Îro, di derheqa Çîyayê Araratê de gelek çîrok mewcûd in. Ji van çîrokan hinek hêjî tên gotin û hinek jî hatine jibîrkirin. Hêjî di herêma Serhedê de.. Wekî hûn jî dizanin Çîyayê Ararat di herêma Serhedê û di sînorê bajerê Îdirê de ye. Her çiqas ji ber navê wê yê tirkî mirov bibêjin ku Ararat di bajarê Agirî yê de be jî evaya sed û sed nebe jî xelet e.
Pêşlêgerî ên li van salên dawîn nîşan dide ku ji sedî şêst û pêncê Araratê di hundirê sînorê Îdirê de ye. Helbet ku divê mirov mafê Agirî yê jî nexwe. Di nava hemû navçeyên wê de Bazîd li kêleka Ararat mîna bircekê tîk bûye. Di navenda bajêr de jî Çîyayê Araratê xuya dibe lêbelê bi qasî Bazîdê nîn e. Ji bilî vê bajarê Îdirê ji wan bêhtir Çîyayê Araratê hembêz dike. Kivş e ku çîya jî Îdirê wekî zaroka xwe dihesibîne û dipêçîne.
Heta, em dikarin bibêjin ku Ararat û Îdir mîna du evîndarên eynat in. Dema bi hevdû re hêrs dikevin herdu jî bi hevdi re dixeyidin. Vê demê Ararat mij û dûmanê tev li berfên be topê ser serê xwe dike. Îdir jî xwe kaşî qalikê xwe dike û naaxive wî re êdî. Ta ku hêrsa herdu ya disekine. Li van dûrtir, Ararat tenê dilketî yê xwe re nakeve şer. Xwîşka wê ya piçûk an jî Ararata piçûk re jî her tîm di şer de ye. Heta îro li Serhedê, di nava Îdirîyan de derbarê wan herdu çiyayan de çîrokeka pir balkêş navdar e.
Dibêjin ku wextekî du heb xwîşk hebû ne; ji wan yek piçûk e yek jî mezin. Rojekî dayîka wan ji wan re dibêje ku biçin daristanê/ çîya û hinek êzing berhev bikin. Herdu xwîşk jî gûra dêya xwe dikin û diçin. Di rêya zivirandinê de xwîşka mezin,ji ya piçûk re dibêje ku ” Îca hinekî alî min bike, barê min zêde giran e, nikarim tenê hilbigirim.” Lê a piçûk dizivire û çepeçep: ” Bira herkes barê xwe bikişîne. Nikarim alîkariya te bikim!” Wê çaxê a mezin bi hêrs dibêje ku: ” Înşela tu bibî çîyayekî piçûk û li ser serê te mişk, dûpişk, mar û kêzik kêm nebe!” Ê ya piçûk jî di binê van nifiran de dimîne qet. Ew jî dizivire rûyê xwîşka xwe wa dibêje ku: ” Înşela tu jî bibî çîyayekî ew qas bilind û mezin ku li ser serê te mij, dûman, ewr û berf kêm nebe!” Dibe ku yezdan nifirê wan qebûl dike heman li vê derê herdu xwîşk dibin çîya û tîk dibin.
Ew roj îroj e ew çîroka dev ji devan hatiye gotin û hetanî vê rojê hatiye. Ji alîyê din navê Çîyayê Araratê jî ji xwe ra ecêbek tişt kom kirî ye. Îro em kurd jê re dibêjin Agirî, Gilîdax an jî Ararat. Lê wek mînak ermenî jê re dibêjin Çîyayê Masîs. Û ew jî hilpesirîne sedemên olî. Ji ber ku Ararat, di her sê olên semawî de jî cihekî pir girîng digire. Piştî tofana Nûh Pêxember hemî cîhan tar û mar bû. Û cîhana duyemîn ava bû an jî jîyaneke nû hat bexşandin. Lê wekî hûn jî dizanin wextê tofanê, Nûh û umeta wî bi saya keştîyekê xelas bûn. Wa îro jî ew keştî windayî ye. Cîyê wê tam li kûderê ye kes nizane û çend sal e mijara niqaşê ye.
Li gorî mislimanan keştîya Nûh li ser serê Çîyayê Araratç de ye. Piştevana wan jî ayeta Hûd 11/44 e. ” Ey erd! Ava xwe daqurtîne û ey ezman ava xwe bigire! hat gotin. Av kêm bû, îş hat qedandin. Gemî/keştî li ser Cudî rûnişt.”
Hinek mirov û zanist dibêjin Cudîya di ayetê de derbas dibe Cudîya di navçeya Şirnexê Silopî yê va eynî ye. Yanê keştî ya Nûh li vir e û tofan li vir rabûye. Wisa qebûl dikin. Lê her çiqas wusa bê gotin jî pêşlêgerîn nîşan didin ku ew ne rast e. Di wateya peyva Cudî ‘’Axên bi bereket’’ e. Ew jî herêma Îdir û Agirî yê destnîşan dike. Ji ber ku li van deran hema hema her tişt hêşîn dibe. Û ji bilî vê yekê dîsa pêşlêgerî ên salên dawîn de li derdora Araratê de fosîlên ajalên deryayê peyda bûne.
Dîroknasê ermenî yê sed sala 5an Pawstos Bûrand radigihîne ku Ezîz Yaqûb ê ji Nisêbînê ji bo keştîya Nûh Pêxember hilkişiyaye çîya û bi rastî jî keştî ya Nûh li ser serê çîya dîtiye. Di pirtûka ermenîyan ya afirandinê de jî behsa vê tê kirin. Di heman demê de îro li deşta Araratê li Muzeya Eçmîadzzînê de portreyên Yaqûb tên pêşandan.
Frederîc Parrot yekem kes bû ku di sala 1829 de ( ji bo dîroka nêzîk) hilkişiyaye çîya. Di dema şerê Cîhanê yê Yekemîn de Vladimir Raskolvolskî yê rûs hilkişiya çiyê. Astronotê emerîkî James Benson Lrwîn ji sala 1973an vir ve çend caran hilkişiyaye Çîyayê Araratê. Di encamê de, van hemû kesan îdda kir ku parçeyek ji keştîyê dîtine.
Digel, Bazîda ku li bakurê wê çiyayên Araratê yên piçûk û mezin û deşta Îdirê; başûrê wê jî Çiyayên Tendûrekê ye, keştî ya Nûh cara ewil di sala 1959an de ji aliyê jeofîzîknasê Zelanda Nû John Larsen û endazyarê kompîturê û arkeologê emerîkî Andrew Jones ve bi sê dîmenî wêneyên wê hatiye girtin. Îro jî di bin parastinê de ye.
Çîyayê Araratê ku 5.137 metre bilind e û ji bo xiristiyan, cihû û misilmanan pir girîng e; Îro ji Tirkiye, Ermenîstan, Îran, Nexçevan, Azerbaijan, Gurcistan û Kafkasyayê tê dîtin. Werhasil, Ararat ku dîroka wê vedigere 2500 BZ, Sûmer, Akkad, Asûr û Babiliyan; bi hezaran gotinên nepenî yên bi wî rengî hene û ew dê hêjî berdewam bike.