Destana Gilgamêşê yek ji giringtirîn û kevntirîn berhemên mîtolojîk ên Mezopotamyayê û herêma Zagrosê ye û yek ji kevintirîn destanên nivîskî yên wêjeya cîhanê ye. Destpêka destanê ji şaristanîya Sumeran tê, lê pişt re di serdema Akad, Babîl û Asûrîyan de ji nû ve hatîye nivîsandin û teşe girtîye. Ev destan Berî Zayînê di sala 2100an de li ser bingeha lêgerîna nemirîyê ya Gilgamêşê qralê efsanewî yê bajarê Urukê hatîye nivîsandin.
Di dîrokê de gelek şaristanî li herêma Mezopoytamyayê û Zagrosê çêbûne û pêş ketine. Di nav van şaristanîyan de Sumer, Akad, Babîl û Asûrî xwedî cihekê giring in. Koka dîrokî ya kurdan jî ji nêz ve bi vê erdnîgarîyê ve girêdayî ye. Şaristanîyên kevnar ên Zagrosê bandoreka mezin li ser nasnameya dîrokî û çandî ya kurdan dikin. Di vê çerçoveyê de berhemên weke Destana Gilgamêşê, ne bi tenê ji çanda sumerî an jî akadî, di heman demê de ji hemû gelên herêmê re wekî beşeka mîrateya dîrokî ya ku mirov dikare bîne ser ziman.
Destana Gilgamêşê: Dîrok û Naverok
Destana Gilgamêşê bi zimanê Sumerî hatîye nivîsandin û pişt re bo zimanên Akadî û yên din ên Mezopotamyayê hatîye wergêrandin. Di berhemê de çîroka Gilgamêşê, qralê Ûrûkê, ji alîyê xwedayan ve bi mirovahîyê re hatîye naskirin, hevdîtina wî ya bi hevalê xwe Enkîdu re, lêgerîna wî ya nemirîyê û di dawîyê de jî rûbirûbûna wî ya bi mirinê re vedibêje ku dawîya mirovî ji neçarîyê ye.
Ev gera epîk a Gilgamêşî pirsên kûr ên felsefî yên li ser xwezaya mirovî, wateya jîyanê û neçarbûna mirinê dihewîne. Bi taybetî jî lêgerîna Gilgamêşî ya nemirîyê wekî sembola têkoşîna mirovî ya li hemberî temenê wî yê bisînor tê dîtin. Mirin ku yek ji mijarên bingehîn ên destanê ye, ji bo civakên Mezopotamyayê bûye çavkanîyeka mezin a sir û tirsê.
Kurd û Mezopotamya
Di dîrokê de kurd li herêmên çîyayî yên Mezopotamyayê û Zagrosê jîyane. Di pêvajoya dîrokî de ji Împaratorîya Medan heta îro di bin desthilatdarîya dewlet û împaratorîyên cuda de ne. Mezopotamya û Zagros wekî welatê qedîm ê kurdan tê dîtin û ji ber wê jî mîrateya çandî ya herêmê di pêkhatina nasnameya dîrokî û çandî ya gelê kurd de roleka giring lîstîye.
Kurd jî weke yek ji gelên xwecihî yên Mezopotamyayê beşek ji şaristanîyên vê herêmê ne. Lê di dema nivîsandina Destana Gilgamêş de Kurd weke komeke etnîkî yan çandî di wateya îroyîn de hatine pênasekirin hîna nakokî ye. Ew erdnîgarîya Kurd lê dijîn, hevgirtî ye bi herêmên ku çandên Mezopotamyayê lê ava bûne re û ji ber vê yekê dibe ku Kurd bûye parçeyek ji atmosfera çandî ya ku ev destana tê de hatîye afirandin.
