Ruhekê fedaî ji bo Zimanê Kurdî..
Farqîn Xaneqîn mamosteyekê kurdî ye ku her sal dersa kurdî dide bi hezaran xwendevanên ji her çar alîyên cîhanê. Xaneqîn, bi salan e bêpere bi rêya WhatsApp’ê dersa kurdî ji hûran bigire heta giran dide kurdîhezan. Di vê nivîsê de me cih daye hemî pêvajoyên vê dersdayîna taybet û ji bo vê yekê me hevpeyvînek bi Mamoste Farqîn Xaneqîn re kir.
Doneyên Serîlêdana Îsal
– 37 kom hatine amadekirin, komên jin û meran ji hev cuda ne.
– 3.286 kes beşdar bûne; 1823 kes jin, 1463 kes mêr.
– Ji du cemser û çar parzemînan xwendevan hene. Ji 18 dewletan beşdar bûne.
– 124 kes bîyanî ne, wek; elman, îngîlîz, sirb, japon û ûris û hwd.
– Ji her fikir û ramanê, ji her bîrdozî û bawerîyê di komên perwerdeyê de hene.
– Taybetîyeka din jî beşdarbûna 156 pêşmergeyan e û piranî jin in.
– Piranîya xwendevanan ji Bakur, Başur, Rojhelat û ji Xoresanê ne.
– Ji %70yî zêdetir kurmanc in, her weha 413 soran û 62 kirmanc (zaza) hene.
Pêvajoya Destpêkirina vê Perwerdeyê
Xaneqîn berî li enstîtuyê jî mamostatîyê bike, dest bi komên WhatsAppê dike. Heval û nas û hogirên wî beşdar dibin lêbelê ev sîstema wî birêkûpêk nabe.
Her paşê piştî nasîna hevalekê ji rojhilatê Kurdistanê bi awayê birêkûpêk dest bi dersan dike. Ji ber ku pêşî gelek hindik kes beşdar dibin haya kesî jî jê çênabe.
Rûpeleka medyaya civakî ya vî kesî heye ku Xaneqîn bangewazîya dersên kurdî li ser vê rûpelê dike û di serî de anku di serdema yekem de 40 xwendekar beşdarî komê dibin û gelek mamosta ji nava van 40 kesan derdikevin. Piştî serdema yekem hejmara xwendekaran dibe 500 paşê 800 û paşê jî dibe bi hezaran.
Her diçe hejmar zêde dibe û êdî ên ji komên wî der diçin asta duyem û sêyem dixwazin. Lêbelê piştî demekê du mamostayên din jî li wan zêde dibin û paşê gelek xwendekarên dibin mamostayên komên wan. Helbet nîşe û nivîs ên wî hebûn lê ew bi dengê xwe dibin mamostayekî/e din.
Du salan wisa berdewam dikin û paşê êdî dibîne kêşe û arîşe derdikevin. Xaneqîn, wan mamostayên gihaştî ji wê beşê re dihêle û dibêje ez dixwazim her tiştên xwe ez bi xwe bikim û êdî serbixwe tev diğere. Ev çend sal in her tiştên xwe amade dike û mamostatîya hezaran kesan jî bi tenê dike.
Xaneqîn dersdayîna bi hezaran kesan weha şirove dike, “Helbet zêdetir diwestîm û carinan şev û roja min dibû yek lêbelê ez kêfxweş bûm û kêfxweş im. Ji ber ku her tiştî ez dikim û ji rêkûpêkbûna waneyan bigire heta rêgezên koman û heta qedexe û serbestîyên koman li gorî nirxên kurdîtîyê ez amade dikim.”
Rê û Rêbazên Dersên Kurdî yên Farqîn Xaneqîn
Xaneqîn dibêje; “Navê komên min komên “Feqîyê Teyran” in. Ez tenê me, anku mamosta tenê ez im. Her tiştên xwe ez amade dikim û ez koman bi rê ve dibim û ez li spartekên ew qas xwendekaran dinêrim û şaşîyên wan sererast dikim. Nihêrîn û nirxandina spartekan karê herî dijwar e ji bo min. Ji ber ku carinan 72 demjimêr bê navber ez spartekan dinirxînim. Loma ji hefteyê çar rojên min bi perwerdeyê derbas dibin û helbet her xwendekar kengê bixwaze dikare der heqê mijarê de pirsîyara xwe bike. Ev jî têkilîya mamosta û xwendekarî xurttir dike.”
