Erdkologan eşkere kirin ku li Perûyê plazayeke kevirîn a xelek keşf kirin ku yek ji kevintirîn avanîyên megalîtîk ên li Amerîkayê ye. Du profesorên antropolojiyê yên ji Zanîngeha Wyomingê yek ji kevntirîn plazayên xelek ên li Andên Amerîkaya Başur keşf kirin. Ev avanî mînakek mîmariya megalîtîk a bîrdarîyê ye ku bi kevirên mezin bi kar anîne yên ku bi rengek tîk û bêxerc hatine danîn.
Taybetîya Vê Plazayê Çi ye?
Plaza ku li cîhê erdkolojîk Callacpuma ya li hewza Cajamarca ya bakurê Perûyê ye, bi kevirên megalîtîk ên mezin ên hatiye çêkirin ku bi rengek verast hatine danîn, rêbazeke çêkirinê ku berê li Andesê nehatiye dîtin.
Ev Xebat Kengî Hatîye Destpêkirin?
Serokê projeyê Jason Toohey û Profesor Melissa Murphy ji sala 2015an ve li ser vê mijarê lêkolînê dikin. Ji sala 2018an ve li plaza tê kolîn.
Daneyên Encama Vê Xebatê Çi ne?
Daneyên nû yên li ser plazaya xelek a megalîtîk a herî kevn a naskirî ya li Andên Bakur di Science Advances de, bi sernavê “Plazaya Kevirîn a Monumental li Geliyê Cajamarca ya Perû, 4750 BZ” hate weşandin. Dîroka radyokarbonê avakirina destpêkê ya vê avanîyê di dawiya serdema Pre-Seramîk de, bi qasî 4,750 sal berê, bi cîh dike. Ev yek wê dike yek ji kevintirîn nimûneyên vî rengê mîmarîyê li Amerîkayê.
Dîroka Wê Çawa Hate Tesbîtkirin?
Ji bo fêmkirina baştir ya tarîxî, tîmê bi baldarî di hundirê plazayê de kolandin, berhemên ku bi jiyana berê ve girêdayî kifş kirin û ji bo hevberdanê nimûneyên komirê berhev kirin. Dûv re hemî bermahiyên maddî hatin paqijkirin, hilanîn û di laboratûarê de analîzkirin.
Toohey dibêje, “Ev avahî hema bêje di heman demê de wekî Stonehenge, bi qasî 100 sal beriya Pîramîdên Mezin ên Misrê hatiye çêkirin.” Ev tarîx destnîşan dikin ku plazaya xelek li Callacpuma mînaka herî zû ya naskirî ya mîmariya mîmarî û megalîtîk a li Geliyê Cajamarca û yek ji kevintirîn ên Perûya kevnar e.
Toohey lê zê dike, “Ev der belkî cîhek kombûn û merasîmek bû ji bo hin kesên ku li vê beşa Geliyê Cajamarca dijiyan. Van mirovan bi şêwazekê nêçîrvanîyê dijiyan û belkî van demên dawîyê dest bi çandinîya deramet û kedîkirina heywanan kiribûn.”
Şêwaza Fizîkî ya Vê Plazayê Çawa ye?
Plaza ji du dîwarên hevgirtî pêk tê û bi qasî 18 metre dirêj e. Avakerên kevnar her kevirê megalîtîk rast, nêzî hev û bêyî karanîna hawanê danîne, berevajî gelek meydanên din ên Andê yên bi heman tarîxê ku ji dîwarên kevir hatine çêkirin. Li gorî lêkolînê, dibe ku plaza di navbera salên 500 B.Z. û 200 B.Z. de bi rîtuelî hatiye girtin.
Erdkologan Reaksîyonên Çawa Dan?
Toohey dibêje “Dema ku me ev plazaya megalîtîk a xelek nas kir ez pir ecêbmayî mam. Her çend plazayên din ên xelek li deverên din ên beravê û bilindahiyên Perûyê hatine dîtin jî yek li vê herêma Peru nehatiye nas kirin. Her weha teknîka avakirina megalîtîk a ku ji bo avakirina Plaza Callacpuma hatî bikaranîn ji qadên din ên xelek ên wê demê cuda bû.”
Gelo Gelê Herêmê Ev Plaza Nedîtibûn?
“Gelê herêmê bi salan e ku vê plazaya xelek dizanin. Di vê warî de, me ew keşif nekiriye, lê em yekem projeya erdkeolojîk in ku bi rêgezek bi nexşe û kolandina hûrgilî plazaya megalîtîk lêkolîn dike.”
Mirovên li Andê ji 3,100 BZ heta 800 BZ plazayên bîrdarîyên xelek çêkirine; herî kêm 100 ji van li ber beravên Perûyaa navendî û hin jî li çiyayan hatine çêkirin. Her çend teknîka avakirinê cuda bû jî, plaza li Callacpuma naha nîşan dide ku ramana avakirina bîrdarîyên weha di demek zû de li bakurê Andesê belav bû.
“Erdkeolog bi rastî nizanin ka fonksiyona van plazayên xelek çi ye, lê dibe ku ew avahiyên civakî yên pêşîn bin. “Ev plazaya li bakurê Andes di demekê de hate çêkirin ku mirovên herêmî hîn jî şêwazeke jiyana çalak dijiyan û mirovan nû dest bi ceribandina mezinbûna xwarinê dikirin. Dibe ku komên cihêreng ên herêmî peywira avakirina plazaya megalîtîk parve kiribin.”