Fragmana lîstika “Harry Potter: Quidditch Champions”ê hate weşandin ku lîstikvan bi mereqeka mezin li bende bûn.
Her wekî tê zanîn gerdûna Harry Potter amade ye ku bi çêkirineka nû berfireh bibe. Harry Potter: Quidditch Champions dê di 3yê Îlonê de ji lîstikvanan re amade be. Di van demjimêrên dawîyê de jî fragmana nû ya lîstikê hate weşandin. Çêkerê wê şirketa Warner Bros Games û pêşxistina wê şirketên Unbroken Studies û Portkey Games e girtin ser xwe.
Wekî ji navê wê jî tê fêmkirin Harry Potter: Şampîyonên Quidditch, werzişa popûler a cîhanê Quidditchê ji xwe dike mijar û lîstikvan dê bijartina pozîsyonên wekî Lêgerîner, Dûketok, Qelevan an jî Nîşanger tama lîstikê derxe.
Nûkirinên Lîstinê Çi ne?
Di fragmana nû de, em bi taybetî berê xwe didin moda onlayn a lîstikê, taybetîkirina wê, darên jêhatîbûnê, nûvekirinên cihêreng ên Sweeper û moda Karîyerê. Moda çîrokê di Garden Cup’ê de dest pê dike ku li wê derê rûyên nas ji rêzefîlma îkonîk hene û li vê derê hûn dikarin karaktera xwe wekî ku hûn dixwazin taybet bikin. Wekî din, jêhatîbûn û taybetîkirinên ku hûn dikarin vekin bi tevahî di nav pêşkeftina lîstikê de têne peyda kirin.
Di Quidditch Championsê de armanc ew ku bi qasî mimkun be pir hejmaran bêne bidestxistin û Lêgerîner kêzikê bigire. Divê bê gotin ku lîstik dê di heman demê de cihî bide karakterên Potter’ê yên wekî Harry Potter, Ron, Ginny Weasley û Draco Malfoy jî. Harry Potter: Quidditch Champions di 3ê Îlonê de tê bi PC, Xbox Series X/S, Nintendo Switch û konsolên heyî were.
Pêdivîyên Mînîmûn yên Harry Potter: Quidditch Champions’ê
Pergala Xebatê: Windows 10
Prosesor: Intel Core i7-4790 / AMD Ryzen 5 1600X
RAM: 8 GB
Karta Grafîkê: NVIDIA GeForce GTX 960 4 GB / AMD Radeon HD 7950 3 GB / Intel Arc A380 6 GB
DirectX: Guhertoya 12
Mîheng: Kêm
Resolution: 1080p
FPS: 60FPS