“Hêşta ez negihame armanca xwe…”
Farqîn Xaneqîn wekî ruhê xwe di rêya kurdîyê de feda kirî dibêje, “Tiştên ku di dilê min, hişê min û gîyanê min de bûn, pir pir mezin bûn. Armanceke min a mezin hebû. Min ji xwe re gotibû divê tu bi sed hezaran xwendekar perwerde bikî lê divê ev perwerde cidî û jidil be. Niha her serdem kêm zêde di navbeyna 2.800 û 3.400an de xwendekar beşdarî kursê dibin. Îsal jî 3.286 kes beşdarî kûrsê bûne. Dibe ku ev hejmareke mezin bê dîtin lêbelê hêşta ez negihame armanca xwe. Armanca min ew e ku her serdem bi kêmasî 5000 xwendekar beşdar bibin.”
Xaneqîn lê zêde dike, “Belê wekî Zankoya Feqîyê Teyranî bifikirin. Lê armanca min ne bi tenê sê rêzikên kurdîyê fêrî xwendekaran bikim. Armanca min a sereke ew e ku xweşî û nazenînîya kurdîyê jî bi wan bidim hîskirin û hêmana sereke ya kurdbûnê bidim nîşankirin ku kurdî ye. Da ku ji koman stêrkên kurdîyê peyda bibin û welatê xwe bi peyvên kurdîyê ron bikin.”
Ji Her Çar Alîyê Cîhanê Xwendevanê Kurdîyê Beşdar Dibin
Ji her du cemseran, ji çar parzemînan xwendekar beşdarî koman dibin. Bi piranî ji her çar beşên Kurdistanê û Xorasanê beşdar dibin. Bi taybetî helbet kurmanc, soran, zaza, hewram in. Soran û zaza heta hefteya pêncem dikarin bi soranî û zazakî binivîsin û biaxivin.
Xaneqîn hinek zimanan li xwendevanan qedexe dike û dibêje, “Ji bilî asta destpêkê ya kurmancîyê zimanên ku pê bi nexweşîyê ketine ew ziman teqez qedexe ne.”
“Sîwana me Kurd û Kurdî û Welatê me Kurdistan e…”
Xaneqîn weha behsa sîwana kurdbûnê dike, “Tiştê balkêş ew e ku ji her fikir û ramanê xwendekar hene û di heman komê de ne. Dibêjim ew kesên ku bîrdozîyên hişk diparêzin û hîç li cihekî nayên bal hev lê di heman komê de ne û ew bi vê yekê dizanin. Wekî sîwana Kurdbûnê bifikirin. Sîwana me Kurd û Kurdî û Welatê me Kurdistan e. Lê Îngiliz, alman, japon, sirb, amerîkî, îtalî û hwd jî di koman de hene. Ev jî cihê dilxweşîyê ye.”
Krîterên Perwerdeya Komên Feqîyê Teyranî Çi ne?
Li ser vê pirse Xaneqîn madeyan weha rêz diket:
- Perwerde bêpere ye.
- Heqekî ez nastînim. Ev 12 sal in ez mamosta me. Hem di komeleyên ku min ders didan û hem jî di koman de min tu car pere nestendîye û tu car ez dê nestînim jî.
Êdî kevneşopîyeke wisa çêbûye dema ku navê min dibêjin her kes dizane ku bêpere ye lêbelê perwerdeyeka bikalîte ye.
- Di van koman de tu tiştekî sîyasî û qedexe nayên parvekirin.
- Nîqaşên partî û bîrdozî û partîyan nayên kirin.
- Ev kom dema wane dest pê dike girtî ne, piştî waneyê, kom tên vekirin û pirsên girêdayî mijarê ji hêla mamostayî ve tên bersivandin.
- Helbet pirs bi awayê nivîskî tên kirin, ji ber ku mebest ew e di nivîsê de, di astekê de bin.
Paşê dîsa kom tên girtin û spartek tê dayîn ku spartek girêdayî mijara hefteyê ne. Spartek ji mamostayî re tê şandin û mamosta kontrol dike û şaşîyên ku hatine kirin yek bi yek tên sererastkirin.
- Anku dîyalog û peywendî rasterast bi xwendekarî/ê re tê dayîn.
- Piştî ku serdem bi dawî dibe azmûnek çênabe.
Krîterên derbasîyê ev:
- Divê her hefte di dersê de çalak bin û beşdar bibin.
