Em mirov, her tim li pey rêyên nû yên hêsanker in. Li me we ye em çi qas rêyên hêsan û kurt bibînin dê jîyana me jî ew qas hêsan bibe û em ê aramtir bijîn. Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje ku aramî armanceke sereke ya jîyanê û lêgerîna mirovî ye. Mirov dikare ji arambûnê ji dûrbûna alozîyê, ji nebûna tevlihevîyê û ji xwerûbûnê fêm bike. Yanê gava jîyana mirovî ne aloz be, tevlihev nebe û xwerû be, mirov dikare hêsantir bijî û ev hêsanî jî bi xwe re aramîyê tîne. Nexwe divê ji bo gehiştina aramîyê mirovan hin rê û rêbaz ava kiribin, ango divê rêbazên wan ên xilasbûna ji alozî û tevlihevîyê û gehiştina xwerûbûnê hebin.
Polînkirin Çi ye?
Yek ji wan rê û rêbazên mirovan ji bo gehiştina aramîyê dîtî/avakirî polînkirin e. Polînkirin (senifandin) li ser ji hev veqetandinê ava dibe û ji hev veqetandinê amaje bi ji hev cudakirina tiştan a li gorî hin taybetmendîyên wan tiştan dike. Bi gotineke din, mirov tiştan li gorî hin taybetmendîyên wan dinasin û li gorî wan taybetmendîyan wan ji hev cuda dikin/vediqetînin, yan jî wan li gorî wan taybetmendîyên wan berhev dikin, yê wan ji yên din vediqetînin, di bin banekê de. Wekî mînak ajal di bin banê ajalbûnê de ji zîndewer û tiştên din tên veqetandin, yên li ser rûyê erdê hene û hemû ajal di bin vî navî de tên polînkirin û dû re her ajalek jî li gorî hin wekhevî û cudahîyên xwe di bin navên din de tên polînkirin û ev cure polînkirin ji bo her tiştî û di her qada jîyanê de bi vî awayî tê kirin.
Wekî me li jorê jî gotî, polînkirin xizmeta aramîya jîyana mirovî dike û helbet ev aramîya bi polînkirinê tê bidestxistin jî aramîyeke hişî ye, ku polînkirin bi xwe tevgereke hişî ye. Li gorî Fiske û Taylor, mirov ji hêla venasînî ve çikûs in.1 Ango ji bo şirovekirin û nasîna dinyayê hingî dikarin kurterêyan bi kar tînin û ew kurterê wekî wêneyan di hişê wan de cih digirin û gava careke din rastî wan tiştan tên, ên tiştên wan wêneyan tînin bîra wan, wan tiştan di çarçoveya wan wêneyan de cih dikin û li gorî wan şirove dikin. Ji van wêneyan re şema tê gotin, ên li dû polînkirinekê tên xêzkirin û dû re ji polînkirinên din re dibin bingeh.
Şema Çi ye û Çawa Çêdibe?
Li gorî ragehandina Ali Dönmez, mirov dikare şemayê bi vî awayî pênase bike1: Bi wateyeke giştî mirov dikare şemayê wekî hevgirtîyên venasînî yên rêkxistî û veavakirî pênase bike, yên hin agahîyên der barê tişta mijara têgihanê de, hin pêwendîyên di navbera venasînên cuda yên der barê wê de û hin mînakên taybet yên der barê wê de. Ango şema ew tişt e ku gava mirov rastî tiştekê tê û wê tiştê li gorî taybetmendîyên wê yên di hişê xwe de pol dike û bi cih dike. Wekî mînak gava mirov ajaleke bibine, di avê de dijî, sobarîyê dike û nikare ji derveyî avê bijî, bi hêsanî dikare wê wekî masîyê bi nav bike, polîn bike û li gorî şemaya masîyan şirove bike.
Şematîze û Polînîzekirina Civakê
Li alîyê din gava mirov li mirovî bi xwe dinêre, mirov dibîne ku ew xwe bi xwe jî li gorî hin taybetmendîyan pênase dikin û li gorî wan pênaseyan polîn dikin. Yanê ew sêwirandin û şematîzekirinên di cîhana fîzîkî de dikin, bi heman şêwazî di cîhana civakî de jî dikin, ango senifandineke civakî dikin.
Li gorî Demirtaşî2 du dîtinên bingehîn hene, yên li ser sedema senifandina mirovan a civakî disekinin; piştvanekên venasînî û pêvajoya xwenirxandinê. Li gorî dîtina ewil, armanca polînkirina civakî jî wekî armanca polînkirina fîzîkî aramîya venasînî ye. Ango çawa ku di polînkirina fîzîkî de gava firindeyek dihate dîtin û di cih de wekî çûkê dihate polînkirin û bi vî awayî ji zehmeta ji nû ve nasîn û pênasekirinê xilas dibûn, bi senifandina civakî re jî heman pêvajo ji bo mirovan bi xwe dihête birêvebirin.
Yanê gava mirov rastî mirovekê tê ku pordirêj, xwedî xetên nerm û singên wê heyîn, wê di cih de wekî jinekê polîn dike û paşî wê şirove dike li gorî agahîyên zanîna xwe ya der barê çibûna jinê de, ango li gorî şemaya jinbûnê şirove dike. Li gorî vê dîtinê senifa polînkirin barê mirovî yê venasînî kêm dike û bi vî awayî jîyanê hêsantir û aramtir dike, ku wekî me li jorê jî gotî ev armanca mirovî ya jîyanê ye.
Armanca Polînkirina Civakî Çi ye?
Li gorî dîtina duyem, mirov dixwaze bi polînkirina civakî re xwe û yên ji xwe, ango koma endamê wê ye, ji yên din veqetîne û dû re bi berawirdkirina xwe û yên din re nirxên erênî li xwe û koma xwe bike û li alîyê din jî komên din bi nirxên nerênî pênase bike. Ev dîtina duyem ji bîrdozîya civakî tê, ya dibêje mirov bi awayekî bivênevê koman diafirînin û dabeşî koman dibin.
Li gorî vê bîrdozîyê mirov serî li polînkirinê didin, çimkî bi vî awayî him dikarin xwe ji yên nejixwe veqetînin û him jî li gorî taybetmendîyên xwe yên hevpar, ji bo xwe bi xwe koman ava bikin û bi avakirina koman re nirxê wan taybetmendîyan zêde bikin û ji wê jî hesta xwerêzîya xwe bilind bikin. Ango endambûna komekê nirxên wê komê li endamên komê dike û her endameke komê bi wê re hesta xwerêzîya xwe têr dike.
Li alîyê din, çawa ku bi rasthatina firrindeyekê re mirov di cih de navê çûkê li wê firrindeya lê rasthatî dike û wê di çarçoveya şemaya çûkbûnê de şirove dike, her weha gava ku mirov rastî keseke ji komeke din jî tê, wî kesî di cih de bi zanînên xwe yên der barê wê komê de şirove dike û taybetmendîyên takekesî piştguh dike.
Her weha şemayên me yên wekî jîrî, tiralî, kalî, çikûsî, sarî, dilgermî û hwd jî hene û gava mirov kesekî bi van şemayan nas bike, wî di van şemayan de cih dike û li gorî wê şemayê şirove dike. Wekî mînak gava mirov yekî wekî kesekî dilgerm polîn bike, dê wî kesî di çarçoveya şemaya dilgermîyê de bibîne û tevgerên wî di vê çarçoveyê de binirxîne.
Çavkanî: