Li vê dinyayê mînorîteya herî mezin jin in. Her dem mafên wan hatine binpêkirinê. Me mirovan çend şaristanî, hikûmdarî, dewlet ava kirine lê dîsa jî jin her di heman halî de bûne. Jinên her miletî di bin van zextan de mane.
Bêguman li hemberî van zordarîyan jinan jî li ber xwe dane. Ew berxwedan hê jî berdewam dike. Jin di her warî de ji bo hebûna xwe li ber xwe didin. Li mala xwe, li civatê, li cihê kar, li zanîngehan, li laboratûaran, li werzîşê, hema li her dera dinyayê berxwedan berdewam e. Lê belê ferqeke me jinên kurd heye, em ji wan jinên dinyayê jî pirtir zehmetîyê dikşînin. Jinên kurd ne tenê ji ber kurdbûna xwe ji ber jinbûna xwe jî di her warî de bindest in.
Li her dera welatê me ne civat, ne jî dewleteke wisa heye li jinên me bibin xwedî. Jin di nava civatê de ne xwedî hêzekê ne. Her dem di bin hikûmdarîya mêrekî de bûne. Yan di hikûmdarîya bavê xwe de, yan di hikûmdarîya birê xwe de yan jî di bin hikûmdarîya mêrê xwe de bûne. Li hemberî van zordarîyan jinên kurd dîsa li ber xwe didin. Li çar alîyê dinyayê jinên me dixebitin. Hin jin jî di vê rêyê de canê xwe didin. Ji wan jinan yek heye, bûye nîşana berxwedana hemî jinên dinyayê. Jîna Emînî, brîna dilê me kurdan, nîşana şoreşa jinan.
Ew ji bo me mînak e. Rêya wê xilasîya jinên hemî dinyayê ye. Aktîvîsteke mafên jinan a ji Îranê Narges Mohammadi ji ber kar û xebatên xwe yên li ser mafên jinan Xelata Aşitîyê ya Nobelê bi dest xistîye. Narges aniha di zindana Evinê ya Îranê ye. Dewleta Îranê 31 sal ceza danê. Ew jî di rêya Jînayê de emrê xwe daye. Li vê dinyayê jin, bi taybet jinên kurd bigihîjin azadîya xwe yan na em nizanin lê tenê tiştek heye em rind pê dizanin, jinên me her li ber xwe bidin û vî agirê şoreşê geş bikin…