- Divê her hefte sparteka xwe bi awayekî birêkûpêk çêkin.
- Di hêla xwendinê de 10 romanên ku ez pêşnîyaz dikim divê bê xwendin.
Hem axaftina wan, hem nivîsa wan û hem jî xwendina wan faktorên derbasbûyînê ne. Ji bilî van tiştekî din jî heye divê teqez hişê kurdîyê bi wan re çêbibe.
“…kesên ku ji wan koman derçûne hin ji wan roman nivîsîne…”
Li dû pirsa me ji Momaste Xaneqîn kirî gelo di komên Feqîyê Teyranî de dilxweşker hene û çi ne, Xaneqîn weha nirxand, “Helbet gelek mînakên ku hêz û heza min li min zêde dikin hene û dema ez wan mînakan dibînim zêdetir dixwazim di perwerdeya koman de hûr û kûr bibim. Dixwazim çend mînakan bidim.
- Heta niha kesên ku ji wan koman derçûne hin ji wan roman nivîsîne anku bûne nivîskar hin pirtûkên helbestê derxistine û hin jî aniha mamostatîya kurdî dikin.
- Hin jî bûne mamostayên zarokên xwe.
- Heta niha çar xwendekarên soran ku bûne mamostayên kurmancîyê û di komên me de kurmancîyê fêrî kurmancan dikirin. Ev rûdaneke bişirînê bû. Du jê jî aniha li Sineyê kurmancî fêrî soranan dikin.
Di vê serdemê de komeke Kirmaşanê heye û wisa hîs dikim ku dê gelek kesên baş jê derdikevin.”
Gelo Xwendevan Heta Dawîyê Dersan Dişopînin?
“Kesê herî xerab jî sûdekê jê werdigire…”
Xaneqîn balê dikêşe ser pirgirêkan û çareserîya wan, “Di serî de ez vê bibêjim pergala WhatsAppê ji ber ku cuda ye xwendekar hema di serî de şaş dimînin. Gelek pirs û pirsnîşan di serî de çêdibin. Lê piştî hefteya 3em her tişt dihê fehmkirin û êdî fêr dibin ka perwerdeyeka bi çi awayî tê dayîn. Gelek xwendekar heta dawîyê dişopînin û spartekên xwe çêdikin. Helbet rêjeyek jî heye tenê guhdarî dikin. Helbet ew derbasî asteka din nabin. Lê gelekên wan îcar serdemeke din ji nû ve dest pê dikin. Loma ez dibêjim kesê herî xerab jî sûdekê jê werdigire. Jixwe doneyên ber destî jî nîşaneya vê yekê ne.”
Me ji Xaneqîn pirsî ka di perwerdeya koman WhatsAppê de giringtrîn xal çi ye û zehmetîya perwerdeya di koman de çi ye? Li dû vê yekê Xaneqîn da zanîn ku jixwe mebesta perwerdeyê nivîsîn, fehmkirin, xwendin û axaftin e û weha lê zêde kir, “Loma ne tenê xalek ji yekê zêdetir xal derdikevin pêş. Lê asta xwendekarî/ê kêm zêde di spartekan de derdikeve holê.
- Spartekên dengî anku spartekên axaftinê
- Spartekên xwendinê,
- Spartekên fehmkirinê
- Spartekên nivîsînê hene.
Her spartekek bê navber 48 demjimêr didome û carinan ev dibe 60/72 demjimêr. Di spartekan de ez gelek diwestim. Ji ber ku libo libo spartekan kontrol dikim û şaşîyên wan yek bi yek tê kontrolkirin û sererastkirin. Ez dikarim bibêjim ku ev pêvajo dijwar e. Carinan û roja min dibe yek û haya min ne ji rojê ne jî ji şevê dimîne. Ev yek gelek min diwestîne.
Gelo Xwendevan Kurdî Fêr Dibin an jî Çi Qas Fêr Dibin?
Bersiva vê pirse Xaneqîn weha dide, “Jixwe taybetîyên astên perwerdeyê hene heke xwedî wan taybetîyan bin dikarin beşdar bibin. Her weha bersiva pirsa we bi hêsanî dikarim bibêjim belê gelek kesên serkeftî ji koman derdikevin.”
Farqîn Xaneqîn, kurmancîyê di astên cuda de fêr dike. Her weha dersên zazakî û soranîyê hene.
Asta Destpêkê: Kesên nikarin kurdî risteyan saz bikin û ferhengeka wan a kurdî tune.
