Çîxulk an jî ney, fluteke ku di muzîka Rojhilatanavîn da pir zêde girîng e. Çîxulk 4.500 -5.000 sal in bi bênavber tê lêxistin û ev yek ji amûrên muzîkê yên herîkevn e ku hê jî tê lêxistin. Çîxulk bi piranî di performansên hêdî û yên ku aramîyê, nefsbiçûkîyê didin de tê dîtin. Hunermendên çîxulkê re çîxulkvan têgotin. Çîxulk peyveke kurdî ye ku ji pevgihiştina peyvên çîx(arundodonax) + qulik(small hole) derketiye holê û tê wateya çîxê biqulik.
Çîxulk cara yekem ji alîyê sumeran ve li Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Li gorî berjengên (delîlên) herî kevn ên ku li ser vê amûrê li berdestên me ne, tê hizirkirin ku ji sala 3000 – 2800 BZ(Berî Zayînê) ve di nav civaka sumeran de çîxulk hatiye bikaranîn. Çîxulka herî kevn îro li muzexaneya Zanîngeha Philadelphiayê li Amerîkayê tê pêşandan. Tê hizirkirin ku amûra çîxulk wê demê di dêlindêzên (merasîmên) dînî de dihat bikaranîn.
Çîxulk her çend navê xwe ji çîxê (arundodonax) standibe û heya serdama nûjen ji çîxê hatibê çêkirin jî îro çîxulk ên plastîk jî pir belavbûyî û berçav e. Em karin bêjin îro çîxulkên plastîk bi qasî çîxulkên çîx di rapeşîna de cih digire. Çîxulk li gor akordan bi dirêjahîya xwe ve tevel dibin. Ji bilî akordan çîxulk bi bastûrên xwe jî ji hev tevel dibin. Em karin ji van re mînakên çîxulka farisî, çîxulka misrî û çîxulka tirkî bidin. Tevelîya çîxulka farisî ji hejmara pilên (tirkî: perde) pê ve tê, bigiştî şeş pilan pêk tê, yek li paş û pênc li pêş. Çîxulka tirkî û misrî jî bi giştî ji heft pilan pêk tê û dîsa yek li paş e û her şeşê din li pêş in. Cihê kuçîxulka misrî û tirkî ji hevtevel dibin jî ew e ku di devê çîxulka tirkî de serikekî bi navê sarêjgeş (bi tirkî: başpare) heye ku derxistina dengê hêsan dike û nizmahîyê dide dengê.
Ez dixwazim li vir ji we re bastûra çîxulka tirkî bidim nasîn. Ji serî ve beşa yekem sarêj geş, sarêj geş beşek ku çîxulka tirkî ji çîxulkên wekhev ên çandên din vediqetîne. Ji qiloçên gamêşan, diranên fîlan an êzingên hişktê çêkirin lê di demên nûjen de piranîyê wan ji plastîk an materyalên din ên hişk têçêkirin. Beşa duyem heviş cerg an parêzcerg (bi tirkî: parazvan e), bazinên hesin in ku girêdayî dawîya jêrîn û jorîn a çîxulkê ne. Heviş cergê jorê re heviş cergê qirikê/stukur tê gotin. Heviş cergê stukurrê li ber qelişîn û şikestinas tukurê ji rûyê fişarê digire. Beşeke din a çîxulkê stukur an qirik (bi tirkî: boğaz) Ew yek ji nehniqiran a çîxulkê ye. Çîxulk ji vir tê pifkirin. Dirêjahîya stukurê biqasî nîvê dirêjahîya niqirên din e. Beşa dawî ji bo xemilandine ye, gûsika/pêçekaniqir (bi tirkî: boğum sargısı), gûsika niqir, têlêhesin ê ku ji bo armancên estetîk bikêfî li dora her niqirek kitêbê çandin.
Ji bilî qeraxên Nîlê, herêma ku li dinyayê çîxên herî bi wesp li qeraxên Çemê Asî yê navçeya Samandag a Hatayêdetê der. Çîxên çîxulk bi gelemperî di payîzê de, di cotmeh, mijdar û berfanbarê de li gorî germahîya hewayê têne birîn. Piştî ku çîxtên komkirin, çend mehan (carnasalekê) dihêlin zuwabûnê. Piştî zuwabûn, eyarkirinên mezinahîyê têne kirin. Dengê biryarê çîxulkêçi be, ewçîx li gorî wê dengê biryarêtê birîn. Dûv re li ser çîxê ku hatiye valakirin, qultêvekirin, ji bilî qulê paşlewra qulê paşli gorî destê jor tê vekirin. Kîjan dest li jor bêhinekî nêzîkî wê alîyê destê ve tê vekirin. Çîxênxwar, jiboku rast bibin biagirê ve tênegirtin. Dawiyadawîbeşên din ê mîna sarêj geştên pê ve kirin û çîxulka madeyî lêxistinê dibe.
Dawîya nivîsa xwe de ez dixwazim pêşnîyazekê bidim mirovên ku dixwazin dest bi çîxulkê bikin. Ji bo destpêkirinê çîxulka herî guncan çîxulka dûrêş e (bi tirkî: kız ney). Mirovên ku dest biçîxulkê dikin gelemperîbiçîxulkadûrêş dest pê dikin lewra ev çîxulk ji alîyê derxistina deng ve ya herî hêsan e û ji dirêjahiyê ve jî ya herî guncan e…