Fîsyon û fûzyon du bûyerên nukleer in û hev du temam dikin. Fîsyon xerabbûna radyoaktîv a dendikê ye. Bi notrînoyan jî ev yek pêk tê. Ji bo vê enerjîyeke zêde pêwist e. Dendika atomê perçe dibe û paşê jî hemî parçeyên dendika atomê dibin yek. Em ji bo vê bûyera yekbûnê jî dibêjin fûzyon. Ji ber ku girseya windabûyî veguherîye enerjîyê, kombûna tevahîya girseyên perçeyên ji parçebûnê derketine, ji girseya dendika orîjînal biçûktir e.
Ev bûyer ji dendikên sivik çêbûna dendikekê ye. Mînaka herî taybet a enerjîya hevgirtinê(yekbûn), hevgirtina îzotopên hîdrojenê ye (deuterium(doteryum, hîdrojena giran) û trîtîyûm (îzotopa radyoaktîv a radyoaktîv). Di encama vê yekbûnê de enerjî tê bidestxistin û dendikeke girantir çêdibe. Ev bûyera nukleerî tenê bi milyonan pileya Celsius dikare pêk were. Ji ber vê ev enerjîya termonukleer tenê ji bo armancên leşkerî hatîye ceribandin. Ji bo çêkirina bombeyeke termonukleer, ê re bombeya hîdrojenê jî tê gotin, hewce ye bûyera parçebûnê çêbibe, yanê bombeyeke atomê bê teqandin da ku germahîya ji bo hevgirtinê hewce dike, peyda bike.
Di Kanûna 2022an de, cara pêşîn hêza fûzyonê ya net li ser rûyêzemîn(dinyayê) hat bidestxistin. Kengî dê fûzyon li hember qeyranên îqlim û enerjîyê rû bi rû bimîne? Ji bo bazirganîkirina fûzyonê çi hewce bike? Caroline Anderson, rêvebirê Ragihandinê ya Alîkarîya Civakî li Endûstrîya Fûzyonê, pêşketinên herî dawîn yên di enerjîya fûzyonê de û wateya vê ya ji bo paşeroja wê çi ye dibêje. Fûzyon li her derê ket nav danûstendinan û li çar alîyê cîhanê di rêza pêşîn a nîqaşên sîyaset û îqlim(avhewa) de derdikeve. Lê pirs dimîne, kengî ev çavkanîya enerjîyê dê bigihêje astekê, bikaribe li hember qeyranên avhewa û enerjîyê bisekinin?
Endustrîya fûzyonê ya taybet ber bi bazirganîyê ve pêşengîyê dike. Par mezinbûn girîng bû, bi kêmî ve heşt pargîdanîyên (şirket) nû derketin. Ev mezinahîya endustrîyê li zêdetirî 30 fîrmayên fûzyonê li çar alîyê cîhanê, nîşana vê endustrîya mezin e. Fînansekirina taybet a di fîrmayên fûzyonê de di salekê de ji du qat zêdetir zêde bû, niha li ser 5 mîlyar dolarî ye. Veberhênana ji hêla Googleê, Bill Gates, Jeff Bezos, Shell û yên din ve her ku diçin mezin dibin.
Ne tenê di mezinahîya endustrîyê de zêdebûneke berbiçav heye, di pêbawerîya şirketan de di demên bazirganîyê de jî mezinbûneke bilez heye. Li gorî rapora Komeleya Endustrîya Fûzyonê ya Cîhanî di sala 2022an de, ji sedî 93 ji fîrmayên fûzyonê li çar alîyên cîhanê pê bawer in, fûzyon dê di salên 2030an de an jî berê li ser torê (şebeke) be. Ev ji% 83an fîrmayên ku di çapa 2021an de ji vê yekê bawer dikirin, ji ber veberhênana bilez û pêşketinên zanistî û teknolojîyê bilez û berbiçav e.
Enerjîya fûzyonê dibe ku di enerjîya ceyranî(elektrîk), lêkolînên fezayî tenduristî, germkirina endustrîyî, barkêşîya deryayî, keştîyên fezayî de were bikaranîn. Lê belê ji bo bazirganîya vê zêde hewce ye. Ji ber ku di xebatên enerjîya fûzyonê de zehmetîyeke mezin dikşînin û ev xebat biha ne. Zêdetir lêkolîn, pêşketin, û testkirin hewce ne. Ji bo siberojê enerjîya fûzyonê wekî enerjîyeke paqij û ewle tê dîtin.