Weke were bîra we, me di nivîsa xwe ya berîya vê de qala çanda teglîfatîya dewatan û kevneşopîya “sêva sor” kiribû. Em dê di vê nivîsê de jî hewl bidin qala “berbûk û serdewatîyê” bikin. Gelek kevneşopî û remzên şîn û şahîyan hene. Xwestina qîzan, malderxistina bûkan, siwarkirina bûkan û gelek kevneşopî hene. Yek ji wan jî berbûk û serdewatî ye. Çi ye ev çand û çi li ser hatiye gotin, em dest pê bikin.
Ji bo ku serê we tevlihev nebe, ewil vê bêjim; berbûk jin, serdewatî jî mêr e. Peywira van herdu kesan bi silametî û li gorî çand û kevneşopîyan anîna bûkê ye. Ev herdu kes piranî jin û mêrên hev in. Ango hevserên hev in. Lê carinan jî xwîşk û birayek jî dibin berbûk û serdewatî, carna jî bûk û xwezûrek an jî jinbirayek û tîyek jî dikarin bibin xwedîyê vê peywirê. Ev kes nemaze jî ji malbata zavê an jî ji nas û dostên malbatê tên bijartin. Sedema taybetî ya bijartina ji eqrebayan daxilbûna wan ya nava malbatê ye. Çimki di çanda civakî ya kurdî de daxilbûna kesên biyanî ya nava malbatê zêde nayê qebûlkirin.
Peywira serdewatî bi giştî rêvebirina dewatê ye. Ango hemû danûstandinên dewatê di stûyê wî de ne. Ji standina balgîyê zavê ya ji malbata bûkê bigire heta pereyên ku didin kesên serê rêya bûkê girtî, ji xêrhatina mêvanan bigire heta organîzeya nan û avan. Ev hemû di berpirsîyarîya serdewatî de ne.
Berbûk jî li gel hevkarîya serdewatî nemaze bi bûkê re eleqeder dibe. Ji roja henê ya diçin mala bavê bûkê heta roja pişti dewatê ev peywir didome. Amadekirina henê, dest henekirina bûk û zavê, çêkirina ser û berên bûkê û gelek tiştên din ji van kar û peywirên berbûkê ne. Em dikarin bêjin berbûk di her gava dewatê de ye. Mînak; berbûk şeva dewatê nivînên bûk û zavê bi destê xwe hazir dike, hetta cawekî (pînekî patisqe yê spî) dide ser doşeka bûk û zavê ji bo ku sibê bizanibe ka zava “bûk bi jinanî girtiye” an na. Ango bûk “qîz e” yan na. Roja pişti dewatê eger li ser vî cawê spî xwîn hebe, berbûk tê zava pîroz û maç dike. Piştre bi awayê kesekê serkeftinek bi dest xistibe nîşanê xwesûya bûkê dike. Gelek caran jî ji malbata bûkê jî jinek ew şev li vir dimîne û ew roj vî pïneyê bi xwîn nîşanê wê didin.
Wexta kesek xwe bi karekî ve bi zorê xwe bizeliqîne, jê re dibêjin “kî bûk e ew jî berbûk e” Tenê ev biwêj giringîya rola berbûkê radixe ber çavên me. Çimkî di dewatê de gav bi gav bi bûkê re ye. Û hemû karên ew bike, şûna wê dike .
Divê berbûk ji bilî van karên xwe pir baldar jî be. Çimki li gorî kevneşopîya kurd ya dewatan, ji malbata bûkê kesek dikare dizîka ve pêşa dêreyê berbûkê jê bike. Ji bo vê jî gelek berbûk bi şêv dêreyên xwe dernaxin û hetta ranazin jî. Çimkî ev jêkirina pêşa dêreyê berbûkê wekî dayina bêrîya xwe, wekî şêlandina rêwiyekî eyb tê dîtin. Yanî tê wateya ku karê xwe dernexistibe û têk çûbe.
Wekî gotina dawîn; ne mumkun e ku dewatek bê serdewatî û bê berbûk bibe. Ev ne ji bo karê teknîkî ye, ev remz û kevneşopîyeke çandî ye. Çi dibe bila bibe divê di dewatê de serdewatî û berbûk hebe. Wexta ev tune bin ji bo malbata zavê dibe şerm û kêmasîyeke mezin. Jixwe dema serdewatî û berbûk neçin ji bo anîna bûkê, mala bavê bûkê jî destûra birina bûkê nadin. Çimkî di dewatê de ji bûk û zavê şûndatir figurên herî sereke berbûk û serdewati ne.