Ew pirsgirêkên di cîhana karsazîyê têne serê jinan, ne ji ber faktorên derve ne; di heman demê de dînamîkên nav-zayendî jî roleka giring dilîze. “Tacîza pembeyî” û “sendroma şahengî” ji mînakên herî berbiçav ên van dînamîkan in. Ev her du têgeh ji bo têgihiştina tevlihevîya pêşbazîya jinê ya li cîhê kar krîtîk in. Lê belê dema ku em li ser van mijaran nîqaşên kûr bikin û bi kûrahî analîz bikin, em dikarin baştir fam bikin ka çima û çawa jin van tevgeran dikin.
Tacizkirina Pembeyî Çi ye?
Tacîzkirina pembeyi, reftarên zordar û mobîngê pênase dike yên ku di nav jinan de diqewimin. Di vê têgînê de gelek caran reftarên jinan ên reqabetî, biçûkxistinê û manîpulatîf ên li hemberî hev hene. Digel ku ew bi berfirehî tête pejirandin û tewra jî tê teşwîq kirin ku mêr di cîhana karsazîyê de li hember hev pêşbaz bin, pêşbazîya di navbera jinan de pir caran bi rengekê cuda tête fêm kirin, ji ber ku ew li hev nakin bi rolên zayendî yên ku tê hêvîkirin “nazik” bin. Di encama vê pevçûnê de tacîza pembeyî çêdibe.
Di vî cure tacîzê de jin dikarin li cihê kar dijminatî an jî êrîşkarîyê li hember hev bikin. Ev dikare xwe bi tevgerên wekî biçûkxistina destkeftîyên jinên din, axaftina li pişt wan anku fesadî, rêgirtina li parvekirina agahîyan an ferqêxistina wan di nav tîmekê de nîşan bide. Tacîzkirina pembeyî bi gelemperî ji hestên çavnebarîyê, neewlehîyê an jî hesta metirsîya li ser pozîsyona xwe derdikeve.
Sendroma Şahengîyê anku mêşa kralîçe, jinên serkeftî şûna piştgirîya jinên dî bikin rê li ber wan digirin wan asteng dikin. Li gor vê têgehê, jinên di cîhana karsazîyê de gihîştine meqamên bilind, jinên din ji holê radikin da ku xwe “yekane” hîs bikin. Şaheng, li şûna ku şîretan li hevpîşeyên xwe yên ciwan ên jin bikin da ku hêz û statûya xwe bidomînin. Yekalîbûna serkeftina xwe xurt dikin û serkeftina wan dijwar dikin.
Dibe ku koka sendroma şahengîyê, di vê rastîya xwe de ew be ku jinên di cîhana karsazîyê de ji ber ku demên pir dirêj di jîngeheka serdest a mêran de bi dijwarî û takekesî têkoşîn dane, vê yeke bikin. Ev têkoşîna dijwar dibe sedem ku hin jin li şûna hevgirtina bi jinên din re, refleksek ji bo parastina serkeftinên xwe yên takekesî çêbikin. Her weha dema ku hejmara jinan li cihê kar kêm be, pêşbazî zêde dibe û ev kêmbûna wan dibe sebeb ku xwe bêtir di metirsîyê de hîs bikin. Ev jî dibe sedema bihêzbûna vê sendromê.
Têkilîya di Navbera Tacizkirina Pembeyî û Sendroma Şahengîyê de
Her çend tacîzkirina pembeyî û sendroma şahengîyê ji hev serbixwe xuya bikin jî, ew bi rastî ji çavkanîyeka hevpar e: Nebûna ewlehîya jinan di cîhana karsazîyê de. Hem tacîza pembeyî û hem jî sendroma şahengî encama çandekê ye ku tê de jin li şûna çandek hevrikî, piştgirî û hevgirtinê bikin, li cîhê kar hevdu wekî xeternak dihesibînin. Ev rewş bi giştî derdikeve holê ji ber zextên ku ji alîyê rolên zayendî, pozîsyona jinan a di jîyana karsazîyê de û çanda kar a serdest a mêran pêk tê.
