Kurdistanê û pê ve girêdayî krîzên berdewam ên cîhanê bi taybetî em van demên dawî bidin berçavan em ê bibînin ku ev atmosfera krîzê dibe sedema stres, depresyon û nexweşîyên curbecur ên derûnî ev jî di zêdebûna bengîtîya alkol, tiryak û madeyên hişbir de rola xwe heye û di civakê de dibin sedemên pêdivîya alîkarîya derûnî. Ev nivîs dê li ser mijara dema pêdivîya alîkarîya derûnî herwiha rastîya hevoka berbelav “Derûnîya min xirabûye” yê bisekine ku em fam bikin ka derûnî tiştekî xirabûnê ye an na?
Li gorî APAyê di teşxîs û tedawîya pirsgirêkên derûnî de pîvanka bingehîn ev e: Pirsgirêk di jîyana rojane de dibe asteng ku kesayet rutîna xwe bijî an na? Ev pirs di jihevqetandina pirsgirêkên rastî û ên derewîn de dîyarker e. Pirsgirêkên derewîn ango pirsgirêkên ku ji alîyên hin rewş,meylên bîolojîk, derûdor û hwd. bandorkeran ve derdikevin holê û bi realiteyê re tu elaqeya xwe tune ye. Mirov organîzmayên kompleks in û di jîyana xwe ya rojane de rastî gelek bandorkeran dibin û ev bandorker dibin sedem ku mirov gelek caran hêstên ji realîteyê dûr bijîn, di vê mijarê de mekanîzmayên arezû û tatmînê rola xwe yên girîng hene. Zêdebûna arezûyê her wiha kêmbûna tatmînê dibe sedem ku em hêstên ne rast bijîn her wiha ev pirsgirêk hêstên derbasdar in û di demên kurt de cihê xwe ji hêstên din re dihêlin. Ji ber vê jî jihevveqetandina van pirsgirêkan ji bo biryara girtina alîkarîyê girîng e. Taybetmendîya herî girîng a pirsgirêkên rastî daxistina konfora jîyanê a xwedîyê pirsgirêkê ye yanî Pirsgirêk jîyana xwedîyê pirsgirêkê zehmettir dike. Ev pirsgirêk bi rêya alîkarîyê tên çareserkirin. Pirsgirêkên nerast an jî hêstên ku ji bo mirovan dişibe pirsgirêkeke derûnî jî bi hayedarbûna vê pîvankê dikare rê li ber guherandina hisên wisa veke.
Civak bi tespîtên xwe yên di derbarê derûnîya kesekî de dikare pirsgirêka heyî girantir bike û çareserî jî zehmettir bike herwiha di jihevveqetandina pirsgirêkên rast û yên derewîn jî zehmettir bike. Civak vê bi rêya etîket dike û peyva “dîn”ê jî yek ji van etîketan e. Hevoka “Derûnî ya wê/î xirab bûye” jî di vê katagorîyê de ye. Pirsgirêkên derûnî çi yên rastî çi yên derewîn, bi rêya tespîtên anormalîyên reftarî(behavioral) û venasînî(cognitive) a ji alîyê civakê ve û helbet xwedîyê pirsgirêkê ve wekî xirabûna derûnîyê tê pênasekirin, gelo derûnî xwarin e an jî alavek e ku xirab bibe? Û ev pênaseya civakê çiqas rast e? Di serî de divê ev bê qebûlkirin ku em nikarin derûnîyê wekî dînamîkeke yekperçe qebûl bikin. Her çiqas her dinamîkên derûnî bi hev ve girêdayî be jî pirsgirêkên ku di hin alîyan de derdikevin ji sedî sed hemû fonksîyonên derûnî nikarin xirab bikin(îstîsna hene), ji ber ku em nikarin behsa tiştekî yekperçe bikin, bikaranîna xirabûna derûnîyê jî şaş e. Ev hevok vê darazê destnîşan dike ku mirov êdî tendirûstîya xwe ya derûnî winda kirîye û ne miroveke normal e. Ev etîketa civakî him jihevveqetandina pirsgirêkên rastî û derewîn de zehmetî derdixe him jî hêstên derbasdar ên dişibe pirsgirêkên rastî ên derûnî mayînde dike û wan ji alîyê têgihiştina pozîtîf a xwebûnê de ber bi bêpergalîyan ve kaş bike.
Di encamê de her hêstên anormal ên mirovan dibe ku ne pirsgirêkeke rastî a derûnî be û divê em hewl bidin ku xwe nas bikin û berbayê her hestê nekevin. Jixwepirsîna pirsa; ka pirsgirêka min di berdewamîya konfora jîyana min de dibe asteng an na? Dikare bibe pirseke jîyanî di tespîta pirsgirêkên rast ên derûnî de. Em nikarin derûnîyê wekî tiştekî yekalî qebûl bikin ku di pirsgirêkekî derûnî de hilweşe (helbet pirsgirêka giran dibe ku alîyên din ê derûnî jî helweşîne) ev belavbûna pirsgirêkê ya li ser hemû jîyana me ji bala me ya her tim a li ser pirsgirêkê çêdibe û ku mirov li ser pirsgirêkên xwe fokus nebin dikarin di alîyên din ên jîyanên xwe de zewqê bigirin. Ji alîye din ve hayedarbûna naveroka pirsgirêkê û neyekalîbûna derûnîya takekesî çewtîya hevoka “Derûnîya te xira bûye” jî destnîşan dike.