Aplîkasyoneka ferhengî ya zazakî hate amadekirin. Nivîskarê kurd Mûtlû Can mizgînî da ku di kurdîya zazakî de bi navê Zazano aplîkasyoneka ferhenga zazakî-tirkî, tirkî-zazakî hatîye amadekirin. Ev ferheng ji alîyê Koma Xebatê ya Vateyê ve hatîye amadekirin di encama 37 komxebatan de.
Yekem Aplîkasyona Ferhenga Zazakî
Her çend heta niha di kurmancî û soranî de çendîn cureyên aplîkasyonên bi vî rengî hebin jî di zazakî de yên bikarhêner nebûn. Di aplîkasyonê de hatîye ragehandin ku ev aplîkasyon armanc zêdekirina rêjeya zazakîzanan û kesên bixwazin zazakî fêr bibin. Aplîkasyon bi kordînatorîya Mûtlû Can, edîtorîya Sezgîn Firat, nivîsebarîya Mesût Bîlîr û sponsorîya Orhan Kaya hatîye çêkirin.
Cihên Destresîya vê Ferhengê
Ferhenga navborî hem di telefonên Android de hem jî di telefonên Apple de bê destheq dikare bê daxistin. Her weha bi awayekê onlayn dikare di malpera zazano.org de jî were bikaranîn.
Der barê Xwe de Weha Gotine
Derheqê Ma De
Zazano, applîkasyono tewr verên o ke seba lehçeya kirmanckî (zazakî) ya kurdkî ameyo viraştene. Çekuya Zazano bi tirkî êna manaya Ey Zazalar. Semedo ke xebitnayoxî gama ke platforman de bigêrê bi asanî xo biresnê ci no name ame weçînayîş. Amancê nê aplîkasyonî zêdnayîşê nîsbetê musayoxan û wendoxanê zazakî rê destek dayen a. Nê aplîkasyonî de ferhengê tirkî-zazakî û ferhengê zazakî-tirkî yê Grûba Xebate ya Vateyî binge ameyî girewtene û no aplîkasyon netîceyanê 37 kombîyayîşanê Grûbe îhtîva keno. Şima eşkenê seba ke derheqê nê her di ferhengan de tayê îzahatan biwanê vate.com.tr zîyaret bikerê.
Zazano ke netîceya yew xebata kolektîfe de vejîya orte, înanê ke prosesê amadekerdişê ey de ca girewt, nê kes ê:
“…ji her dera dinyayê her kes dikare xwe bigehîne ferhenga zazakî.”
Mûtlû Can ji Zazakî Newre re axivî û da zanîn ku “Di encama xebata 5 mehan de hate amadekirin ku aplîkasyoneka ferhengî ye û zazakî-tirkî û tirkî-zazakî ye. Awantaja mezin a Zazanoyê ev e ku ji her dera dinyayê her kes dikare xwe bigehîne ferhenga zazakî, êdî çi dem hewce bike li ber destê me ye. Hêvîya ew e ku heçê bixwaze zazakî fêr bibe, xwendin û nivîsandina xwe pêş biêxe jê îstîfade bike. ”
Fikir û Hizirên Min der barê vê Ferhengê de
Di her qadê karên weha her gav gelek pîroz in. Bê guman ev xebat jî pîroz e. Bi taybetî li Bakur di nav kurdî de serdestîya kurmancî gelek caran li gel xwe piştguhkirina zazakî ava çêdike ku eve rewşeka siruştî ye sedê sed, ji berk ku her du dîyalektî jî di roja mehşerê de ne ku ew roja dayik jî xwe li zarokê xwe nake xweyî. Di vê hengamê de amadekirina karên weha cihê şanazîyê ne.
“Gelek bikarhêner e…”
Her weke din alîyê herî muhîm jî alîyê bikarhênerîyê ye. Mirov dikare li ser çend xalan rêz bike:
- Hem mirov dikare lêgerîna peyvan bi tirkî bike hem jî bi zazakî ku eve karê mirovî sanahîtir dike.
- Di lêgerîna peyvan de mînakên peyvên têkildar li jêrê rêz dibin.
- Di encama lêgerîna her bêjeyekê de cureya wê bêjeyê dide dîyarkirin.
- Alfabeya kurdî hem bi tîpên hûrik û hem jî bi tîpên mezin hatîne dayîne.
- Peyvên favorî têne qeydkirin.
- Rabirdûya lêgerînê tê de heye.
- Ferheng ji alîyê ferhengbûna xwe ve testa peyvan jî di xwe de dihewîne ji bo pratîkê.
“Ez dixwazim zazakî fêr bibim bes ne bi kitêban…”
Ez jî wekî mamosteyekê kurdî ku li ser milê me ferz e dixwazim zazakî baş fêr bibim di nav mijûlîyên xwe de bes ne bi kitêban bi telefonê dixwazim ku çi dema tiştek bîra min hema zû li ser telefonê fêr bibim û ku bi vî şiklî zanîn mayîndetir dibe. Bes heta niha çi derfetên bi vî şiklî nebûn. Eve ji vê rojê şûnde hêceta me nema ji bo fêrbûn zazakî!
“Xwezî zazakî-kurmancî jî hebûya…”
Lê her çend em pê keyfxweş bibin jî mixabin ferheng bi tenê bi zazakî-tirkî ye. Çima her tiştê me li ser îndeksa tirkî ye? Helbet çi xebat bêkêmasî nînin û ya rastî ev yek ne kêmasîyek e bes ez hêvîdar im versîyona zazakî-kurmancî jî bê amadekirin û bawer dikim ev kesên hêja dê amade bikin jî.
“Estetîka wê nîne…”
Min aplîkasyona daxiste telefona û ketimê bes aplîkasyonê ji alîyê estetîkê ve dile min xweş nekir. Gerek xemilan û estetîka wê dilkêş bûya lê zê xwerî maye. Helbet dikare bê xweştirkirin.
Hezar caran li ser xêre be û bibe wesîleya pêngavên nû…