Mirov Xwe Çawa Dibîne?
Di rewşên lawaziya mirovan de min gelek caran bihîstiye ku gotine “mirov li xwe gelek e.” ango mirov her çi qas xwe mezin bihesibîne, qurre be yan jî şûr simbêlên wî nebire jî, di eslê xwe de lawaz e û gelek tişt ji hedê wî zêdetir in. Her weha wekî em dizanin mirov xwe di ser hemû zîndeweran re dibînin û ji bo vê yekê jî xwe dispêrin xurtiya hişê xwe û zimanê xwe. Ango li gorî wan şiyana wan ya hizirîna aloz û derkirina hizra xwe, wan ji zindewerên din vediqetîne û wan di ser wan re bi cih dike.
Mirov Kîjan Rêyên Hizirînê Bi Kar Tînin?
Helbet şiyana mirovan ya hizirîn û derkirina hizra xwe wan ciyawaz dike û bi qasî tê zanîn tu zîndewerên din di asta mirovan de ne xwediyê van şiyanan in. Lêbelê li aliyê din heman mirov di hizirîn û derkirina hizrên xwe û bîranîna xwe de ji rêyên aloz ango kompleks zêdetir, rêyên hêsan û kurt bi kar tînin. Bi gotineke din, mirov di hizirîn û bîranîna hizr û bîrên xwe de ji rêyên mezin û tevlihev zêdetir, peyarê û kurterêyan bikartînin.
Helbet ji hêlekê ve ev şêwe hizirîn û bîranîn jî encama zîrekiya mirov e ku pê dipesine û him barê mejî kêm dike û him jî bi hêsankirina rêyê, jiyan û şiyanê jî hêsantir dike. Ango şûna ku mirov bi rêyên tevlihev û dirêj mejiyê xwe biwestînin, bi kurterê û peyarêyan westa mejîyê xwe kêmtir dikin û jiyanê li xwe aramtir dikin. Nexwe em berê xwe bidin van kurterê û peyarêyên hizirîna mirovî û aliyên wê yên erênî (ku me bi kurtî li vir behsa wê kir) û neyînî berawird bikin.
Kategorîzekirin Çi Ye?
Ji wan kurterê û peyarêyên mirov bi kar tînin ya herî giring kategorîzekirin e. Bi kategorîzekirinê re mirov tiştên wekî hev, dişibin hev ango ji hêlekê ve pêwendiya wan bi hev re heyî dabeşî kategoriyekê dikin û gava li ser wan tiştan bihizirin û wan bi bîr bînin, li ser çarçove, ango kategoriya tê de cih kirî hûr dibin û bi awayekî kurt û lez xwe digihînin wê tişta li ser dihizirin û dixwazin bi bîr bînin.
Fonksîyona Kategorîzkirinê Çawa Ye?
Ji bo jiyaneke aram û bê aloz, kategorîzekirina “tiştan” gelekî kêrhatî û sûdwer e û mirov ji aliyê peresanî ve jî lê binêre, dê mirov bibêje ji ber kêrhatîbûn û sûdweriya wî hatiye parastin, yan jî ger mirov bi şêweyekî din bibêje, mirovên ev şêwe hizirîn û bîranîn bi kar anîne, karîne genên xwe derbazî nifşên li pey xwe bikin. Bi çend mînakekan em ê bêtir fêm bikin: zîndewer, ajal, nebat, erebe, hest û hwd. kategoriyên fireh in û gava bi tişteke têkilî bi van kategoriyan bê rasthatin, xwe gihandina van kategoriyan û pênasekirina tişta lê rast hatî hêsantir dibe.
Ji bo Cîhana Fizîkî Kategorîzasyon
Helbet kategorîzasyon ji bo cîhana fîzîkî, ji ber van sedeman gelekî sûdwer e û wekî me li jorê jî amaje pê kir, ji ber sûdweriya xwe her heyî dimîne û didome. Lê li aliyê din, aliyê mirovî yê civakî jî heye û çawa ku mirov di cîhana xwe ya fîzîkî de kategorîzasyonê bi kar tînin, her wisa di jiyana xwe ya civakî de jî vê yekê bi kar tînin. Her çi qas ev kategorîzasyon di jiyana fîzîkî de sûdwer jî be, ji bo jiyana civakî mirov nikare bi hêsanî heman tiştê bibêje.
Kategorîzasyona Civakî û Karê Nasnameya Civakî
Kategorîzasyona civakî ya mirov di jiyana civakî de dike, li gorî Tajfel ji aliyê avakirin û pênasekirina cihê mirovî ya di nava civakê de karê nasnava civakî dibîne1. Ango mirov bi kategorîzekirina xwe û civakê, cihê xwe yê di nava civakê de diyar dike û dû re civakê li gorî cihê xwe ji nû ve pênase dike. Pirsa di cîhana fizîkî de ji “tiştan” dihête kirin, di cîhana civakî de ji “xwe û mirovên din” tê kirin. Bi gotineke din, pirsa “çi bûn” a tiştan cihê xwe ji “kî bûn”a mirovan re dihêle û li gorî bersîva vê pirsê mirov xwe kategorize dikin û nasnavên civakî li kî-bûna xwe dikin. Mirovên heman bersîvê didin vê pirsê, xwe bi heman kategoriyê cih dikin, ango di bin heman kona nasnavî de cih digirin.
Pênasekirina Şexsî di Kategorîzekirinê de
Heya li vir kategorîzasyona civakî jî bi qasî kategorîzasyona fîzîkî sûdwer e û rê li ber mirovî xweştir dike da ku kesên wekî xwe bibîne û nêzî wan be. Lê piştî mirov carekê xwe pênase dike û cihê xwe ava dike, mirovên din jî pênase dike û wan li kategoriyekê bi cih dike. Di vê de pirsgirêkeke berçav tune ye lêbelê gava mirovî ev kategorîzasyon kirin, kategoriya tê de cih bûyî û kesên din ên di wê kategoriyê de cih digirin (koma navxweyî) ji kesayetiya wan nake û taybetmendiyên her yekê li pêş çavan digire lê gava berê xwe dide yên li derveyî kategoriya xwe (koma derveyî), wan hemûyan wekî hev dibîne û taybetmendî û cudahiyên wan di nava wê kategoriyê de dihelîne, ango wan dike qalibekê.
Pênasekirina Civakî di katogorîzasyonê de
Yanê li gorî kategorîzekirina civakî mirov xwe pênase dikin û yên xwediyê heman pênaseyê tên ba hev û di bin navekê de cih digirin û ev nav dibe nasnava wan ya civakî lê dû re li derveyî konê xwe dinêrin û hemû kesên din ên di konên din de ne wekî hev dibînin û hemûyan bi heman pênaseyan pênase dikin. Wekî mînak gava komek wekî çavbirçî hat pênasekirin, hemû endamên wê komê bi wê pênaseyê tên dîtin û ciyawaziyeke takekesî nayê kirin, heya ger bi kesekî ji wê komê re têkiliyeke cuda û germ hatibe danîn, ew kes wekî îstîsnayekê tê dîtin û qaliba ji bo wê komê hatî avakirin nayê guherandin. Helbet wekî tê zanîn ev kategorîzasyon li dû xwe stereotîpan, stereotîp jî li dû xwe pêşdaraziyan û hemû bi hev re cudakariyê ava dikin û kategorîzasyonên mirov pê li pey hêsanî û aramiyê ne, wan di cîhana civakî de bi gelemperî berev şer û pevçûnan ve dibin.
Çavkanî:
Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık.