Piştî vekirina salona şanoyê ya nû ya Şaneşîn Performansê li Mêrdînê, cara yekem lîstikek li salona Şaneşînê ya nû hate lîstin. Koma şanoyê Batman Yenî Sahne bi lîstika xwe ya bi navê “Jina Qelew” piştî Batman, Amed û Stenbolê duhî şev bû mêvanê Mêrdînê. Ji layê temaşevanan ve rastî eleqeyeka mezin hat û di encama lîstikê de gelek temaşevanan razîbûna xwe hem li ser lîstikê û hem jî li ser salona Şaneşîn Performansê ya nû bilêvkirin ku di encama xebatên bênavber û bi piştgirîya xemxwarên kurdî di nav derfetên teng de hatibû avakirin.
Nivîskarê Lîstikê Dario Fo û Jina Qelew
Lîstika “Jina qelew” a ku di pirtûka Dario Fo ya bi navê “Em li Ser Jinan Biaxivin” (Let’s Talk About Women) de cih digire ku jin di rêza herî pêş de cih digirin û bi tevahî behsa jinan dike, Mijara vê lîstikê têgehiştina “laşê îdeal” e ku di nava pergala kapîtalîst de li ser mirovan tê ferzkirin. Taybet ev lîstik bi çavekê rexneyî vê îdeolojîyê dinirxîne ku bedena jinê wekî “meta”yekê dibîne û li ser vê yekê israr dike. Ev lîstik, ji çavê jina bi navê Mattea’yê bi şêwazeka absurd û bi rengekê henekwarî tê veguhestin bo bîneran ku ji layenê mêrê xwe ve hatibû terikandin û ji hêla keça xwe ve jî hatibû piştguhkirin û ketibû nav jîyaneka tenêtîyê. Mettea di nav çûnûhatinên neştergerîya (emelîyet) mîdeyî û dîyetê de ye. Li bînerên xwe dide hizirkirin gelo kêlodayînê ji bo sihet û tenduristîya laşî dike an jî ji bo estetîk û delalîya bedenê? Li dû vê yekê ew fikarên jinan ên li ser estetîk û xweşikbûnê, zextên kar, ew dejenerebûnên di nav têkilîyên malbatên modêrn de têne vegotin.
Nirxandinek bi Giştî li Ser Lîstikê
Berî her tiştî pêdivî ye em bêjin ev nêrin nêrînên me ne û ji ber ku em ne xwedîyê çi ilmekê teorîk in li ser şanoyê bi çavekê temaşevanekê nezan baş xirab me nirxandina xwe kirîye.
Derhênerê komê Yakup Selîmoglu bi wergêr û adaptekirina metnê kirasê kurdî xweş li lîstikê kiribû. Lîstik wekî bîyanîyek berhewa nedima. Heta ji layê çend temaşevanan ve wekî lîstikek xwemalî hatîye famkirin.
Lîstikvanîya hemî lîstikvanan zehf serkeftî bû. Derdê wan ne ew bû ka çi bêjim çi nebêjim, dor dora min e û ya xwe bêjim û bela wê ji xwe vekim. Tam û lezzeta lîstikvanîyê derdixistin. Wan lîstik dijîya û di xwezaya xwe de diaxiftin. Bi giştî herikbarîya lîstikvanîyê hebû. Taybet lîstikvan Kenan Demir bi lîstikvanîya xwe gelek sempatîk û zîrek bû, hema mirovî dixwest ew bilîze.
Performansa kesekê tenê li ser sehneyê kar û barekê gelek zehmet e. Destpêka lîstikê 15-20 xulekan bi lîstina lîstikvanekê tenê derbaz bû her çend lîstikvanîya wê serkeftî be jî temaşevanan dixwest êdî lîstikvanên dî jî werin û daxilî lîstikê bibin û bûyer dest pê bikin. Lewma ew wext kurttir bûya baştir bû.
Temaşevan ji henekan hes dikin, ew dixwazin bikenin lewma exleb di babetên dramatîk de jî henek cihê xwe dibînin. Hewla henekan pir zêde bû, hewla bila temaşevan bikenin pir zêde bû, lewma gelek caran henek diketin pêşîya mijarê.
Gava em ji alîyê naverokê ve lê binêrin her çend jinê ji mêrê xwe hes nedikir jî dîse bêhemdî xwe hes dikir an jî mecbûr bû hes bike, dîse jê re xizmet dikir. Jixwe di nav vê sîstema mêran de ev tişt pêşçav e bes paşguh e. Her weha çawa ku îro kargeh û şîrket bi bedena jinê bi reklam û dengê jinê firotina xwe dikin her wesa di lîstikê de ji bo vê yekê ji ber qelewbûna jinê bedena wê nehatîye bikaranîn di şûna wê de dengê wê yê xweş wekî amûreka firotinê hatîye îmgekirin ku bi sedan kiryarên mêr peyda bûne. Anku yan bedena jinê yanî dengê jinê bûye amûra firotinê, jin bûye objeyek. Her weha ji alîyekê dî ve bal kêşabûn ser zextên jinan ên li ser jinan bixwe. Ji ber ku di nav vê pergalê de derketina rewek weha jî heye. Çawa dayik zextan li keça xwe bike û nexwaze azad bijî her wesa gilîyê ji dayika xwe bi xwe jî dike ku berê nehêlaye azad bijî. Bo vê yekê jî gotinek weha derbaz dibe di lîstikê de: “Dijminê jinê jin e”.
Her paşê, bikaranîna peyvên tirkî û yên di bin mantiqa tirkî de zehf bûn. Taybet ev peyv ji bo henekan dihatin bikaranîn, anku belasebeb nedihatin bikaranîn. Li dû baldarîya me dema ev peyvên tirkî dihatin bikaranîn temaşevan pir dikenîyan. Yanî bikaranîna peyvên tirkî ji temaşevan re ne problem bû. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin peyvên tirkî di cihê xwe de dihatin bikaranîn. Bo nimûne: Çi ayak, piçûkxistin, sîktîr, dûş, qardaşim, ara, kontrola xwe wunda kir, yariçap, îkna, domuz, kalleş, şok derbazkirin, xwe baş hîs nakim, nufûs kagidi…
Her weke din ji bo bikaranîna peyvên argo jî mirov dikare heman tiştan bibêje. Temaşevanên Mêrdînê ji peyvên argo hes dikin ku dema peyvên argo dihatin bikaranîn têra xwe dikenîyan. Bo nimûne: Tiredîn, Doxînsist, sîktîr, kerxane, gû xwarîye, tê di dîya pera nî…
Her çend bikaranîna biwêjan û gotinên pêşîyan kêm be jî hinek gotinên xweş hebûn. Bo nimûne; Zimanê me kete qûna me, Dijminê jinê jin e, Piyase hemû ji van in ha, Têra qûna min nakin, Tê di dîya pera nî…
Her wesa exlek lîstik li kîjan bajarî bilîzîn li gor wî bajarî xwe adapte dikin. Di vê lîstikê de adapteya bajêr hatibû kirin, navê bajêr û cihên li bajêr navdar dihatin bikaranîn; Mêrdîn, Qezê, Şîmal Dugun Salonu…
Bikaranîna deng û ronahîyê gelek serkeftî bû. Fon û muzîkên lîstikê di cih de bûn û bi taybetî muzîka dûmahîkê hestebarîyek mezin li temaşevanan çêkir.
Her weha temaşevanên ji lîstikê nerazî jî hebûn, hindekan hêvîya asteka bilindtir kiribûn. Gava mirov van hemîyan kom bike. Ev lîstik dikare xwe bide temaşekirin û rêya wan vekirî be.