Nivîksara berhema Perîya Xwezayî Mizgîn Xanê berhema xwe ya yekem nivîsî û gava xwe avête qada nivîskarîya kurdî. Mizgîn ji Mêrdînê û meyla wê tim li ser kurdî û nivîsîna kurdî ye û cara yekem berhemeka xwe çap kir. Berhema wê Perîya Xwezayî ji weşanxaneya Bêjingê hate çapkirin. Mizgînê ev pirtûk ji bo zarokan nivîsîye û tê de 3 heb çîrok hene. Mijara van çîrokan exleb li ser başî, qencî û heskirinê ye ji bo zarokan. Me jî xwest em hest û hizirên wê bizanin û li ser vê yekê me hevpeyvînek pê re kir.
Sebeba nivîsîna vê pirtûkê çi bû?
“Sebeba nivîsandina vê pirtûkê di lêgerîna jiyana xwe de destpêka kêşifkirina hebûna xwe bû. Jixwe ji zarokan û ji çîrokan gelekî hez dikim û hîna jî carinan ji dayîka xwe li çîrokan guhdarî dikim. Min xwest ku êdî çîrokên xwe jî bikim weka pirtûkek bi serê xwe, bêyî malbat û derdora xwe, bi tenê bi derfet û hêza xwe li jiyana xwe tiştekî zêde bikim. Serkeftî yan jî sernekeftî ev mijareke din e lê ev ji bo jiyana min a sereke destpêkek pir rengîn û bihêz e.”
Di çîrokên te de her tim perîyek heye wekî destekê îlahîyan rê nîşa wan dide yan jî alîkarîya wan dike, nirxandina te li ser vê yeke çi ye?
“Di jiyana mirov de “Pişt” an jî piştgirî, yanî kesek ku bi awayekî manewî li pişta te be û li ba te be, ev tiştek pir giring e. Min ev rol di çîrokên xwe de da perîyê. Ew perî di jiyana me ya rastî de, carinan dayîka me, carinan bavê me û carinan jî em bi xwe ne.”
Di çîrokên te de her tim şîretên qencî, başî û dilrehmîyê derdikevin pêş, tu vê yeke çawa dinirxînî?
“Zarok, tovên pêşeroja me ne. Divê em bi qencî û xweşîyê wan av bidin. Jixwe di jiyana em tê de dijîn zilm û neheqî zêde zêde heye û mirov bi hêsanî dilê hev dişkînin. Dil li ba min tişteke pîroz e û divê şikandina dilekî ne ew qas hêsan be. Rojekê ez bi xwe jî bibim dayîk, ez ê tim şîreta başî û her başîyê li zaroka xwe bikim.”
Çima rihê dilovanîyê ew qas zêde ye?
“Rehm tişta herî pîroz e li gerdûnê, tu rehm bikî, tu yê hilbet rehmê bibînî. Ev hevok ji çîroka min a “Zerya û Pinpinîka Binevşî” ye. Di jiyana xwe de ez mirovek zêde dilrehm im. Bi taybet jî ev rehma min li ser ajal û mirovên pîr zêdetir e. Gelek caran ev rehm û merhemeta me were bedkarkirin jî divê em rehm û şefqetê ji dilê xwe kêm nekin. Min di nivîseka xwe de ji bo rehmê wiha nivîsandibû, “Raste! Mirov bêbext in, lê tim xwediyê rehmê, xwediyê text in.”
Ev pirtûka zarokan dê çi li zarokan û Edebîyata Kurdî ya Zarokan zêde bike?
“Ji bo zarokan dikarim vê bêjim, wê gerdûna wan ya efrînerî û xeyala berfirehtir bibe. Li ser Edebîyata Kurdî ya zarokan jî dikarim bêjim ku piçûk be jî rengek ji rengê min jî li wê tabloya rengîn ket û ez ji vê pir kêfxweş im.”
Berhema te ya yekem derket û te xwe avête qada nivîskarîyê, hest û fikrên te çawa ne?
“Hestên min nayên ziman. Kêfxweşî, Serfirazî û hestiyarî… Ev pirtûk ji bo min berhemek qîmetdar e. Di qada nivîskarîyê de jixwe min bi nivîsên xwe cîhek piçûk digirt lê hilbet nedibû weka nivîsandina pirtûkekê. Hêvî dikim wê hîn tiştê xweştir biqewimin.”
Di vê pirtûkê yan jî di nava van çîrokan de tiştek ji bo te giring, bi taybet heye?
“Belê heye! Çîroka “Zerya û Pinpinîka Binevşî” ji bo min çîrokek watedar e. Lê niha naxwazim wateya wê diyar bikim.”
Ji bo zarokan peyama çi ye?
“Zarokno!!! Çi dibe bila bibe lê bizanibin ku wê rehm û rastî hemî reşîyan bike xweşî…”