Rola Faktorên Civakî û Psîkolojîk
Gelek faktorên civakî û psîkolojîk di binyada hevrikîya di navbera jinan de hene. Civak gelek caran jinan wekî “çavkanîyeka kêmpeydabûyî” dihesibîne; Ev dibe sedem jin tê bikoşin ku ew ji bo rolên tixûbdar ên di cîhana karsazîyê de ji wan re hatine destnîşankirin. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku jina bixwaze di karsazîyê de bi ser bikeve, jinên din wekî xeternak bibîne. Sendroma şahengîyê ronîkirina vê têgihîştina çavkanîyên tixûbdar e. Dibe ku jinek di pozîsyoneka bilind de bixwaze di cîhê karê xwe de yekane “jina serkeftî” bimîne. Ji ber ku sefkeftina jineka dî dibe ku taybetmendîya çîroka serkeftina wê bi xwe re bibe.
Ji alîyê psîkolojîk ve tevgerên bi vî rengî jî bi bêewlehî û hestên kêmasîyê ve girêdayî ne. Jin, bi taybetî yên ku di karî de di astên bilind de ne, dikare hest bikin ku serkeftina wan her tim di bin xetereyê de ye. Ev hest dikare bibe sedem ku ew li hember jinên din bibin xwedî helwesteka tundtir û bêpiştgirî.
Çareserîya Tacîzkirina Pembeyî û Sendroma Şahengîyê
Ji bo çareserîya van dînamîkên reqabetî û cihêkarîyê hem di asta ferdî û hem jî di astên sazî de çareserî hene. Li vê derê çend pêşnîyaz hene:
Bihêzkirina Çanda Şêwirmendîyê: Di nava jinan de afirandina çandeka xurt a şêwirmendîyê dikare hevgirtinê zêde bike. Jinên serkeftî yên ku destekê didin jinan dî, dikarin pêşbazîya veguherînin hevkarîyê bikin.
Polîtîkayên Wekhevîya Zayendî yên Şirketan: Hebûna zêdetir serokên jin li cîhê kar, dikare pêşbazîya di nav jinan de kêm bike. Divê sazî polîtîkayên wekhevîya zayendî bêne pêşxistin, da jinan teşwîq bikin ku bi hev re bibin yek.
Bernameyên Bihêzkirina Derûnî: Bernameyên di nava xebatkarên jin de jixwebawerîyê zêde dikin, dikarin piştgirîya wan ji hev re zêdetir bikin. Serkeftina bêewlehîyê dikare pêşîyê li tacîza pembeyî û sendroma şahengîyê bigire.
Vepênasekirina pêşbazîyê: Pêşbazî ji bilî dînamîkeka nerênî, divê wekî navgînek pêşkeftinê di nav jinan de were dîtin. Ev yek dikare pêşî li jinan bigire ku hevdu weke gefan nebînin.
Di encamê de, tacîzkirina pembeyî û sendroma şahengîyê dibe ku hin ji wan pirsgirêkên herî tevlihev in ku jin di karsazîyê de rûbirû ne. Lêbelê, ev her du dîyarde ne rastîyên neguherbar in, lê wê hilbereka pêkhateyên civakî û kodên çandî yên di cîhana karsazîyê de ne. Piştgirîya zêdetir a jinan ji hev re, çareserkirina pêşbazîyê bi rengekî çêker û bihêz û pêşxistina sîyasetên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di asta şirketî de dibe ku ji bo afirandina çandeka berfirehtir û hevkartir di cîhên kar de sereke be. Ji ber vê yekê jin dikare civakekê ava bike ku ne bi tenê ji bo serkeftina xwe, ji bo serkeftina jinên din jî tê bikoşe.
Dema ku jin di cîhana karsazîyê de hevûdu wekî hevalbendan bibînin, ne wekî hevrik, hem serkeftina takekesî û hem jî ya civakî dê domdartir bibe.