Navên Gelan Çawa Derdikevin?
Navên gelan, gel bi xwe li xwe nakin. Gel û netewên cîran û biyanî lê dikin. Gelên ku li gel wan şer dikin, êrişê dibin ser ax û bi niyeta dagirkeriyê diçin ser xaka wan navî li wan dikin. Li gorî taybetîyên wî gelî û li gorî taybetiyên erdnigariya wan navan li wan dikin. Navê ku li wî gelî hatî kirin bi taybetî, takekesîyên wê netewê didin diyarkirin û xuyakirin. Nav û taybetiyên çand, jiyan, xak, çandin, mêrxwasî û dilêriya wan têkilî hev e û di nav xwe de vedihewîne. Çi gel li gorî ser û keyfa xwe navan li hev du nakin. Takekes nav lê dikin li gorî jiyar, mêrxasî û xususiyetên erdê wî gelî lê tête kirin.
Navên gelan li gorî bilêvkirina gelan tê guhartin û telafûz kirin. Bilêvkirina gelan li gorî tîp û alfebayên wan tê veguhaztin. Tîp, alfabe û bilêvkirina hemû netewan ne yêk e. Ji hev du cuda ne. Ev jî dibe sedema guhertina navan. Lê belê esas yek e. Anku naverok û wateya navî nayê guhartin. Mehmet Emin zekî beg di berhema xwe ya Dîroka Kurd û Kurdistanê weha şirove û minakekê dide;
…Ji aliyê nivîskarên bi navûdeng ve ew mintiqe Korduyen (Corduene) hatiye binavkirin (îhtimal e ku guherîna telefûza vî navê han, ji zehmetiya qerzkirina herfa “k”ya samî ve peyda bibe-Driver) Em mînakek din ji bidin ku mijar qenç bê fehmkirin. Di Quranê de jî navê çiyayê Cudî derbaz dibe. Lê gelek çavkaniyên dibêjin navê çiyayê Cudî esas çiyayê Gutî ye. Di alfebaya Ereban de tîpa “g” tune, ji ber vê sedemê dibêjinê çiyayê Cudî.
Pêwendîya Di Navbera Navên Gutî, Kurtî û Kurd De
Em werin ser mijara xwe ya bingehîn. Ev şîrove ji ber têgihandina mebestê bû. Esas mijara me navê babikên me ne. Navê Gutiyan e. Navê Gutî navê netewa me ye. Anku navê Kurdan ji Gutiyan tê. Em ê dîse serî li dîrokzan û lêkoliner Mehmet Emin Zekî beg bidin;
…Em bên ser danûsitandina Kutî (Qutî) û Gutî (Kurtî) du lewhayên bi zimanê tukulîtîyên (înurtî) qralê asurî ku hatine dîtin di der heqê eynî bûyerê de ye; di yekê de navê “Kurtî” û ya duduyan de jî “Gutî” hatiye nivîsandin. Ji vê tê dîtin ku ev her du navên han navê miletekî ne, an jî “Kurtî” yan “Kurhî” navê beşeke mezin a Gutiyan e.” Beşeke zêde ji rojhilatnasan bejeya “Kurtîwî” (Kurtîoi) lêkolîner û gotine ew di ciheta bilêvkirin de pir dimîne bêjeya “Kurtî”. Rojhilatnas Driver di vî warî de nêrîna xwe bi vî awayî dibêje…” Karda, Karduxî, Kurtoxî, Xurdî, Kardak, Sîrtî, Xurdyayî Xurdoenî, Kardû, Karda, Kardawye, Kardaye, Kartawaye, Kurdayye.. hwd hemî yek in.
Em divê rawekirinê de wilo fehm dikin ku têkiliya navê Kurd bi navê kevnar ê Kurtîwî re takekes e. Li gorî naveroka belgeyên dêrîn ên Kurtî ew qas takekes e ku navê Gutî, Kurtî navê bapîr û dapîrên me ne. “Li gel vê jî, ji ber ku cihêkirina “Kurtî” jî “Gutî” ne mimkun e, divê hebûna “Gutî” di nav xelkê Kurdistanê yê îro de muheqeq be.”
Piştî van dahurandin û ramanên dîrokzan û lêkolineran, em dikarin bêjin ku navê gelê me pêwendî bi navê Gutiyan misoger heye.