Îro krîza erdhewayê li çaralîyê cîhanê bûye xemeke mezin û di heman demê de bûye tevgereke girseyî. Ev krîz xwedî potansîyel e ku bandoreke cidî li ser jîyana nifşên paşerojê bike. Bi taybetî haya zarokan ji vê pirsê û pêşxistina hişmendîya jîngehê dikare bibe alîkar ku cîhanek mayîndetir bihê avakirin. Bidestxistina vê hişmendîyê, bi taybetî bi zimanê dayikê, dê têkilîyên wan ên çandî xurtir bike û hesasîyetên xwe yên jîngehê bi bandortir derbixe holê. Mafê her zarokî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî bigihêje agahîyan. Di vê xalê de her çend li herêma me sazîyên ku bi însîyatîfên taybet perwerdehîya bi kurdî didin hebin jî, di mufredata perwerdeyê ya heyî de kêmasîya perwerdeya bi kurdî heye. Ev rewş dibe sedem ku zarok di zimanê xwe yê zikmakî de ji peyvdanka erdhewayê bêpar bimînin û di mijarên girîng ên wekî têgînên erdhewayê de tengasîyan bikişînin. Di vê xalê de “Ferhenga Erdhewayê” dixwaze bibe pireke ku têgehên erdhewayê bi zimanê dayikê fêrî zarokan bike.
Çavkanîyên wek “Ferhenga Erdhewayê” bi rêya ku zarok hînî peyv û têgehan bi zimanê xwe yê zikmakî bibin, dikarin şiyana ragihandinê xurtir bikin. Ev yek hem hişyarîya hawîrdorê ya zarokan zêde dike û hem jî hêza wan a derbirînê ya bi zimanê dayikê zêde dike. Çêkirina “Ferhenga Erdhewayê” ya li ser têgehên erdhewayê bi kurdî, ji bo xurtkirina zimanê dayikê yê zarokan û di heman demê de hişyarkirina jîngehê weke gaveke girîng tê dîtin. Armanca “Ferhenga Erdhewayê” ew e ku zarokan bi zimanê dayikê kurdî fêrî têgehên hawirdorparêzîyê bike. Bi vê ferhengê zarok hem dikarin haydarîya jîngehê bi dest bixin û hem jî bi fêrbûna peyvên têkildarî krîza erdhewayê bi zimanê xwe yê zikmakî têkilîyên xwe yên bi zimanê dayikê xurt bikin.
Di encamê de ji bo domdarîya paşerojê gaveke girîng e ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî hişmendîya erdhewayê bi dest bixin û di derbarê jîngehê de bibin kesên xemxur. Înîsîyatîvên wekî “Ferhenga Erdhewayê” dikare alîkarîya zarokan bike ku li dijî krîza erdhewayê bi zanebûn û aktîf tevbigerin. Ji ber vê yekê, hem zarok û hem jî civak dikarin di çareserkirina krîza erdhewa de roleke bihêztir bilîzin û pêşerojê geştir bikin.
Ji bo Ferhenga Erdhewayê û anîmasyênên stop motionê: https://linktr.ee/ferhengaerdhewaye?fbclid=PAAaYpBG4c_FXTwQXPeLVc1m82G7c5Izk5BV0jxpnviE2vE5CSagBKMAwdAG0
Hesabê Instagramê yê Ferhenga Erdhewayê: https://www.instagram.com/ferhengaerdhewaye/