Di dirêjahîya dîroka mirovahîyê de, ezman û feza her wext bala me kişandîye. Daxwaza kifşkirina tiştê ku di kûrahîya fezayê de ye, di sedsala 20an de di encama hewildanên gelek salan ên mirovan de serkeftinek girîng bi dest xist: daketina ser heyvê! Ji wê rojê pê ve, daketina yekem a li ser heyvê di lêkolînên fezayê de qonaxek girîng tê hesibandin. Di vê nivîsê de, em dê rêwîtîya 54 salî ya daketina heyvê û pêşveçûna lêkolînên fezayê bikolin.
Girîngîya lekolîna fezayê ji ber ku dihêle mirovahî di warê zanîn û lêgerînê de sînorên xwe berfireh bike bibandor e. Lêkolînên fezayê rê dide me ku em li ser gerstêrk û gerdûna xwe bêtir fêr bibin, sirên di kûrahîya fezayê de çareser bikin û pêşkeftinên teknolojîk bi dest bixin. Di heman demê de, lêgerîna fezayê di warê çareserî û çavkanîyên domdar de ji bo pêşeroja mirovahîyê rolek girîng dilîze. Lêgerîna fezayê sînorên zanist û mirovatîyê derdixe, alîkarîya mirovahîyê dike ku li ser armancek gerdûnî ya hevpar bisekine û ber bi pêşerojek geştir ve biçe.
Daketina ser heyvê di 20ê Tîrmeha 1969an de pêk hat. Ji hêla Rêveberîya Feza û Hewayî ya Amerîkî (NASA) ve di bin navê Apollo 11 de ji hêla tîmek sê astronotan, Neil Armstrong, Buzz Aldrin û Michael Collins ve hate kirin. Ev kêlîya dîrokî di bîranînan de wekî kêlîyek ku bi mîlyonan mirov li ser ekranên televîzyonan temaşe kirin cih digirê. Gotina navdar a Neil Armstrong “Ji mirovek re gavek piçûk, lê ji bo mirovahîyê gavek mezin!” ket nav dîrokê. Piştî daketina ser heyvê, lêkolînên fezayê geş bûn û welatên cuda û sazîyên fezayê di vî warî de dest bi veberhênanên mezin kirin. Ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtîya Sovyetê, Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA), Çîn û welatên din li ser heyvê û gerstêrkên din lêgerîn û lêkolînên xwe geş kirin.
Lêkolînên fezayê yên her welatekî li gorî armanc û mîsyonên cihê hatine kirin. Piştî daketina ser heyvê, lêgerîna fezayê bi lez berfireh bû. Mîsyonên Apollo berdewamîya daketina ser heyvê bûn, û astronot bi tevahî şeş carên din hatin şandin heya mîsyona Apollo ya 17em, Apollo 17 van mîsyonan daneyên zanistî yên girîng ên wekî nexşeya hûrtir a rûyê heyvê, pêkanîna ceribandinên zanistî, û anîna nimûneyên axa Heyvê û keviran peyda kirin.
Lêbelê, kêmbûna hejmara daketina heyvê bûye sedem ku lêkolînên fezayê ji bo demekê kêm bibin. Sarbûna pêşbazîya fezayê û zehmetîyên aborî beşek girîng a projeyên fezayê asteng kirîye. Gelek salan, ajansên fezayê li ser keşfkirina fezayê ya bi mirov û stasyonên fezayê sekinîn. Destpêka sedsala 21’an de, di lêgerîna fezayê de ji nû ve vejînek çêbû. Bi taybetî, beşdarbûna sektora taybet di lêkolînên fezayê de, lêçûna rêwîtîya fezayê kêm kirîye û ew domdartir kirîye. Pargîdanîyên mîna SpaceX bi destpêkirina mîsyonên bi mirov û bêpîlot berbi rêgehê (orbit/yörünge) ve serkeftinek berbiçav bi dest xistine. Lêgerîna fezayê êdî tenê bi Heyv û gerstêrkan re sînordar nabe. Mars, heyvên Jupiter, helqeyên Saturn û cismên din ên ezmanî di nav armancên lêgerîna fezayê de ne.
Mîsyonên bêmirov ên ji bo Marsê daneyên girîng ên li ser hebûna jîyana li fezayê didin. Ji bilî vê, agahîyên li ser stêrk û galaksîyên din ên li derveyî Sîstema Rojê têne berhevkirin berdewam dikin. Pêvajoya 54 salî ya daketina ser Heyvê, ronîkirina xwesteka mirovahîyê ya lêgerîna sînorên fezayê ye. Pêşketinên di teknolojîyê û hevkarîyên navneteweyî de dihêle ku lêkolînên fezayê bêtir pêşde biçin. Di pêşerojê de, rêwîtîya mirovatîyê ber bi dûr ve, belkî gerstêrkên din, soza pêşerojek balkêş a tijî keşfên nû û vedîtinên zanistî dide.
Wekî encamek, daketina ser heyvê di lêkolînên fezayê de wekî xala werçerxê ket dîrokê. Daxwaza mirovan ji bo derbaskirina sînorên li ezmanan bi salan û bi tevkarîyên welatên cihêreng berdewam kir. Ev serpêhatîya 54 salî, potansîyela pêşerojê ya lêkolînên fezayê û meraqa bêdawî ya mirovahîyê ya ji bo nenasan nîşan dide. Dixwazim nivîsa xwe bi biwêja ku bi Star Trek re meşhûr bûye xilas bikim; “Lêgerîna cîhanên nû yên xerîb; lêgerîna jîyana nû û civakên nû; Çûyîna bi wêrekî, cihê ku berê tu kes neçûye!”