Xwedîyên Xelata Nobelê ya 2024an dîyar bûn! Xelatgirên Xelata Nobelê ya 2024an hatin eşkerekirin ku di warên Tibbî, Fîzîk, Kîmya, Wêje, Aborî û Aşitîyê de tên dayîn. Xelatên Nobelê ji sala 1901ê ve ji alîyê Akademîya Zanistî ya Qralîyeta Swêdê, Akademîya Swêdê, Enstîtuya Karolinska û Komîteya Nobelê ya Norwêcê ve têne dayîn. Armanc naskirin û xelatkirina kesên ku di zanist, çand û mirovahîyê de alîkarîyeka giring kirine. Xwedîyên Xelata Nobelê ya Tib, Fîzîk, Kîmya, Wêje, Aborî û Aşitîyê kî bûn? Di nivîsê de lîsteya serkeftîyên Xelatên Nobet 2024 heye.
Kê Xelatên Nobelê Girtin?
Xelatgirên Xelatên Nobelê yên 2024an hatin eşkerekirin. Xelatgirên Xelata Nobelê ev in:
Di warê Fizîkê de John J. Hopfield û Geoffrey E. Hinton, di warê Kîmyayê de David Baker, Demis Hassabis û John Jumper, di warê tibê de Victor Ambros û Gary Ruvkun, di warê wêjeyê de Han Kang, di warê aşitîyê de Nihon Hidankyo û di warê ekonomîyê de jî Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson Xelatên Nobelê girtin.
Xelata Nobelê ya Fizîkê
Xelata Nobelê ya Fizîkê ya 2024an ji bo vedîtin û îcadên wan ên ku fêrbûna makîneyê di nav torên demarê sinirê yên çêkirî de, ji John J. Hopfield û Geoffrey E. Hinton re hat dayîn.
John Hopfield Kî ye?
John Hopfield di 15ê tîrmeha 1933an de li Illinois, USA ji dayik bûye. Hopfield, yek ji damezrînerên bernameya doktorayê ya Hesabkirin û Pergalên Neuralî ku li Zanîngeha Teknolojîyê ya Kalîfornîyayê (Caltech) di sala 1986an de hatî damezrandin. Di sala 2022yan de bi Deepak Dhar re xelata Medalya Boltzmann di fizîkî ya statîstîkî de stand. Hopfield Profesorê Bîyolojîya Molekular û Profesorê Zanistên Jîyanê li Zanîngeha Princeton e.
Geoffrey Hinton Kî ye?
Geoffrey Hinton di 6ê çileya pêşîna (December) 1947 de li London, Îngilîstanê ji dayik bûye. Digel ku zanyarê kompîturê yê Brîtanî-Kanadî bi xebata xwe ya li ser torên neuralî yên çêkirî tê nasîn. Ew di nav civata zanistî de wekî “Bavê Jîrîya Çêkirî” tê zanîn. Di sala 2018yan de, Hinton bi Yoshua Bengio û Yann LeCun re Xelata Turing wergirt ku wekî “Xelata Nobelê ya Komputerê” tê binavkirin.
Xelata Nobelê ya Kîmyayê
Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2024an, David Baker ji ber xebata wî ya di “sêwirana proteîna hesabkerîyê” de û Demis Hassabis û John Jumper ji bo xebata wan a li ser “pêşbînkirina avahîya proteînê” hêjayî xelatê hatine dîtin.
David Baker Kî ye?
David Baker di 6ê cotmeha 1962an de li Seattle, Washington, USA ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Harvardê di sala 1984an de qedandî Baker di sala 1989an de li Zanîngeha Berkeley doktoraya xwe ya bîyokîmyayê bi dest xist. Baker, ku li ser lêkolînên di warê proteînan de disekine, niha wekî Serokê Enstîtuya Sêwirana Proteînê ya Zanîngeha Washingtonê kar dike.
Demis Hassabis Kî ye?
Hassabis di 27ê Tîrmeha 1976an de li paytexta Îngilîstan Londonê ji dayik bûye, xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Cambridge qedandîye.
Hassabis, zanyarê kompîturê û lêkolînerê jîrîya çêkirî, bû yek ji damezrînerên şirketa jîrîya çêkirî ya Google DeepMind.
John Jumper Kî ye?
John Jumper di sala 1985 de li Little Rock, Arkansas, USA ji dayik bûye. Jumperê ku xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Vanderbilt qedand, doktoraya xwe li Zanîngeha Chicago qedandîye.
Xelata Nobelê ya Tibê
Xelata Nobelê ya Tibê ya 2024an ji bo xebatên wan ên li ser “vedîtina mîkroRNA û rola wê di rêziknameya genê ya piştî-transkrîpsîsyonê de” ji Dewletên Yekbûyî Victor Ambros û Gary Ruvkun re hat dayîn.
Victor R. Ambros Kî ye?
Victor R. Ambros di sala 1953yan de li New Hampshire, USA hatîye dinê. Ambros ku di sala 1975an de li Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusetts (MIT) lîsansa xwe ya li ser bîyolojîyê qedand, di sala 1979an de ji heman zanîngehê doktoraya xwe wergirt. Ambros ji sala 2008an hir ve li Dibistana Bijîşkî ya Zanîngeha Massachusettsê dixebite.
Gary Ruvkun Kî ye?
