Însan û kîvroşk di Sedsala Me de:
Wek tê zanîn, sedsalên borî însanan ji bo xwarinê û hewcedariya bingehên madî yên wekî mal û malbatê xwe li ajalan dinihêrîn û xwedî dikirin. Êdî di vê sedsala 21. de însan ne bi tenê ji bo hewcedariya bingeha madîyata xwe, êdî ji bo hîsên xwe yên manewî jî ajalan xwedî dikin û mezin dikin. Ajal însanan re dibe dost û heval, dibe tameke ruhê însên. Kîvroşk jî ji van ajalan e, însan êdî di nav jiyana xwe de wekî pisîk û kûçikan jî kîvroşkan jî xwedî dikin, mezin dikin, pê re dibin heval, bav û dê. Yanî, têkilîyek manewî ava bûye. Kîvroşk Ajalake çav xweş, pirç û mû nerm, guh listok e, laşê van biçûk û pir elastîk e, nanxwarina wan pir şekirok e û kêfxweşî ye li ser ruhê mirovan, psîkolojîya mirovan ber bi pozitîvbûne ve dibe. Gelo ma rastî jî ne wîsa ye? Li gorî min wisa ye. De werin em di vê nivîsê de hinekî vî ajalî nas bikin, ka em binêrin em çi qas nas dikin vî ajalê şekirokî.
Ajalên guhên van mezin û direj (Ji bo hîsa bihîstinê), çav beloq in. Lingên wan ên dawiyê ji yê pêşîyê mezintir in û di nigên pêşîyê de 5 pêçî, di nigên dawî yê de jî 4 pêçî hene. Lêva wan a jor stûr û qelişî ye, lêva jêr normal, di her du alîyê lêvan de jî simbêlên wan hene. Diranên wan her dem dirêj dibin (bi tenê dîranên jêkirinê). Di her rengî û kîloyan de nijadên wan hene û li ser hemû herêmên dinyayê belav bûne û dikarin bijîn.
Kîvroşk Çi Dixwin û Vedixwin?
Berî her tiştî ev ajal bi tenê herbîwor e (yên bi tenê gîha dixwin), xwarina wan jî li gorî vê adaptasyonê hatiye avakirin. Belkî pîrên me vê yekê dizanin an jî di binhişê we de bi film û anîmasyonan kîvroşk û gêzer tev hatîye sembolîzekirin ku ji ber vê yekê jî hûn dibêjin qey kîvroşk bi tenê gêzeran dixwin! Belê, ev ajal gêzeran dixwe lê belê gêzer pir bi şekir e û ev şekir jî li diranan dixe û diranan dirizîne, lekeyan çêdike, diranên van ji cîh dilivin û talîyê dikevin. Yanî, gêzer ne xwarinek rast e ji kîvroşkan re. Xwarina Kîvroşkan pêwist e tim ka, pûş, gîha, sebze (Brokolî, marûl, lahana, bexdanoz hwd.), pelet (êmekî hatîye amadekirin bi makîneyê ji bo ajalan) be. Kîvroşk, wekî pezan dikarin biçêrin li bax û baxçeyan. Her tim jî hewce ye li ber wan ava paqij hebe.
Ji Bîolojîya Wan Hinek Agehî:
✓Diranên wan tim dirêj dibin. Tiştên hişk pê dicûn ku diranê wan di nav sinorên normal ên xwezayî de bimînin. Dema li derdora van tiştekî hişk tunebe, diranên wan zêde mezin dibin û tenduristîya wan jê bandorê dibîne. Bi temamî 26 an jî 28 diranê van hene.
✓Guhên wan germahîya laşê wan eyar dikin. Çimkî damar pir zêde ne û di bin çerm re derbas dibin, tevgerê dikin. Xwîna ji dil tê guhî li wira hênik dibe dîsa vedigere dil, ji wir jî belav dibe nav laşê ajalî. Ji vê bûyerê re di zanîstîyê de dibejîn termoregulasyon.
✓Guhê wan pir xweş dibihîze, ji bo neyarê wan adaptasyonek rind e.
✓Hestûyê wan pir sivik e (li gorî ajalên din pir valahiî tê de heye). Ancax masûlkeyên wan pir biqewet in. Carinan mirov çewt radike û kîvroşk xwe biqewet xwe dilivîne û morika piştî xwe dişkêne. Gerek mirov baldarî pê bigire û rake.
✓Du malzarokên wan hene, dubleks malzarok (hemû ajalên din bi tenê malzarokek hene).
✓Wekî hesp û çirdonan nikare bivereşin.
✓Kiloya wan li gorî nijadên wan diguhere ancax noveserî 2-6 kîlo giranîya wan heye.
✓Di 4-8 meha de digihîjin pûbertê (baliqbûnê).
✓Avisbûn wan 29-35 roj dewma dike.
✓Salê 4-5 caran dizên, di her zayînekê de 6-8 çêlikan tînin, her çêlikek navoserî 30-100 gram û bêpûrt (tazî) tê dinê.
✓Çav û guhên çêlikan heta 10 rojan girtî ne, dawîyê vedibin. Dibihîsin û dibînin.
✓Çêlikên xwe pir caran rojê carekê dimêjînin. Çêlikên xwe heta 8 hefteyan dimêjînin, dawîyê ji şîr vedikin.
✓Çêlik dema dibe 3 hefteyî, êdî dikare xwarinên normal yanî yên hişk bixwe.
