Amy û Ano cêwîyên hêkekê ne. Dema ku ew di sala 2002an de li nexweşxaneyek li Gurcistanê ji dayik bûne, ew ji dayikên wan hatin girtin û firotin malbatên din. Heta 19 saliya xwe xeberê wan jî hev nebû û qet hev nedîtibûn. Gava paşeroja xwe lêkolîn kirin, hîn bûn ku ew cêwîkên hev in û ew ji hezaran pitikan du pitik in ku ji nexweşxaneyên li Gurcistanê hatine dizîn û firotinê.
Çawa Hevûdu Ferq Kirin?
Çîroka kefşkirina Amy û Ano di 12 salîya wan de dest pê kir. Amy li mala xwedawenda xwe ya li beravên Deryaya Reş seyra bernameyeka televîzyonê dikir. Dît ku keçika li ser ekranê dansê dike çi qas dişibe wê. Ji şibandinê zêdetir, heman wek hev bûn. “Her kesî telefonî diya min dikir, dipirsîn “Çima Amy bi navekî din direqise?” Amy ji malbata xwe re ev yek got, lê malbata wê li ser wê nesekinî. Diya wê gotê: “Mirov bi cot hatine afirandin.”
Heft sal şûnda, di Mijdara 2021an de, vê carê Amy vîdyoyek li ser Tiktok weşand. Porê wê yê şîn û piercinga li birîyên wê xuya bûn. Ev video ji Ano’ya 19 salî re hatine şandin ji alîyê hevalekê wê ji 320 kîlometre dûr ji bajarê Tiblîsê û gotê “Ev çi qas dişibe te”.
Ano xwest vê keçikê bişopîne lê li ser înternetê nedît. Wê ev vîdeo ji koma WhatsAppê ya zanîngehê re şand û alîkarî xwest. Di dawiyê de, kesê ku Amy nas dikir, ew li ser Facebookê gire dan. Amy di cih de pê hesiya ku ew keçik dîse dîtîye ya ku bi salan berê dema li pêşandana pêşbazîyeka şiyanê temaşe dikir û got: “Bi salan ez li te diğerim” bersiv “Ez jî” bû.
Di nav çend rojan de, fêm kirin ku gelek alîyên wan ên hevpar hene. Lê belê, ew hîn ji rastiyê dûr bûn. Her du jî li nexweşxaneya jidayikbûnê ya Kirtskhi ji dayik bûne ku êdî nexebite. Lê li gor belgeyên jidayikbûna wan, roja jidayikbûna wan ne wek hev bû. Di navberê de çend hefte hebûn.
Gelo Alîyên Wan ên Hevpar Hebûn?
Wan ji heman cureyên muzîkê hez dikir, her duyan jî ji dansê hez dikirin û celebê porê wan dişibîn hev. Tewra hîn bûn ku heman nexweşiya hestî ya genetîkî, dysplasi li dor wan heye. Wan bi hev re dest bi çareserkirina sirekî kirin. Amy dibêje: “Bi her hûrgiliyên nû ku ez li ser Ano fêr bûm, tişt xerîbtir dibûn.”
Çîrokên Xwe ji Malbata Xwe Pirsîn
Wan biryar da ku piştî hefteyekê hev bibîn. Dema ku Amy li rawestgeha metroya Rustaveli ya Tiblîsê gihîşt serê siwarê, ew yekem car bi Ano re rû bi rû hat: “Wek ku mirov di neynikê de li xwe mêze bike. Heman rû, heman deng. Ez ew bûm, ew ez bûm.” Wan fêm kir ku ew duçik in. Ano got: “Ez ji hembêzkirinê hez nakim, lê min ew hembêz kir. Dema ku rastî rastîyê hatin, xwestin bivegerin nav malbatên xwe û rastiyê ji wan re bibêjin.
Piştî zayînê di 2002 de ew ji hêla malbatên din ve hatibû hewandin û mezinkirin. Amy difikirî ku tevahiya jiyana wê li ser derewan bû. Ano jî hêrs bû, lê her tiştê ku wî dixwest ew bû ku li şûna axaftinên dijwar jiyana xwe bidomîne.
Rastî Çawa Derkete Meydanê?
Cêwîyan diyar kirin ku tarîxên li ser belgeyên jidayikbûna wan xelet in. Dayika Amy ya niha got li ser xwe da û dazanîn ku wê demê nikarîne zarokan çêbikin û hevalekî wê jê re gotiye ku li nexweşxaneyê pitikek bêxweyî heye û fêr bûye ku eger pereyan bide wê bikare vê pitikê bigire û mezin bike. Diya Ano jî çîrokek wisa hebû.
Ji her du malbatên ku ew qebûl kirin yek jî nizanibû ku ev keçên cêwî ne. Haya wan jê nebû ku tişta dikin ne qanûnî ye. Bi tevlîbûna xebatkarên nexweşxaneyê, ew jî fikirîbûn ku ya ew dikin qanûnî ye.
Malbata Wan Rastî li Ku Bû?
Cêwîyan meraq dikirin ka dayika wan a biyolojîk kî ye û ew bi pereyan firotine yan na. Li Elmanyayê Komeka Facebookê dîtin ya ku malbatên li zarokên xwe yên wendayî digerin. Tê de xwesteka xwe anî zimên ku jinekê bersiv da û gote wan “Dîya min li nexwesxaneya Kirthki di sala 2002an de cêwîk bûne lê ew cêwîk mirine. Piştî lêgerîna û testa DNA’yê derket ku xweşikên hev in. Piştî hevdîtina wan hate zanîn ku dayika wan piştî zarokbûnê ketîye komayê û dema hişyar bûyî jî jê re gotine zarokên te mirine.
Pirsa Taybet
Gelo ev yek hatiba serê we, we dê çi kiriba? Di şiroveyan de fikra xwe binivîsin.