Profesorê Kurd Azîz Berzîncî di encama lêkolînekê de kete nav bandortirîn zanyarên cîhanê.
Di encama lêkolîna ku li alîyê Zanîngeha Stanfordê ve hatî kirin profesorê kurd Azîz Berzîncî kete nav ji sedê 2 ya bandortirîn zanyarên cîhanê. Prof. Dr. Azîz Berzîncî niha li Başur di Zanîngeha Soran de endamê perwerdeyê ye û her weha 5 endamtîyên wî li ser asta cîhanê hene.
Berzîncî ji Rûdawê re got, “Li gor daneyên UNICEFê li ser rûyê cîhanê 10 milyon lêkolîner û lêgerîner hene. ji sedê 2 ji dike 200 hezar kes û ez jî di nav van de me.” Her weha Berzîncî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hestên xwe belav kirin, “Li beranber hemîn astengî û zehmetîyan spas bo Xwuda ku ev sale (2024) jî Zanîngeha Stanfordê ez daxilî lîsteya ‘ji sedê 2 zanyarên bandortîn ên cîhanê’ kirim.
Berzîncî da zanîn ev tişt ne bi serlêdana wî çêbûye. Li gor daneyên di profîla Google Scholar a zanyaran hatîye amadekirin. Ku kesên hatine bijartin divêt xebatên wan hebin li ser zanistên pratîk û xebatên di bin xizmetguzarîya gel de. Ev lîste bi gelemperî ji hêla Zanîngeha Stanford ve tê weşandin û ji hêla asta bandora xebata zanistî, jêgirtinan (atif) û kalîteya hilberîna lêkolînê ve tê destnîşankirin.
Xebatên Prof. Dr. Azîz Berzîncî Çi bûn?
Prof Dr. Azîz Berzîncî li gel tîma xwe ya bihêz bi rêbazên cuda hinek nanopirtik çêkirine ku li beranber şaneyên nexweşîya penceşêrê şerî dikin ji bo pûçkirina wan. Berzîncî dibêje, “Ev pirtik gelek piçûk in û bi tenê şaneyên penceşêrê ji xwe re dikin armanc. Bes zirarê nadine şaneyên saxlem. Tîma min yekem tîm e ku li beranber nexweşîya penceşêrê nanopirtikên gîyayan bi kar anî.”
Her weha li gor daneyên hatine weşandin, ji xebatên Prof. Dr. Berzîncî di qada akademîk de 2 hezar 375 caran hatine îstîfadekirin. Her weha 27 xebatên wî yên li ser penceşêrê li ser asta cîhanê wekî çavkanî têne bikaranîn.
Giringîya Vê Xebatê Çi ye?
Bikaranîna teknolojiya nanopirtikan di dermankirina penceşêrê de yek ji warên dermanê herî modern û hêvîdar e. Rêbazên dermankirinê yên kevneşopî tumoran dikin armanc û pir caran dikarin zirarê bidin şaneyên tendurist jî. Ev dibe ku pergala parastinê ya nexweşan qels bike û bibe sedema bandorên alî. Nanopirtik dikarin şaneyên penceşêrê bi hûrgilî bikin hedef, dermankirinê bibandor û ewledartir dike. Vê teknolojiyê kapasîteya wê heye ku şaneyên penceşêrê hilweşîne bêyî ku zirarê bide tevnên saxlem bi gihandina dermanan rasterast li cîhê tumorê. Ev qalîteya jiyana nexweşan çêtir dike û zirara pêvajoyên dermankirinê kêmtir zirarê.
Dr. Xebata Azîz Berzîncî û ekîba wî wekî yek ji nimûneyên pêşeng ên helwîstên modern di vî warî de derdikeve pêş. Armancgirtina nanopirtikên şaneyên penceşêrê bi rêbazên cuda, dikare wekî pêngaveka giring bê qebûlkirin di warê dermankirina penceşêrê de. Pêşveçûnên weha alternatîfeka sozdar pêşkêş dikin, nemaze di celebên kansera dijwar ên ku berxwedana dermanan pêş ve diçin an hewceyê destwerdana neştergerî ne. Di pêşerojê de, pêşkeftina bêtir a vê teknolojiyê dikare dermankirina penceşêrê peyda bike û bi giringîya rêjeyên saxbûna nexweşan zêde bike.