Nexweşîya Wesweseya Neçarî an jî bi navekê dî Obsessive Compulsive Disorder (OCD) rewşeka tenduristîya derûnî ye ku tê de kesek ramanên dubare, bêyî dilxwazî û tevgerên dubare an kiryarên derûnî (mecbûrî) dike û her tim bi van ramanan re mijûl dibe. Ev rewş dikare bandoreka nerênî li jîyana rojane bike û mirovî di bin streseka giran de bihêle. OCD bi gelemperî di emrekê ciwan de dest pê dike û kronîk e. Her çend OCD dikare ji bo kêmkirina kalîteya jîyanê têra xwe dijwar be jî dikare bi rêbazên rast ên dermankirin û terapîyê were birêvebirin.
Obsesyon (Weswese) û Kompulsîyon (Dubareyên Neçarî)
Obsesyon, fikarên mezin ên diltirs, hewes an jî xîyal in ku bêyî dilxwazî dikevin hişê mirovî. Ev raman gelek caran xemgîn û dubareker in. Exleb mirov nikare obsesyonan kontrol bike bi domdarî dubare dibin. Bo nimûne, qirêjî an jî girtina mîqroban, fukarên li ser nirxên dînî û exlaqî, tirsa kirina şaşîyê an jî zirardayîna kesekê dikevin nav obsesyonan.
Kompulsîyon jî li hember obsesîyonan derketîye meydanê ku van rîtûelên derûnîyê dubare dike û bi wan re mijûl dibe. Ev reftar ji bo kêmkirina an jî pûşkirina fikarên mirovî an kontrolkirina ramanên mêtînger têne kirin. Bo nimûne, ji kirinên berdewam ên wekî şuştina destên xwe, çendîn car kontrolkirina ka derî kilîtkirî ye an na, hejmartina bi rêzeka dîyarkirî an jî duakirina bi rengekî dîyarkirî wekî kompulsîyon tê binavkirin.
Sedemên Nexweşîya Wesweseya Neçarî (OCD)
Her çend sedemên rastîn ên OCDê hîna bi tevahî nehatine fêmkirin, tê fikirîn ku tevlihevî ji faktorên genetîkî, bîyolojîkî û hawirdorê peyda dibe:
Faktorên Genetîkî: OCD nexweşîyeka hinekê têkildarî malbatî ye. Kesên ku xizmên wan ên pileya yekem xwedî OCD hebin, metirsîya girtina vê nexweşîyê zêdetir e.
Faktorên Bîyolojîkî: Nehevsengîyên di kîmya mejîyî de, nemaze anormalîyên di neurotransmitterên de ên wekî serotonînê bi OCDê re têkildar in. Tê fikirîn ku nexweşîyên fonksîyonel ên li hin beşên mejî jî dibe ku nîşanên OCDê bin.
Faktorên Jîngehê: Travmayên zaroktîyê, bûyerên stresê an dînamîkên malbatê yên nerênî dibe ku di pêşkeftina OCDê de rolê bilîzin. Wekî din, hin enfeksîyonan (mînak, enfeksîyonên streptococcal) dikarin bibin sedema nîşanên OCDê.
Nîşaneyên Nexweşîya Wesweseya Neçarîyê (OCD)
OCD dikare di mirovên cuda de xwe bi awayên cuda dîyar bike. Lê nîşanên gelemperî ev in:
Tirsa mîkroban an jî qirêjbûnê: Ev kes bi berdewamî hewcedarîya paqijkirinê hîs dikin. Tevgerên wekî şuştina destan an paqijkirina tiştan dibe ku zêde û dubare bibin.
Pêdivîya Birêkûpêkî û Simetrîyê: Hestkirina ku divê her tişt bi rêk û pêk be, xirabûna vê birêkûpêkbûnê dibe sedema acizîya wan. Ev kes dikarin bi saetan ji bo rast û duristî, simetrîkbûn û bêkêmasî wextî veqetînin.
