Têgeha Protagonîst, yek ji hêmanên bingehîn ên wêje û sînemayê ye. Karakterê ku di navenda çîrokê de ye, bûyer li dora wî diqewimin û xwendevan herî zêde xwe bi wî ve girê didin. Lêbelê, qehreman ne bi tenê bi qehremanîya xwe sînorkirî ye. Ev têgeh wateyên kûrtir digire û di dîyarkirina atmosfera giştî ya çîrokê de roleka sereke dilîze.
Protagonîst Çi ye?
Protagonîst, ji peyva Yewnanî “protagonistēs”ê hatîye û tê wateya “lîstikvanê yekem” dide. Peyva protos tê wateya “yekembûnê”; agonîst jî tê wateya “lîstikvan” an jî “zarvekirinê”. Ev nav, tê lêkirin li kesê ku di şanoya Yewnanî ya kevn de karakterê sereke û paşê bi demê re bûye parçeyekê giring ê wêje û sînemayê. Protagonîst hêza herikandina çîrokê ye. Biryar, tevger û guhertinên wî pêşveçûna çîrokê çêdike.
Reh û Revişta Wê
Protagonîst di hunera drama ya Brîtanî de Îsayî temsîl dike. Her çend sedsala yekê pir serkeftî be jî gava ku beşên di Incîlê de ji bo mirovên nexwendewar wekî mîzansenê dihatin xuyangkirin, paşê pirsgirêk derketin. Ji ber ku mirov her gav ji temaşekirina çîrokek ku tê de Îsa bi ser dikeve û ew qas ecêb e kêfê nagirin.
Ji ber vê yekê, dêrê di van xwepêşandanan de karaktera Şeytanî xurt kir. Antagonîst, dijmin bi vî awayî çêbû. Şeytan, hema hema bi qasî Îsayî hêzdar bû, dîsa têk çû, lê vê carê ji ber ku zor li Îsa hat kirin ev bi kelecan bû.
Dramaya şêwaza Brîtanî bi vî rengî çêbû. Bê guman, her çend koka peyvên protagonîst û antagonist vedigere demên bere jî dramaya îngilîzî wateya xwe ya heyî daye wan.
Sedema herî giring ev e ku hemî lehengên sereke yên sînemaya Hollywoodê bi rastî avatarên Îsayî ne. Drama îro li ser çîrokên olî yên kevnar hatî çêkirin ku ji hêla nijada Samî ve hatine vegotin.
Di Edebîyatê de
Protagonîst navê lehengê sereke yê romana modernîst e. Di romana refleksîf de ji qehreman re tê gotin, lê di romana modernîst de ne wisa ye. Ji ber ku di romana modernîst de fonksîyona fîgurê di asteke cuda de ye. Di romana refleksîf de leheng li dijî rastîya derve ketîye têkoşînê û di vê têkoşînê de bi ser keftîye. Lê leheng di romana modernîst de “protagonîst” e ku bi xwe re di nava têkoşînekê de ye, ji civaka xwe dûr ketîye û di qeyrana nasname/kesayetîyê de ye. Serkeftin nîne, kesayetek heye ku her gav têk diçe û hej têkçûnê dike.
Cureyên Protagonîstan
Protagonîst li gorî celebê çîrokê, armanca nivîskar û pêşveçûna karakterî li ser kategorîyên cuda tê dabeşkirin:
Protagonîstê Leheng: Kesayetên xwedî nirxên civakî, nîyeta baş û taybetmendîyên lehengîyê. Xwendevanan teşwîq dikin û dibin modelek ku têne teqlîdkirin. Wek mînak Harry Potter, Katniss Everdeen û Frodo Baggins…
Protagonîstê Dij-Leheng: Ev karakterên ku li gorî pîvanên civakê tev nagerin û carinan jî bêexlaq û xerab in. Ew hestên tevlihev di nav xwendevanan de derdixin û nêrîneka cuda li ser çîrokê pêşkêş dikin. Walter White (Breaking Bad), Patrick Bateman (Psycho Amerîkî) û Holden Caulfield (The Catcher in the Rye) mînakên berbiçav ên vî celebî ne.
Protagonîstê Dînamîk: Ew karakter in ku di nav çîrokê de diguherin û pêş ve diçin. Bi saya serpêhatîyên xwe mezin dibin, perspektîfeka cuda digirin û pêşkeftina kesane nîşan didin. Ebenezer Scrooge (Carola Sersalê) û Scarlett O’Hara (Wekî
Bayî Çû) mînakên klasîk ên protagonîstê dînamîk in.
Protagonîst Statîk: Ew karakterên sabît in ku di nav çîrokê de naguherin. Gelek caran rê li ber pêşveçûna karakterên din dikin an jî mijarên çîrokê tekez dikin. Sherlock Holmes û Mr. Darcy nûnerên tîpîk ên vî celebî ne.
Rola Protagonîst di Çîrokê de
Protagonîst yek ji hêmanên herî giring ên çîrokê ye, çunkî:
Têkilîyeka hestî bi xwendevanan re çêdike: Protagonîst xwendevan bi hestyarî bi çîrokê ve gire dide. Xwendevan serpêhatîyên protagonîstî par ve dike, pê şa dibe û pê re xemgîn dibe.
Çîrokê pêş ve dibe: Protagonîst, hêza herikîna çîrokê ye. Biryarên wî, kirin û astengîyên wî, rêça çîrokê dîyar dikin.
Pevçûnê diafirîne: Protagonîst pir caran di navenda pevçûnê de ye. Ev nakokî tansîyona çîrokê zêde dike û meraqa xwendevanan zindî dike.
Mijaran nîşan dide: Protagonîst, mijarên çîrokê şênber dike. Wek mînak protagonîst çîrokeka lehengî dibe ku nûnerê wêrekî, fedekarî û qencîyê be.
Hilbijartina Protagonîst û Çîrokbêjî
Nivîskarek dema ku karakterê protagonîst di navenda çîroka xwe de bi cih dike, divê baldar be. Divê protagonîst bi cure, tema û peyama çîrokê re li hev bê. Her weha giring e ku karakter bi qasî ku bala xwendevan bikişîne yekta û balkêş be.
Hilbijartina Protagonistî jî bandorê li awayê vegotina çîrokê dike. Di vegotina kesê yekem de, qehreman bi gelemperî çîrokê ji nêrîna xwe vedibêje. Di vegotina kesê sêyemîn de, nivîskar dikare kûrtir bibe di cîhana hundirîn û ramanên qehreman de.
Protagonîst dilê çîrokekê ye. Têkilîyeka hestîyarî bi xwînerî re çêdike, çîrokê ber bi pêş ve dibe, nakokîyê çêdike û mijaran nîşan dide. Dinyaya edebîyatê pir dewlemend û cihêreng e, ji ber ku lehengên ji celeb û taybetmendîyên cuda hene. Dema mirov çîrokekê dixwîne an jî analîz dike, balkêşana ser protagonîstî û têgehiştina karakterê qehreman yek ji mifteyên baştir ê çîrokê ye.
Ji ber vê yekê, bi ya we lehengê herî bandorker kî ye? Kîjan karakter îlhamê didin we? Em li benda şiroveyên we me!