Bêxewî di cîhana nû de yek ji pirsgirêkên tenduristîyê yên herî berbelav e û dikare bi giranî bandorê li kalîteya jîyanê bike. Dema mirov bi bêxewîyê re tê dikoşe, ew dikare ne bi tenê şeva mirovî, lê tevahîya roja mirovî jî dijwar bike. Di vê nivîsê de, em ê li ser sedemên bêxewî û çareserîyên wê biaxivin.
Sedemên Bêxewîyê
Stres û Xemgînî: Stresa jiyana rojane, pirsgirêkên karî, tengasiyên aborî an jî qeyranên kesane dikarin xew û xewê dijwar bikin.
Nexweşiyên Xewê: Nexweşiyên taybetî yên xewê yên wekî apnea xewê, nexweşiya tevgera xewê, an jî sendroma bêxewîyê dibe sedema bêxewiyê.
Faktorên Jîngehê: Deng, ronahî an germahîya zêde dikarin bandoreka nerênî li hawîrdora xewê bikin.
Xwarin û Kêşan û Vexwarina Madeyan: Kafeîn, alkol an jî hin derman dikarin bibin sedema bêxewiyê. Wekî din, xwarina xwarinên giran jî dikare kalîteya xewê kêm bike.
Şertên Tibî: Pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî nexweşiyên tîroîdê, depresyonê û astimê dibin sedema bêxewiyê.
Nexweşiyên Rîtma Biyolojîkî: Şertên wekî jetlag an guheztinên dora karî dikarin çerxa xewê ya laşê we têk bibin.
Pêşniyazên Çareserîya ji Binekokê
Cihê Xewê Xweştir bikin:
Tarî û bêdengî: Heta ji destê we bê odeya xwe tarî û bêdeng bikin. Hûn dikarin perdeyên tarî û berguhkan bi kar bînin.
Bala xwe bidin ser rehetiyê: Ji rehetiya nivîna xwe piştrast bin. Bila nivîn û balgehên we rehet bin.
Paqijiya Xewê:
Dema xewê ya bi rêkûpêk: Razan û şiyarbûna her roj di heman saetê de rîtma laşê we bi rêkûpêk dike.
Ji ekranan dûr bin: Beriya razanê herî kêm saetekê xwe ji ekranên wekî telefon, komputer û televîzyonê dûr bixin.
Rêveberiya Stresê:
Medîtasyon û Yoga: Medîtasyona rojane an yogaya sivik dikare westandina derûnî kêm bike.
Nivîsîna Rojnivîskan: Hûn dikarin bi nivîsîdina xemên xwe di rojnivîskê de hişê xwe rihet bikin.
Xwarin û Serpêhatî:
Kafeîn û alkol: Êvarê dev ji van cureyên vexwarinan berdin.
Şîva sivik: Li şûna xwarinên giran, xwarinên sivik û hêsan ên helandina wan hêsan hilbijêrin.
Alîkariya Bijîjkî:
Bi bijîjkê xwe re bipeyivin: Ger bêxewîya we ya hergavî hebe, bijîjkekê bibînin bila pirsgirêkên we yên tenduristiyê yên bingehîn kontrol bike.
Terapîya xewê: Heger hewce be bi pisporekê xewê an jî psîkologekê re dest bi terapîya xewê bikin.
Xebata rojane:
Werzişa birêkûpêk: Werzişa rojane hem tenduristiya laşî û hem jî ya derûnî baştir dike, lê ji dêvla werzişa derengî şevê, spêdê an jî piştî nîvro werzişê bikin.
Rêbazên Xwezayî:
Nebatên Piştgiriya Xewê: Çay an rûnên nebatan ên wekî gulexezêm (lawente) û lîmonê dikarin xew hêsantir bikin.
Têkoşîna bêxewiyê sebir û domdarîyê hewce dike. Bi adaptekirina gavên jorîn di jiyana xwe de, hûn dikarin qalîteya xewa xwe baştir bikin û tenduristiya xwe ya giştî baştir bikin. Ji bîr nekin, hewcedariyên xewê yên her kesê cuda ne, ji ber vê yekê heta we rêbaza xwe dît belkî wextekê dirêj bigire.