Ji çavdêrî û dîtinan tê dizanin ku êrîşkarî reftareke berbelav ya ajal û mirovan e. Him ajal û him jî mirov di gelek rewşan de reftarên êrîşkariyê nîşan didin û êrîşkarî di van rewşan de wekî alaveke bersîvdayînê tê bikaranîn. Ji bê devûzimaniya ajalan û mejiyê wan yê pêşneketî, mirov dikare bikaranîna wan ya êrîşkariyê wekî alaveke pêwendîdanînê fêm bike û di çarçoveya peresaniyê de binirxîne.
Ango ji ber ku êrîşkariya ajalên nêr di bidestxistina ajalên mê de û parastina xwe û ya wan ajalên mê de rêbazeke kêrhatî bûye û ji bo ajalên mê jî, di parastina xwe û çêjikên xwe de kartêker bûye, ji hêla peresaniyê ve hatiye parastin û nifş bi nifş hatiye domandin. Yanê ji hêlekê ve mirov dikare bibêje ji ber ku êrîşkariya ajalan di zindîmana wan de, ango di berdewamiya wan de wecgir bûye, ji hêla peresaniyê ve ji bo nifşên din hatiye veguheztin.
Biyologên civakî (sociobiologists) aliyê mirovan yê bîolojîk li ber çavan digirin û şîroveyeke bi rengê şîroveya êrîşkariya ajalan li êrîşkariya mirovan dikin. Li gorî şîroveya biyologên civakî ya êrîşkariyê, êrîşkarî ji ber kartêkeriya wê ya erênî û kêrhatîbûna wê, di pêvajoya peresanî de hatiye parastin û di bingeha êrîşkariya mirovan de jî êrîşkariyeke bîolojîk heye. Her çi qas ev şirove ji hin aliyan ve rast jî be, gava mirov civakîbûna mirovî û rengên cuda û rewşên cuda yên rengdana êrîşkariyê dide ber çavan, mirov nikare vê şîroveyê qebûl bike lê ev jî nayê wê wateyê ku em rehekên êrîşkariyê yên bîolojîk piştguh dikin. Her wiha bi awayê tê zanîn testesterona hormonê mêraniyê di êrîşkariya fîzîkî de kartêker e.
Pênaseya Êrîşakarîyê Çawa ye?
Ji bo fêhmkirineke baş, divê mirov ewil pênaseyekê li çi bûna êrîşkariyê bike lê ev ew qas jî ne hêsan e, çimkî divê gelek xal li ber çavan bên girtin. Li gorî têgihiştina bîrdoziyên reftarî û fêrbûnî, “her reftara ku yên din diêşîne” êrîşkarî ye. Ango gava reftareke hatî nişandan yeke din biêşîne, zerarê bide wî, divê ew reftar wekî êrîşkariyê bê dîtin. Lêbelê ev nêzîkahîtêdaneke kêm e û niyeta mirovan li ber çavan nagire û reftarên bê niyeta zerer dayînê hatî nişandan jî di çarçoveya êrîşkariyê de dibîne. Ji ber vê yekê mirov dikare vê pênaseyê bi vî awayî berfireh bike: “her reftara ku bi armanca êşandina yên din hatî kirin, êrîşkarî ye.”
Pênaseya armanc û niyetê li ber çavan digire, fêhmkirina çi bûna êrîşkariyê hêsantir dike û civakîbûna mirovî jî piştguh nake. Û her wiha gava mirov civakîbûna mirovî dide ber çavan, mirov dibîne ku, hin caran di çarçoveya sincî ya civakê de êrîşkarî tê qebûlkirin û kirina wê nabe pirsgirêk, ango li cihê êrîşkariya terorîstekê nayê qebûlkirin, êrîşkariya polîsekî ya li hemberî terorîstî tê qebûlkirin. Ev cudahî di pênasekirina çibûna êrîşkariyê de jî xwe dide der. Yanê li aliyekê êrîşkariya terorîstî bi êrîşkariya dijminane tê pênasekirin û li aliyê din, êrîşkariya ji hêla civakê ve tê qebûlkirin jî bi êrîşkariya civakî ya erênî tê pênasekirin. Her weha êrîşkariya di hin rewşan de jî bi awayekî tê qebûlkirin û bi êrîşkariya destûrdayî tê pênasekirin. Li gorî êrîşkariya destûrdayî, gava jinek rastî destdirêjiyê hat mafê wê ye xwe biparêze û êrîşkariya ew li hemberî destdirêjiyê bike tê qebûlkirin, ango destûrdayî ye.
Sebeba Êrîşkarbûnê Çi ye?
Gelo çi dibe sedem ku mirovek bi armanca zererdayînê tev bigere, ango êrîşkar be? Li gorî Sigmund Freud bi mirovan re nesta êrîşkariyê heye û ev êrîşkarî yan berev navxweyî yan jî berev derveyî ve her divê bê derkirin û derkirina vê êrîşkariyê dibe sedema aramiyê. Li gorî hin nêrînên din jî acizkirin û êrîş dibin sedemê êrîşkariyê. Ango gava ku em ji hêla hin kesên din ve bên acizkirin, tiştên ne bi dilê me li me bên kirin yan jî ji aliyê hinekên din ve êrîş li me bê kirin, em jî bertekên xwe bi şêweyê êrîşkariyê nîşan didin. Lê divê mirov hêrsbûnê bi êrîşkariyê re tev li hev neke, çimkî di gelek rewşan de acizkirin bibe sedema hêrsê jî, xwe wekî êrîşkariyê nade der.
Yek ji sedemên bingehîn yê êrîşkariyê jî astengkirin e. Li gorî helwestên astengkirinê wekî sedema êrîşkariyê destnîşan dikin, gava mirov di armanc û kirinên xwe de rastî astengkirinê bê, ev astengkirin dibe sedema hêrsbûnê û di encamê de jî ev xwe wekî êrîşkariyê dide der. Ev di xebateke klasîk ya Barker, Dembo û Lewin (1941) de jî hatiye nîşandan. Di vê xebatê de ceribandin bi du komên zarokan re hatiye kirin û koma ewil li pişt camekê li hin pêlîstokan nêriye lê di serî de destûra lîstinê nehatiye dan, koma duyemîn jî rasterast bi pêlîstokan re lîstiye û rastî tu astengkirinan nehatiye. Li ser vê yekê hatiye dîtin ku zarokên rastî astengkirinê hatîn bi awayekî êrîşkar bi pêlîstokan re dilîzin lê yên rastî astengkirinê nehatî û rasterast dest bi lîstinê kirî bi awayekî aramtir dilîzin. Ango astengkirin li ser reftarên zarokan kartêker bûye û êrîşkariya wan daye der.
Çawa ku di pênaseya êrîşkariyê de “armanc û niyet” li ber çavan hatin girtin, divê di astengkirinê de jî ev bê kirin û astengkirina bi kêfî ji ya nexwestî bê cudakirin. Yanê gava mirov bi awayekî sirûştî rastî astengkirinan bê, mirov dikare vê fêhm bike û ev nebe sedema êrîşkariyê lê li aliyê din gava ev bi awayekî kêfî hate kirin, êrîşkarî jî bi awayekî hêsantir xwe dide der.
Çavkanî
Taylor, S. E., Peplau, L. A., Sears, D. O. (2015), Sosyal Psikoloji (A. Dönmez, Çev.). Ankara: İmge Kitabevi. (tê de).