Arjantîn bû şampîyonê CopaAmerîca 2024ê. Şampîyonaya ku ji alîyê Konfederasyona Talanê ya Amerîkaya Başur (CONMEBOL) ve tê birêvebirin, bi mazûvanîya Amerîkayê di fînalê de Arjantîn û Kolombîya derketin pêşbirkê. Arjantînê 1-0 Kolombîya têk bir û bû şampîyon.
Pêşbirka bi dadwerîya Raphael Clausê brezîlî di stada Hard Rockê li Flordîdayê hatî lîstin di tevahîya pêşbirkê de xol nehatin avêtin û pêşbirk dirêj bû. Di xuleka 112an de Giovani Lo Celso li ser navê Arjantînê skor kire 1-0 û pêşbirk bi vî rengî qedîya û Arjantîn piştî sala 2021ê dubare bû şampîyon ku bi temamî ev 16 car in vê kûpayê distîne.
Messi Kete Dîrokê
Lionel Messiyî di kadroya 11 kesî de derkete pêşbirkê, di dîroka CopaAmericayê da cara 5emîn di fînalê da lîst. Bi vê pêşbirkê, lîstikvanê 37salî bû lîstikvanê yekem ê futbolê ku cara 5emîn di fînala tûrnûvayê de dilîze.
Her weha Messî di xuleka 64emîn a pêşbirkê de birîndar bû, nekarî lîstikê bidomîne û li şûna wî Nicolas Gonzalez kete lîstikê. Lionel Messi dema ser kursîyî nekarî hêstirên xwe bigire.
James Rodriguez bû Baştirîn Lîstikvanê Pêşbirkê
Lîstikvanê futbolê yê Kolombiyayê James Rodriguez ku Copa America 2024 bi 6 asîstanan temam kir, hate hilbijartin bo baştirîn lîstikvanê tûrnûvayê. Her weha Lautaro Martinezî ku di şampiyona Arjantînê de tûrnûva bi 5 xolan temam kir bû kralê xolan. Weke dîtir Emiliano Martinez jî wekî golparêzê tûrnûvayê hat hilbijartin.
Pêşbirkê Dereng Dest pê Kir
Berî pêşbirkê, alîgirên bêbilêt xwestin bikevin stadê, ji ber yekê jî maçê nêzîkî seetek û 23 xulekan dereng dest pê kir. Li dû vê yekê hindek alîgir hatin desteserkirin ji alîyê polîsên Amerîkayê ve. Her weha di navbera pêşbirkê de Sharkira derkete ser dikê ku ew jî ji Kolombîyayê ye, bi stranên xweş demên xweş bi alîgiran de derbaz kir.
Ev 16 car in Arjantin vê Kûpayê Distîne
Arjantîn di fînala CopaAmerîka 2024ê de Kolombiya 1-0 têk bir. Arjantînê di tûrnûvayê de cara 16emîn ev kûpa stand û Uruguay li pey xwe hişt ku wan 15 ev kûpa standibûn. Tangovan, di salên 1921, 1925, 127, 1929, 1937, 1941, 1945, 1946, 1947, 1955, 1957, 1959, 1991, 1993, 2021 2024an de karî vê kûpayê bibe muzexaneya xwe.