Cefen an jî fabl cureyeke wêjeyê ye ku piranî bi lehengên xwe yên mîna ajal, riwek û afirîdên xewnerojkî tê zanîn. Cefenivîser di nivîsên xwe de hewl didin ku şîretên rewiştî (exlaqî) û tecrûbeyên jîyanê bigihînine xwendevan û guhdarên xwe. Her wiha hin caran ji bo şiyarkirin û hişyarkirina civakê jî nivîskaran di cureyê cefenê de nivîs dane. Wisa hizir dikim ku ji van nivîsan ya herî navdar, berhema George Orwell a “Çewlika Ajalan” e. Cefennivîseran di dîrokê de gelek caran helbestkî carinan jî bi awayekî pexşaneyî cefenên xwe nivîsandine. Bingeha hevpar a hemû cefenan, axivandin û kesandina lehengan e. Di cefenan de têgînên cîhanî weke hogirtî, hevaltî, tirs, hers, piştgirî, hez û konetî tên vegotin. Lehengên vê cureyê piranî xwedî taybetmendîyên mîna qenc, neqenc, tiral, zîrek, rind, kirêt in û gelemperî du taybetmendîyan bi hev re nahewênin. Zimanê vegotinê sivik e û têgihiştin hêsan e. Rovîyê kone, mîroyê xebatkar, kera ‘aqil sivik lehengên herî navdar in.
Dîrok û Pêşveçûna Cefenê
Destpêka dîroka cefenê digihîje çîrokbêj û cefenvan Ezop. Tê hizirkirin ku Ezop Berî Zayînê di sedsala 6an de li Yewnanistana Kevnar jiyaye. Ezop, li gorî hin çavkanîyan afirînerê gelek cefenan e ku ev cefen piştî wî herî kêm 300 sal dû re hatine berhevkirin mixabin ji vê berhema berhevkirî jî tu tişt negihaye serdema me. Îro hê jî hebûna wî biguman e. Tu nivîs û berhema wî negihiştîye serdema me.Ji bo ku cefenên Ezopî û çîrokên Afrîkî dişibine hevdu, hin kes angaşt dikin ku Ezop mirovekî Etiyopyayî bû lê ev ne mijara nivîsa me ye. Berhemên ku lê hatine barkirin ji welatê wî bêtir bala me dikişîne. Di destpêkê de cefen di nav mirovên mezin de belav bûbû. Mirovên gihîştî, rexne, parastin û gilîyên xwe yên dînî, civakî û polîtîk ji ser cefenan dikirin. Arîstoteles di nivîseke xwe de cih dide ramyareke ku gendelîyê dike û ji alîyê dadgehê ve tê darizandin çawa ji aliyê Ezopê ve bi vegotina cefena “Rovî û Jîjo” tê parastin:
Komeke kêzikên xwînmij dikevin pêsîra roviyekî û wî aciz dikin, Jîjo tê jê re dibêje;
– Tu bixwaze ez karim alîkarîya te bikim, wan ji pişta te biqetênim.
Rovî dibêje:
– Na, naxwezim
Jîjo jê dipirse:
– Çima tu naxwazî?
Rovî jî dibêje:
– Yên li pişta min têr in nikarin zêdetir xwîna min bimêjin, ez wan rakim ji dêlva wan yên birçî dikevine laşê min û xwîna min dê bimêjin.
Ezop ji dadgehê re dibêje, ezbenîyan eger hûn ji vî mêrivî re cizayê bidin, dêlva wî yên ji wî belengaztir û çavbirçîtir dê bên û bêtir dizîya we bikin.
Ezop bi vê cefena kurt ramyarî xelas dike.
Cefenên Ezop mîna vê cefenê di navbera lehengên ajalan de derbas dibe. Sidîq Gorîcan cefenên Ezopî di sala 2013an de bi navê “Çîrokên Ezopî” ji îngilîzî wergêrandîye bo kurdî.
Vishnu Sharma, cefenvaneke ku di cîhanê de gelekî bi nav û deng e. Berhema wî ya herî navdar û berbelav cefena wî ya bi navê “Pança-Tantra”ye. Berhema “Pancha-Tantra” ya Vishnu Sharma bi armanca ku şîretan li derbarê hest û taybetmendîyên mîna rewişt, jiyan, rêveberî, dad, dilovanî û hwd bide mîrzayên Hindistanê derketiye holê. Berhema wî ji alîyê gelek kesan ve berhema herî berbelav li cîhanê ya ne dînî tê pejirandin. Berhema wî her çiqas ji bo mîrzayên Hindistanê derketibe holê jî di demeke kurt û bi lez de di nav gel de belav bûye. Wisa tê hizirkirin ku Pança-Tantra Berî Zayînê di sedsala 3an de hatiye nivîsandin û yekem berhema cefenî a nivîskî tê pejirandin. Vishnu Sharma, cefenvanên piştî xwe re çavkanî û bandoreke gelek mezin hîştiye. Jêdera berhema “Kelîleh û Dîmneh” ku piştî wî hatiye nivîsandinû li tevahîya cîhanê belav bûye, Pança-Tantra ye. Her wiha cefenvanê navdar La Fontaine (1621 – 1695) gelek cefenên “Kelîleh û Dîmneh” bi zimanekî helbestekî dubare nivîsandiye. La Fontaine bi nîşandana neqencîyê armanc kir ku qencîyê belav bike. Xerabîya neqencîyê û xweşîya camêrtîyê di berhemên xwe de bi awayeke cefenî vegot. Pirsgirêkên mirovî û civakî bi rêya ajelan nîşanî mirovan da. Ji ronesansê vir de cefen, hêdî hêdî berê xwe da zarokan û perwerdeya wan. Di xwendingehan de ji zarokan re berpirsyartîyên civakî û hestên mirovî bi cefenan hate hînkirin. Girîngîya xebatê bi cefena “Mîro û Kulî”, girîngîya dev jê bernedanê bi cefenê “Kîvroşk û Kosî” û gelek hest û taybetmendîyên din ên mirovî bi rêya cefenî ji civakê re hat vegotin.
Di serdema nûjen de cefen ji pirtûkan heta şanoyan, ji şanoyan heta sînemayan di gelek waran de belav bû. Êdî ji bilî hest û taybetmendîyên takekesî, îdeolojî û fikrên kûr jî bi rêya cefenî ji alîyên cefenvanan ve tên pesindayîn an jî rexnekirin. Weke mînak em dikarin berhema George Orwell a Çewlika Ajalan(1945) çavdêrî bikin. George Orwell di berhema xwe ya “Çewlika Ajalan” de rejîma Sovyetê û dewletên totalîter rexne dike ku wan dewletan angaşt kirin ku aştî, wekhevî û bextewarîyê ji gel re bînin lê mirov xapandin û ew kirine xulam û belengaz. George Orwell van bi awayekî cefenî vedibêje û rexne dike. Stalîn û polîtîkayên rejîma Sovyetê di berhema wî de tên rexnekirin. Ji ber naverokê ev pirtûka wî li Yekîtîya Sovyetê hatibû qedexekirin, hê jî li Koreya Bakur û Kubayê qedexe ye. Sedema ku li Kenyayê hat qedexekirin rexnekirina pirtûkê ya li ser gendelîyê bû. Ji ber ku di pirtûkê de beraz tê axaftin, pirtûk li xwendingehên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban de jî di sala 2002an de hatibû qedexekirin.
Cefen bêguman di dîroka wêjeyê de gelekî girîng e lê tişta ku cefenan bêhempa û dike hêja ew e ku cefen hewldaneke ji bo avakirina rewişta hevpar a di nav mirovahîyê de ye.