✓Çêlikên xwe dikarin bixwin (Kanîbal).
✓Koprofajên (Ajalên pîsîyan dixwin)
Kîvroşk Li Ku Derê Dijîn?
Li xwezayê, ev ajal di nav axê de cîh vedikin, qulikan li bine erdê vedikin, rojan di binê erdê de ne; dema tarî dadikeve ev ji qulikên xwe derdikevin û derin çêrê. Ev Ajalên şevê aktîf in. Derdora van tim gîha, qirş û dar in, li derên wîsa jiyana xwe didomînin.
Çend Nijadên Wan Hene?
Li gorî American Rabbit Breeders Association (ARBA), li cîhanê nêzîka li 70 welatan, 305 nijadên kîvroşkan hene û hatine tasnîfkirin, ketîye nav qeydên fermî.
Hinek nijadên popûler:
- American Chinchilla
- Belgian Hare
- Californian
- Cavies
- Champagne d’Argent
- English Angora
- Dwarf Papillon
- French Angora
- New Zealand
- Rex
Baldar Bin, Çewt Ranekin!!!
Pir Baldar bin, dema hûn kîvroşkan rakin û têxin hembêza xwe û hinekî pê şa bibin. Çîmkî lingên paşîyê pir biqewet in û dema hûn radikin ajal bi lingên xwe tizokan davêje. Ev tevger dikare stûna morika piştê bişkêne û seqet û felç bike. Dîsa dikare we jî birîndar bike. Ji bo vê yekê teknîka rakirinê gerek weha be:
Bi destekî xwe çermê paşstû têxe nav lêpê xwe, bi xurt pê bigire, bi destê xwe yê din jî her du lingên dawîyê bigire bibe piştgirî û rakin jor. Dema hûn ji guhan bigirin û rakin, wê demê rewşa li jorê dê pêk were û ajal dibe ku xwe seqet bike.
Bikaranîna Kîvroşkan di Lêkolînên Zanistî de:
Fîzyolojîya tavayî ya vî ajalî nêzikî ya însanan e, ji bo vê yekê jî di laboratuwaran da ji bo bandora îlacên nû kêfş bikin zanyar li ser laşê kîvroşkan dişixulin.
Di sedsala me de ji bo tendûristî, kozmetîk, endustriyê pir lêkolîn tên kirin di laboratuwaran de li ser ajalan. Yek ji wan ajalan jî kîvroşk e, li gorî îstatîstîka hemû ajalên di laboratuwaran de tên bikaranîn, rêjeya kîvroşkan %2,5 e. Hema êdî ev rêje ber bi kêmbûne diçe. Di lêkolînên zanîstî de bikaranîna ajalan kêm dibe. Di vê dema me de êdî ji bo kozmetîkê lêkolînên li ser ajalan li Amerîkayê û Ewropayê hatine qedexekiri; welatên din jî edî di lêkolînan de bikaranîna ajalan gedexe dikin hedî hedî. Bi tenê ji bo lêkolînên tendûristîyê hinekê tên bikaranîn. Bo nimûne, Louis Pasteur ji bo derzîdana rabîesê kefş bike di laboratuwara xwe de Kîvroşk bi kar anîbû.
Ekstra Agahî:
Di 100 gram goştê kîvroşkan de;
>70 gram av,
>21 gram proteîn,
>8 gram run,
>1 gram mîneral {400 mg potasyûm, 230 mg fosfor, 40 mg sodyum, 20 mg kalsiyûm, 1.2 mg hesin û mîneralên din}
>0,18 mg Vîtamîna B1
>0,05 mg Vîtamîna B2
>13 mg Vîtamîna B3
>0,45 mg Vîtamîna B6
>11 mg Vîtamîna B12
>0,16 mg Vîtamîna E
>45 mg kolestrol heye. Her weha di 100 gram goştê kîvroşkan de 751 kilojule (kj) enerjî jî heye.
Di va salên dawiyê de di nav hemû însanan de penceşêr, nexweşîyên dil û damaran, nexweşîya şekirê zêdetir bûye. Ji bo vê jî mirov xwarinên bi tendûrist digere yên ji tenduristîya mirovan re fêde dike. Yek ji wan jî goştê kîvroşkan e ji bo tenduristîyê, alternatîfek mezin e lêbelê hîna pir kesan ev ferq nekirîye. Mînak, kolestrola vî goştî pir kêm e, ji bo kolestrola îsanan pir bi fêde ye û tê pêşniyazkirin.
Bi tenê ne ji bo wan jî, kurk û post û mûyê kîvroşkan jî pir biqîmet e û aborîyek mezin tê de heye. Bihayê post û mûyê wan, pê kinc, gore, kum, lepik hwd tên çêkirin û firotin. Tişten jê tên çêkirin ji bo tenduristîyê gelekî bi fêde ne û însan pir tercîh dikin hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe.
Çavkanî:
https://lvma.org/Main/LVMA/For_Pet_Owners/Educational_Material/Biology_of_the_Rabbit.aspx
https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC5129783/
https://www.understandinganimalresearch.org.uk/news/the-reality-of-rabbit-research
https://www.msdvetmanual.com/exotic-and-laboratory-animals/rabbits/management-of-rabbits
Fonksiyonel Bir Gıda Olarak Tavşan Eti ve Önemi; YARANOĞLU B, Balıkesir Üniversitesi, Veteriner Fakültesi, Zootekni Anabilim Dalı, BALIKESİR, 30.06.2019