Her ku diçê em bi vê rastiyê re rû bi rû dimînin ku divê em ber bi pêşerojeke mayîndetir, adiltir û geştir gavan bavêjin. Herçend carinan zehmet be ku em dê çi bikin û çi nekin û li gorî van armancan çawa tevbigerin jî, veguherîna van armancan bi tevgerek girseyî û bi hestiyarî ji bo domdariya civakî, aborî û jîngehê pir girîng e. ” Ji Bo Berdewamîya Pêşbirinâ Armancên Kûreyî“, ku nexşeyek rê ye ku li dijî pirsgirêkên civakî, aborî û hawîrdorê bi biryar tevbigerin, di sala 2015 de ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî armancek gerdûnî ya ji bo bidawîkirina xizaniyê, parastina gerstêrkê û misogerkirina ku hemî mirov ji bextewariyê û aştiyê kêfxweş bibin hate pejirandin û heta sala 2030an wek banga çalakiyê hat qebûlkirin û hefteya di navbera 17-28ê Îlonê de her sal wek hefteya Global #Act4SDGs hat îlankirin.
Armancên Kûreyî an jî Armancên Berdewamîya Pêşketinê vê hefteyê li çar aliyê cîhanê tê pîroz kirin ku ev banga me ye, ji bo cihanê. Armanca sereke ya vê hefteyê ya bi rastî ew e ku giringî, balkişandin û ragihîna ji bo bidestxistina van armancan e. Digel ve “Hefteya Ji Bo Berdewamîya Pêşbirinâ Armancên Kûreyî” armanc dike ku civakan bi baldarî li ser lixwegirtin û hayjêhebûna hukûmetan, pargîdanan û aktoran teşwîq bike ku li ser van armancan bisekinin û pêşketina domdar zêde bikin.
Hefteya #Act4SDGsê divê wekî fersendekî were pejirandin da ku pêşkeftina domdar ji bo armancên pêşkeftina civakî û siyasî were avakirin û wekî platformek were bikar anîn da ku xebatên li ser pêşkeftina domdar bilez bikin.
Hûn jî di vê hefteyê de ne tenê agahiyan hîn bibin di heman demê de jî tevbigerin. Bi riya medyaya civakî, blog û bi axaftinan piştgriye bidin pêşveçûna domdar. Hûn jî beşdarî çalakiyên herêmî an jî projeyên domdar bibin, bi vî awayî alîkarî bidin komeleya xwe.
Bi tevgerên her yekî ji me Hefteya Armancên Kûreyî ji bo avakirina cîhanek domdar û edalet rêwîtiyeke destpêkê ye .
Tabloya ku ji berê de ji aliyê Robîn Askar ve hatibû amadekirin ” Ji Bo Berdewamîya Pêşbirinâ Armancên Kûreyî ” ji bo versiyona wê ya bi kurdî hûn dikarin li ser lînkê bitikînin û bigihîjin naverokê.
Çavkanî:
Sustainable Development Goals | United Nations Development Programme (undp.org)
Sustainable Development Goals (nationalgeographic.org)
Küresel Sürdürülebilir Kalkınma Amaçları Farkındalık Haftası – Potamya