Gary Ruvkun di sala 1952yan de li California, USA ji dayik bûye. Xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha California, Berkeley, di sala 1973yan de qedand. Ruvkun bi lêkolînên xwe yên li ser “genên tamkirina nîtrojena bakterîyan” doktoraya xwe ji Zanîngeha Harvardê wergirt. Ruvkun niha profesorê genetîkê ye li Dibistana Bijîşkî ya Harvardê.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê
Nivîskara Koreya Başûr Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2024an wergirt. Romannivîsê Koreya Başûr Han Kang hêjayî vê xelatê hate dîtin, ji ber pexşana xwe ya helbestî ya tund a ku bi travmayên dîrokî re rûbirû maye û şkestina jîyana mirovan eşkere dike.
Han Kang Kî ye?
Han Kang di sala 1970 de li Gwangju ji dayik bûye. Ew li taxa Suyurî ya paytext Seulê mezin bûye ku malbata wî di 10 salîya wê koç kirîye. Han, Ziman û Wêjeya Koreyî xwendîye li zanîngeha Yonsei ku wekî yek ji baştirîn zanîngehên Koreya Başûr tê naskirin.
Di sala 1993an de bi pênc helbestên xwe yên di kovara “Literature and Society” de hatine weşandin, dest bi edebîyatê kir. Romanê wî yên dî yên li cîhanê navdar jî ev in, The Vegetarian, The White Book, Human Acts û Greek Lessons.
Han ku berhemên wê yên kurteçîrok û helbestan hene, hêjayî gelek xelatên edebî yên neteweyî û navneteweyî ye. Nivîskar di berhemên xwe de mijarên “patrîkalatî, şîdet, şîn û mirovahî” bi awayên curbecur lêkolîn kirîye.
Xelata Nobelê ya Aşitîyê
Xelata Aştîyê ya Nobelê ya sala 2024an ji ber xebatên wê yên di warê “bêçekkirina nukleerî” de ji rêxistina japonî Nihon Hydankyo re hat dayîn.
Nihon Hydankyo Çî ye?
Nihon Hidankyo rêxistinek e ku mafên mexdûrên bombeya atomê diparêze û piştgirîyê dide bêçekkirina atomî li Japonyayê. Navê wê yê tevahî “Nihon Hydankyo” (Komeleya Qurbanîyên Bombeyên Atomî û Bombeyên Hîdrojenî yên Japonî ye), ku di sala 1956an de hatîye damezrandin û ji hêla Hibakusha ve tê piştgirîkirin ku ev kes ji êrişên nukleerî yên li ser Hîroşîma û Nagazakî sax filitîbû û bi radyoaktîfîyê re rûbirû mabû.
Armanca Nihon Hidankyo ew e ku pirsgirêkên tenduristî û civakî yên ku hibakusha jîyaye bîne rojevê, piştgirîyê bide wan û li ser asta neteweyî û navneteweyî lêkolînên ji bo qedexekirina çekên nukleerî bike. Rêxistin wek pêşengê tevgerên bêçekkirina atomî tê dîtin û ji bo vê armancê li seranserê cîhanê kampanyayan organîze dike. Her wiha daxwazên mexdûran li ser mijarên wekî dermankirin, qerebûkirin û mafên civakî tîne ziman û di vî warî de daxwaza piştgirîyê ji hikûmeta Japonê dike.
Xelata Nobelê ya Aborîyê
Xelata Nobelê ya Aborîyê jî “ji bo xebata wan a li ser ka sazî çawa têne damezrandin û ew çawa bandorê li başbûnê dikin” ji Daron Acemoglu, Simon Johnson û James A. Robinson hate dayîn.
Daron Acemoglu Kî ye?
Aborînas Daron Acemoglu di sala 1967an de li Stenbolê hatîye dinyayê û ermenî ye. Daron Acemoğlu piştî qedandina Lîseya Galatasarayê di sala 1989an de li Îngilîstanê li Zanîngeha Yorkê di beşa aborîyê de, di sala 1990î de ji Dibistana Aborîyê ya Londonê di warê aborî û ekonometrîyê de lîsansa lîsansê û di sala 1990î de jî di beşa aborî û ekonometrîkê ya matematîkê de lîsansa bilind wergirtîye. Li London School of Economics di 1992yê de. Di warê aborî de doktoraya xwe wergirtîye.
Acemoglu ji sala 1993an hir ve li Amerîkayê li Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusetts (MIT) wek profesorê aborîyê dixebite. Acemoglu bi xebatên xwe yên di warê aborîya sîyasî de tê naskirin.
Simon Johnson Kî ye?
Simon Johnson di sala 1963yan de li Sheffielda Îngilistanê ji dayik bûye. Johnson piştî ku xwendina xwe ya lîsansê li zanîngeha Oxfordê qedandî, mastera xwe li zanîngeha Manchesterê wergirtîye û wek profesorê aborî li MÎTa Amerîkayê mamostetîya xwe didomîne.
James Robison Kî ye?
Aborînasê Brîtanî James Robison jî di sala 1960an de ji dayik bûye. Robinson ku doktoraya xwe li Zanîngeha Yale ya DYAyê qedandîye, li Zanîngeha Chicagoyê profesor e.
Xelata Nobelê Çi ye?
Xelat, her sal di meha cotmehê de tên ragihandin û di merasîmeka ku di 10ê Kanûnê de roja mirina kîmyager û endezyarê swêdî Alfred Nobel tê lidarxistin. Xelat radestî wan kesan tên kirin ew kesên di tevahîya salê de feydeya herî mezin dane mirovahîyê.
Xelatên fizîk, kîmya, bijîjkî, wêje û aborîyê li paytexta Swêdê Stockholmê tên dayîn; Xelata Nobelê ya Aştîyê li Osloya paytexta Norwêcê ji xwedîyê wê re dayîn.
Li gorî qaîdeyan, ger di wê salê de di tu kategorîyê de tu kes layiqî xelatê nebe, xelat nayê dayîn û xelata ji bo sala bê tê parastin.