Asta Yekem: Kesên kêm zêde ji kurdîyê fehm dikin û kêm be jî dikarin risteyan saz bikin.
Asta Duyem û Sêyem: Heke ji astq pêşî derbas bûbin dikarin beşdar bibin.
Astên Soranî û Zazakî: Divê kurmancîyeka baş bizanin.)
Xaneqîn dibêje, “Jixwe ji bo asta yekem derbas bibin bi kêmasî divê deh romanên kurdî bixwînin. Em bi hev re analîza romanan jî dikin. Loma dilê min rehet e ku digihên astekê. Ji koman piştî perwerdeyê hin xwendekar dest bi nivîsînê dikin û dibin xwedî pirtûk.”
Mamoste li zêde dike, “Dibin helbestkar û çîroknûs. Heta niha çar xwendekarên soran ew qas baş fêrî kurmancî bûn ku di koman de kurmancî fêrî kurmancan dikin. Helbet ên ku guhdarî nakin jî hene lê ji ber ku di komê de ye xwe mecbûr hîs dike li dengî guhdarî bike û dîsa jî bingeheke wî/ê çêdibe. Dixwazim tiştekî din jî bibêjim heta niha 8 kes ji wan koman lîsansa bilind a kurdî xwendine.”
Hewcehî û Pêdivîyên Mamoste Xaneqîn Çi ne?
Mamostatîya komên whatsapê dijwar e. Ji ber ku bi sedan xwendekar hene û tu mecbûr î yek bi yek têkildar bî. Heta carinan tu dibî perçeyek ji jîyana wan. Tu dibî şirîkê kêşe û arîşeyên wan ên takekesî. Ji ber ku ez dipirsim, te çima sparteka xwe çênekiriye, çima her dem sparteka xwe şaş çêdikî, çima tu li waneyê guhdarî nakî û hwd.”
“…ez ne mamosta me, kesekî ji wan im…”
“Piştî van pirsan êdî ez ne mamosta me, kesekî ji wan im, nêzî wan im loma behsa kêşe û arîşeyên xwe dikin. Lê mixabin piranî nayên çareserkirin. Ji ber ku ew hêza min tune ye. Heke bi awayekî cidî û birêkûpêk min bikarîya kanaleke YouTubeyê vekira û keresteyên profesyonel min bi dest bixista dê perwerde bigahaşta radeyeke din. Helbet ew jî bi rewşa aborî ve girêdayî ye.”
Pîlanên Min…
Xaneqîn daxwaza xwe weha tîne zimên, “Planên min ên siberojê heke ez çareser bikim dixwazim kanaleke profesyonel li ser YouTubeyê vekim û di wir de jî her hefte behsa babatekê bikim. Wê demê îhtîmal e em bigihîjin bi milyonan.”
Heta Niha Çend Kes li ber Destê Xaneqîn Fêrî Kurdî Bûne?
Xaneqîn bi serê wekî zanîngehekê dixebite û teqrîbî hejmara xwendevanên xwe weha tîne zimên bi reqemeka astronomik, “Her serdem 3000/ 3400 xwendekar beşdar dibin. Heta niha di wê bawerîyê de me ku xwendekarên ku di komên min de perwerdeyê dîtine ji 100 hezarî ne kêmtir in. Her serdem doneyên waneya parve dikim û her kes her tiştî dibîne.”
Farqîn Xaneqîn Kî ye?
Farqîn Xaneqîn ji her wekî ji navê wî jî dîyar, Farqînê ye. Heta niha ji bilî waneyên WhatsAppê û waneyên taybetî li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê û piştî ku vegerî Kurdistanê jî li Komeleya Meretoyê ya Batmanê û Komeleya Çand û Hunerê ya Batmanê waneyên kurmancîyê dane.
Di vê hînê re Xaneqîn dest bi beşa Ziman û Wejeya Kurdî dike û lîsansa xwe kuta dike. Niha dîsa li zankoya Mêrdînê dest bi lîsansa bilind (Master)ê kirîye. her weha di komên WhatsAppê de bi her sê dîyalektên kurdîyê (Kurmancî, Soranî û Zazakî) ders dane/dide.
Bi rastî jî mamosta farqîn pir heyfe hezar car spas dikim ji bo keda wî û eleqa wî ez hêvîdikim yên mîna wî pêşerojêda li ser rûyê dinê pirtir bibin.