Her ku em di serdema dîjîtal de dijîn, şopên çalakiyên me yên onlayn her ku diçe dîjîtal dimînin. Her lêgerîn, her tikandin û her belavkirina li ser înternetê şopa meya dîjîtal dihêle, ku dikare nepeniya me ya onlayn bavê tehlokeyê. Lêbelê, hûn dikarin ji bo kêmkirina şopa xwe ya dîjîtal û parastina nepeniya xwe ya onlayn, hin gavan bavêjin.
Pêşnûmaya ku di Cotmeha 2023an de ji hêla parêzgarê eyaletê Gavin Newson ve hatî îmzekirin, tê wê wateyê ku niştecîhên herêmê dikarin bixwazin ku agahîyên wan ên kesane ji hêla hemî komîsyonvanên daneyê ve li eyaletê were jêbirin.
Bi heman rengî, li YE û Qraltîya Yekbûyî qanûnên sereke yên parastina daneyan hene, lê her gav bêhtir em dikarin bikin ku em xwedîtiyê li daneyên xwe bikin. Ji bo vê yekê jî pênc awayên ku hûn şopa xwe ya dîjîtal wenda bikin li jêrê ne:
1. Bikevin Çopa Xwe
Lêgerînek bilez di nav qutiya peyamên hatî de de, nemaze di klasora bêqîmet de dê zû çavkaniyên nameyên bêkêr dîyar bike. Şirketên kevn ên temînatê, malperên berawirdkirinê, firoşgehên ku bi hêviya ku hûn careke din tiştek bikirin nûçenameyan diweşînin zêde feydeyekê nade we. Dibe ku we ew çawalêhato hilbijartibe jî. Divê li binê her nûçenameyê vebijarkek betalkirinê hebe. Li ser wê bikirtînin û bi bêsebir li bendê bin ku spam zû zuha bibe.
2. Nepenîya Geroka Weba Xwe Xurt Bikin
Di destpêkê de çêtir e ku mirov pêşî li we bigire ku komîayonvanê daneyî we bişopînin. Têkeve Onion Router (an bi kurtî TOR), gerokek webê ya herwe ye ku şopandina we di onlaynê de ji bo şopgeran dijwartir dike. Nivîsbarîya belaş serdanên we yên webê vediguhezîne û şîfre dike, her malpera ku hûn têkevinê îzole dike da ku şopger û reklamên sêyemîn nekarin we bişopînin. Dema ku hûn geroka Webê diqedînin, hemî çerezan xwe bi xwe têne paqijkirin. Dîroka geroka we ya Webê jî wesa ye.
3. Bihêlin Komîsyonvanên Daneyî Agehîyên We Jê Bibin
Çalakiya malperê şopeke daneyan ku ji hêla komîsyonvanên daneyî ve têne hilanîn û firotin li dû xwe dihêle. Bi sedan şirket hene ku gelek ji wan navê we, agehîyên têkiliyê û agehîyên din ên giring hene. Ger hûn bi GDPR-ya Ewrûpayê ve (di zagona Qraltya Yekbûyî de parastî ye, lê dikare bê lêkolînkirin) an jî bi Qanûna Nepenîtiyê ya Serfkaran a Californiayê ve girêdayî bin, hûn dikarin ji komîsyonvanên daneyî bixwazin ku daneyên we jê bibin. Databrokerwatch.org navbeynkarên bingehîn lîste dike û formên devjêberdanê pêşkêş dike da ku pêvajoya jêbirina daneyên we bileztir bibe.
4. Hesabên Xwe yên Kevn Bigire
Facebook heyamekê gelek çalak û bi navûdeng bû, gelek kêrhatî û hêja bû. Lê bi qada dîjîtal a ku zû diguhere bû sedem ku bikarhêner zû diçin platformên din an jî bi tevahî vedikişin û daneyên hêja li dû xwe dihêlin. Lîsteyekê çêbikin ji platformên qediyayî, hesabên e-nameyan ên ku nehatine bikaranîn û malperên din ên ku hûn hîn jî tê de qeydkirî ne, paşê têkevinê û wan jê bibin. Gelo yên ku hûn bi kar tînin demê wan jî nehatîye?
5. Jê Bibe û Winda Bibe
Piştî jêbirina sepanên ku hûn nema bikartînin, kontrol bikin ka sepanên ku we hiştine dikarin we bişopînin an na. Li ser cîhazên Appleê hûn dikarin vê yekê bi çûna ‘mîhengan’, ‘nepenîtiyê’ û ‘şopandinê’ bikin û piştrast bikin ku ‘destûr bide sepanan ku şopandinê daxwaz bikin’ bê girtin. Bikevin nav ‘karûbarên cihan’ da ku bibînin ka kîjan bi rastî we li ser GPSê dişopînin. Li ser cîhazên Android, biçin ‘mîhengan’, ‘cih’ û ‘destûrên cîhê sepanê’ ku dê eşkere bikin ka kîjan sepan li ser we sîxuriyê dikin.
Kêmkirina şopa me ya dîjîtal di parastina nepenîya me ya onlayn de gaveke giring e. Xweserkirina mîhengên nepenîtîyê, bikaranîna şîfreyên bihêz, birêvebirina çerezan, bikaranîna VPN û parvekirina bi hişmendî hemî awayên bi bandor in ku nepeniya me ya onlayn zêde bikin. Bi şopandina van gavan, em dikarin çalakiyên xwe yên onlayn ewletir bikin.