Lêkolerê kurd Îsmet Yuce vê destana dike malê kurdan û dibêje, “Destana Gilgamêş (1250 berî zayînê) ji alîyê helbestvanê kurd Sin Leqe Uninni ve bi zimanê Kassî hatîye nivîsandin ku yek ji bav û kalên kurdan ên pêşîn e. Çîyayên Zagrosan ên mezin ên daristanên ku di destanê de behsa wan tê kirin e. Enkîduyê ku destan li ser wî hatîye avakirin, dema ku li daristanê dijîya, Gilgamêş wî tîne bajêr. Ev daristan li çîyayên Zagrosê ye. Em ji vir dibînin ku hem Enkîdu hem jî destan kurd in.”
Çanda Mezopotamyayê û Bandora Wê li ser Destana Gilgamêşê
Dewlemendîya çandî û dîrokî ya Mezopotamyayê li erdnîgarîya ku Kurdan şopên giring hêlayîne. Serdema Sumeran a ku Destana Gilgamêşê hatîye nivîsandin, şaristanîyek e ku li heman erdnîgarîya Med û gelên din dijîn ên ku weke bav û kalên kurdan tên dîtin. Di vî warî de kurd bi awayekî nerasterast beşek in ji çarçoveya çandî û dîrokî ya ku Destana Gilgamêşê tê de ava bûye.
Îsmet Yuce lê zê dike, “Her wekî tê zanîn, di destanê de, karakterên ku şerî dikin di nav daristanên bor de dijîn. Di wê demê de tekane herêma daristanî Çîyayên Zagrosê yên nêzî Ûrûkê bûn. Zagros ji dîrokê heta niha welatê Kurdan e. Hin çavkanî dora 2000 B.Z dinivîsin. Ji xeynî ku bav û kalên kurdan yên pêşî ew bi kar anîne; Berevajî Îbranî û Erebî, tîpên mixî ku ji alîyê Asûrî, Babîlonî, Sumerî û Akadîyan ve hatine bikaranîn, mîna alfabeya latînî ji çepê ber bi rastê ve tê xwendin. Gûtî, yek ji bav û kalên mîtolojîk ên kurdan e, berîya Kassîyan di dîrokê de hebûye. Gûtîyan berîya Sumeran nivîsa bi tîpên mixî bi kar anîye. Ev tarîx bi 3000 B.Z ji Gûtîyan bigire heta Kassîyan, Mîttanîyan, Hûrîyan û Medan di nav civaka kurd de çi qutbûn çênebû, tenê rêveberî guherîn û loma nav jî guherîn.”
Di encamê de Destana Gilgamêşê berhemeka gerdûnî ya çanda Mezopotamyayê û Zagrosê ye û kurd jî weke hemû gelên ku li vê erdnîgarîyê jîyane, parçeyek ji vê mîrateya çandî ne. Li lêkoler Îsmet Yuce ev destan rasterast a Kurdan e. Her wesa, herêma ku kurd lê dijîn, bi herêmên ku şaristanîyên mezopotamyayê pêş ketine û ku ji alîyê dîrokî ve beşek ji vê herêmê ne, dibe sedem ku Destana Gilgamêş di warê çanda kurdî de xwedîyê wateyekê din be. Destan divê weke mîrateya hevpar a hemû gelê kurd bê dîtin.
Çavkanî
1. Îsmet Yuce, https://www.rudaw.net/turkish/opinion/260920161#:~:text=G%C4%B1lgam%C4%B1%C5%9F%20Destan%C4%B1%20(M.%C3%96.,Bu%20orman%20Zagros%20Da%C4%9Flar%C4%B1’ndad%C4%B1r
2. George, Andrew R. The Epic of Gilgamesh: The Babylonian Epic Poem and Other Texts in Akkadian and Sumerian. Penguin Books, 2003.
3. Kramer, Samuel Noah. The Sumerians: Their History, Culture, and Character. University of Chicago Press, 1963.
4. Parpola, Simo. “Assyrian Identity in Ancient Times and Today.” Journal of Assyrian Academic Studies, vol. 18, no. 2, 2004.
5. Gündoğan, Nezir. Kürt Tarihi ve Medeniyeti. Doz Yayınları, 2012.
6. Oppenheim, A. Leo. Ancient Mesopotamia: Portrait of a Dead Civilization. University of Chicago Press, 1977.