Tirsa zerargirtinê an jî zerarê bide kesên din: Ev kes tim xwe kontrol dikin bi tirsa ku bêhemdî xwe zirarê bidin kesekê an jî xeletîyekê bikin. Mînaka vê yekê dubare dubare kontrolkirina derî ye, ka girtî ye an na.
Xemgînîyên Zêde yên Dînî an Exlaqî: Dibe ku ev kes tim fukara zêde bikin ka rêgezên olî binpê dikin an gunehekê dikin.
Ramanên Qedexekirî an Neminasib: Mirov dikare bêyî dilxwazî bi ramanên zayendî an êrîşkar re rû bi rû bimîne û li hember van ramanan şerm bike û sûcdarîyeka mezin hest bike.
Rêbazên Dermankirina OCDê
Du helwîstên sereke yên dermankirina OCDê hene: Terapî û derman. Ji bo pir kesan, a herî bandorker hevgirtina her du rêbazên dermankirinê ye.
Terapîya Reftarî ya Hişî (Cognitive Behavioral Therapy / CBT): CBT di tedawîya OCDê de celebê berbelatirîn ê tedawîyê ye. Bi taybetî di teknîka (ERP)ê de armanc pêşîlêgirtina rewşên dibin sedema obsesîyonan û kêmkirina kompulsîyonan e. Ev teknîkî ji mirovî re dibe alîkar ku fêr bibe reftarên kompulsîv neke û li hember raman û fukaran bisekine.
Bi Rêya Dermanan: Di dermankirina OCDê de bi gelemperî antîdepresantên ku jê re dibêjin înhîbîtorên vegerandina serotonîn (SSRI) têne bikaranîn. SSRI dikarin bi rêkûpêkkirina asta serotonîn di mejî de bibin alîkar ku nîşanên obsesîv û kompulsîvê kêm bikin.
Komên Piştgirîyê û Piştgirîya Psîkolojîk: Komên Piştgirîyê ji bo nexweşên OCDê cîhekê peyda dikin ku dikarin serpêhatîyên xwe parve bikin. Ev kom dikarin ji nexweşan re bibin alîkar da hîs bikin ku ew ne bi tenê ne û di seranserê pêvajoya dermankirina xwe de piştgirîya wan dikin.
Jîyana bi OCDê re
OCD dikare hem jîyana rojane û hem jî têkilîyên civakî yên mirovî dijwar bike. Fikr û kirinên ku her tim têne dubarekirin dikarin bandorê li ser kar an jî performansa mirovî ya dibistanê bikin û têkilîyên civakî têk bibin. Lêbelê, berdewamkirina dermankirina birêkûpêk dikare bibe alîkar ku kesek nîşanên xwe ta radeyeka mezin kontrol bike. Wekî din, mirov dikare di jîyana xwe de hin stratejîyên berxwedanê çêbike:
Teknîkên Xwe-Alîkarîyê: Teknîkên rihetbûnê, medîtasyon an pratîkên hişmendîyê dikarin di kêmkirina asta fukarên kesek de bandorker bin.
Standina Piştgirîyê: Mayînê di nav têkilîyê de bi malbat û hevalan re û parvekirina zehmetîyan çavkanîyeka giring a piştgirîyê ye. Rakirina hişmendîya li ser OCDê dikare alîkarîya kesên din bike ku rewşê çêtir fam bikin.
Di encamê de, Nexweşîya Wesweseya Neçarî pirsgirêkeka tenduristîya derûnî ye ku dikare jîyana mirovî pir dijwar bike. Lêbelê, bi dermankirin û piştgirîkirina rast, nîşanên OCDê dikarin bêne kontrolkirin û mirov dikare vegere jîyana xwe ya normal. Destpêka dermankirinê dikare pêşî li pêşkeftina nexweşîyê bigire û kalîteya jîyana mirovî baştir bike. OCD ne bi tenê bi dermankirinê, di heman demê de bi stratejîyên xwerû û pergalên piştevanîyê yên mirovî jî dikare were birêvebirin.